|
|
|
pexşan -----------------------------
Bagera sinbilan
Ez, ez im,
Û bila dara beriwê di navbera min û te de
Dilbijokiyên serê salê û binê salê
Bijmêre û mîna nîşanan bi sênga min û te veke
Bila serê sibehan bi te şewata nava bihîvan nîgar bike
Dîsa ko tu hatî dest vala neyê,
Bila hema ramûsanek xiloxavî di destê te debe
Û qeymaxê hinguvandinê ji bîra meke
Laşê te serma tava heyvê girtiye
Ji min dûr nekeve
Xwe bi dilxweşkirinê germ neke
Bila siya te dirêj bibe
Û di dûv re ta siyan bijmêre
Tê nîşana hevdîtinê di serê rimê de bibînî
Wê çaxê tê berfa bakur di xew de dawerivînî ser kezeba ew ê han
Bila sinbilek tim û tim diber guhê te debe
Tê bi girtina her du heyvan tiştekî li dû xwe nehêlî
Jixwe tim û tim bila serê êvaran çavên te di neqşa germ de bin
Û sirûda hatina siwaran bi stêra sibê bide nasîn
Xemla kadizan li xwe neke
Tenê bayê bê qermîçonk bila di paxila te debe
Û xwe ji karwanê dawî dûr mexîne
Ez ê te li ser sînorê dawî xelat bikim
Eger te hemû stêrik binav kirin
Bagera sinbilan li dûv te ye, dema tu xwe di bin siya baranê de veşêrî.
Eger te hemû lavij bicih kirin
Fala pîrejina kol ji bîra meke
Jixwe li wir hemû pût serê xwe hildidin
Dê doza mayîna germ û sar li te bikin
Xwe nede viyalî wiyalî
Dawiya dawî tê jî nifiran li stêrka sibê û lavija dawî bike
Serê xwe di bin siya ew ê han de qilûz mek
Her lehiyek paqijiyê bi xwe re tîne
Dilê te jî lehiya dawîye, belkî jî zembîla şûnmayên giyasêvk û kulîlkan
e.
Sibe dema tu şiyar bibî tê nîşana min li ber serê xwe bibînî
Tê bi ramûsana biçî sicûda hevdîtina dastana kesk
Û ez,
Ez ê tiştekî din ji bilî lorandina giyanê te nekim
Bila ez û tu yên dawî bin
Di jimartina ava tahl de
Û şûna qamçiyan li ser hinaran xaç neke
Mane hinar berê sor û nazik in.
01/09/2008
Ji bo rojbuyîna wê, ya piştî bagera sinbilan, dîsan sinbilan
diçîne, dako sinbil sinbilan bixwin…
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|