|
|
|
Pirtûk -----------------------------
Pirtûka “Serok û Merok” Ya Qado Şêrîn Ji Nav Weşanên Sema Derket
Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî berdewame di çapkirin û belavkirina
pirtûkên nivîskarên kurd û pîlana xwe ya sala 2009an bi çapkirina
pirtûka Serok û Merok ya nivîskarê kurd Qado Şêrîn berdewam e. Ev
pirtûka hêjayî xwendinê bi naverokek cihêreng dixe nav destê xwendevanên
zimanê Kurdî.
Ev pirtûk di nav rêza weşanên Sema derdikeve û ji zincîreya berhemên
Sema ya 31ê ye.
Babeta pirtûkê çîrok in û ev pirtûka ku ji 24 kurteçîrokan pêk tê 120
rûpel in ku nivîskar ev çîrok di navbera salên 1993 - 2006an de
nivîsandine.
Karîkatêrê li ser berga pêşiyê ji aliyê şêwekar Inayet Dîko ve hatine
çêkirin. Û berga paşiyê ji Fermanekê ku bi destxeta nivîskar e hatiye
danîn, naveroka Fermanê jî ev e:
Fermana 11an
Ji serokê Rojhilat û Rojava, Bakur û Başûr, divê ji niha û pê ve hûn
tenê vê durişmê ‘Bijî serokê me û bavê me ji bo keç û jinên me!’ li şûna
ya berê ‘Bijî serok Qilçix!’ bilind bikin.
Ê ji we ji vê duruşmeyê pêve bilind bike, ewê bê xazoq kirin, ta ku
bimre.
Serokê we û bavê we...
Qilçixê Xemxur
Ji vê fermanê ku dişibihe fermanên sultanê Osmaniya, naveroka çîrokan
diyar dibe û şêweyê nivîskar di nivîsandina çîrokê de xuya dibe, bi
awayekî rexne di gel qerf û henekên civakî ku bi zimanekî gelêrî û rehet
dixwaze hin aliyên civaka Kurda, saziyên wan ên siyasî, partî û
rêvebiran rexne bike û wan hişiyar bike bi wan qilçixên xwe û dixwaze
wan qerf û adetên nerind di civakê de bi riya wan nameyên xwe rake.
Qado Şêrîn: Ji Başûrê Rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1967an de li gundê
Nehroz ê girêdayî bajarê Qamişlo ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya
seretayî li wir xwendiye, paşê di gel malbata xwe çûne Qamişlo û li wir
xwendina xwe ya amadeyî (Lîse) bi dawî anîye û derbasî Enstîtuya
Matemetîkê li bajarê Dêra Zorê bûye, çend salan mamostetî li Qamişlo
kirîye. Di sala 1995an de berê xwe daye Ewrûpa û li welatê Holenda
niştecih bûye û ta niha jiyana xwe li wir didomîne.
Nivîskar, digel çîrok nivîsînê, lîstikvan e û di hin şano yan de
derketiye ser depê şanoyê û her bi rolê xwe yê komîdî hatiye naskirin.
Wî gelek çîrok û gotar li ser kovar û malper ên internetî û rojnameyên
Kurdî belav kirine. Gelek hevpeyivînên televizyonî pêre bûne. Ji sala
1982an ve karê nivîskariyê dike û pirtûka wî ya çîrokan ya bi navê ‘Serok
û Merok’ berhema wî ya yekem e di warê çîrokê de û her weha
pirtûkek ji stranên hunermend Mihemed Şêxo (Digel birayê wî Beha Şêxo)
amade û çap kiriye.
Her weha xwedanê Malperek enternêtê ye ku di bin navnîşana
www.qadoserin.com de,
hemî babet, nivîs û hevpeyvînên xwe li ser belav dike. Her wisa pênc
salan sernivîseriya malpera TÎRÊJ a çandî û hunerî kiriye û di dûv re
rawestiyaye.
Hêjayî gotinêye ku Qado Şêrîn, ev berhema xwe diyarî
Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî li
Başûrê Rojavayê Kurdistanê kiriye û mafê belav kirin û firotina wê
daye wan ku sûdê jê werbigrin di xebatê xwe yê bi rûmet ên di warê
fêrkirina zimanê Kurdî de. Bi vê helwesta wî jî birêz Qado Şêrîn, çendîn
fidekarê doza netewe û pêşdebirina Zimanê Kurdî ye. Hozan Emîn. Semakurd
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|