malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


Bijî yekîtî 01 li dujî yekîtî 02.
Bijî sehê min, bimre sehê te.

 

Bijî yekîtî 01 li dujî yekîtî 02.

Bijî partiya azadî01 li dujî partiya azadî02

Bijî partiya xezurê min û bimre partiya xezûrê we.

Bijî serok li dujî serok. Serokê te bi gorî serokê min be, ji ber serokê min serokê hemû kurdaye, lê serokê te xayîne.

Bijî partiya min û serokê partiya min li dujî partiya we û serokê we..

Bijî serokeşîra min li dujî serokeşîra we..

Bijî kurd dema li ser tiştekî vala bi hev dikevin.

Bijî welatparêzên helwestfiroş.

Bijî kurd dema bi hev dikevin û dujmin şad dikin.

Bijî dema em ji bo helwest û nerînekê hevûdu dikin xayîn û seh kurê seha..

Bijî partiya min û bimre partiya we..

Bijî partiya min ji bo azadî û serxwebûna kurdistanê û hun hemû bi qurbana min û serokê partiya min bin.

Bijî komeleya min, bijî malpera min, bijî koşka min, bijî ola min, bijî tivinga min, bijî hiş û ramanên min yên pêşketî û mirin ji bo serê te yê wek kundirekî vala.

Bijî şêxê min û bimre şêxê we, ma şêxê we jî şêxe, weyla li mala bavê siwaran be. Ko we ji dê û bavê xwe fedî bikra hun nedibûn mirîdên wî şêxê şaşik mezin.

Bijî gundê min û bimre gundê we, di gundê we de welatperêz û serokek nîne. Werin mafê penaberiyê li gundê me bixwazin.

Bijî bajarê min û bimre bajarê we.

Bijî pêxemberê min û bimre pêxemberê te.

Bijî xwedayê min û bimre xwedayê te. 

Bijî ez û bimre tu, tu bi qurbana min be. Ji ber ez welatparez im û tu xayîne.

Bijî nişteciyên kolana min û bimrin ên kolana te, ne tu fedî nake ko di wê kolana lewitî de dijî.

Bijî welatê min û bimre welatê te.

Bijî girê gundê min û bimre çiyayê gundê we.

Bijî helbestvaniya min û bimre ya we.

Bijî nivîsvaniya min û mirin ji bo hemû niviskarên din, ma hun jî nivîskar in.

Bijî dê û bavê min, mirin ji bo dê û bavê we.

Bijî sehê min û bimre sehê te.

Bijî ez wek hunermend û bimre tu wek ne hunermend.

Bijî ez wek nivîskar, wek hunermend, wek rewşenbîr, wek siyasetmedar, wek lêkolîner, wek pêxember û wek xwedê. Û bimre tu ey ne tiştik.

Bijî başûrê kurdistanê li dujî bakurê kurdistanê.

Bijî rojava li dujî rojhilat.

Bijî kerê min î nêr û mirin ji bo kerên we ên mê.

Bijî mişk û marên min û mirin ji bo ên we.

Çend pirsên wek Têbîniyan: 

-kî ji me kurdan wisa nabêje bila destê xwe bilind bike?. 

-Kî nabêje ez û dîsa ez?. 

-Kî xwe her tişt nabîne?. 

-kî xwe her tişt nabîne û ê din tune nake?.

-kî xwe şaş dibîne û ê din rast dibîne?

-dema me bersiv ji van pirsan re dîtin emê biserkevin.

-ez pêşniyar dikim ko partî û grûpên li dujberî hev bi pelikan(Qeremaç) yan jî bi navê bilîzin, ê ko zora wî çû bila bêje çîz û ji meydana bijî ez (ezîtiyê) derkeve.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com