|
Pexşan
Qamişlo
Qamişlo
îro roja te ye
tu Amed, Mehabad, û Hewlêrî,
li bejna xwe dipêçî...!!
Çiya êdî nema xew dikin
xwe
bi ser te de diçimînin,
û
sirûda te
kurên te dubare dikin
û
dikin
ji
te fêrî evîn û serhildanên
demhej, denghej, serhej, û avhej dibin...
Qamişlo
tu
sirûd, zeytûn û ala dawîyî
de
xwe bi bêhna wan şehîdan bipêçî
bila
tu xewn û hêviya dawî bî
Qamişloka
evînê
îro
tu bûyî Qamişloka xwînê!!
tu
nameya dawîyî
tu
hêviya dawîyî
tu
pêxemberê dawîyî
de
nameya bi evînê pêçayî
bighînî Zerdeştê kal û Ahoramezda
bila
bilez bi hawara {Gîvara û Ferhad}* ve bên
bila
guleyên har û dîn
di
guldankan de îfade bikin
Qamişlo
te
xetîre û hêrsa Kawa dubare kir
sirûd li pey sirûdê dubare kir
û keleh li pey kelehê
serî li pey serî
û nimêj li pey nimêjê
dubare dibin
dubare li pey dubare
tu bûyî Ferîde
tu bûyî Zînê
tu bûyî Xecê û Şêrîn
tu jî dubare kirin
tu bûyî Narîna nazik û xweşik
tu jî dubare û kelogirî kirin
Qamişlooo
de bide ber xwe qirêja salan
bila hêrsa te biherike
bila qirêja salan li ber xwe bibe
rojekê..du rojan bibe bajarê hêrsê
bibe gurkan û xezeba xwedayekî dîn
ez
zanim diltenikiya te nafûre
nazenîniya te ji evînê re girre,
de
gur bibe, gir bibe, germ bibe
bila
dinya dengê te yî beybûnî û qedefeyî bibhîze
bila
balyozxaneyên evînê
li
ser lêvên te yî qurmizî vebin û pir bin
bila
ramûsana dawî
lidûv rûxandina pûtê dawî be
bila germ be,
bila dirêj be.
bila germ be,
bila dirêj be
*Gîvara
û Ferhad du xortên kurd li Qamişlo şehîd bûn..
|