|
|
|
|
Qilçix
Pere jina ciwan dixe ber mere.
Lê…
Temenê min 46 sal in, porê min hîn reşe, tenê cênîkên min spî
bûne, nemra lingê min hîn jî û wek ya gelekan 42 ye, mala min
heye, Mersîdis heye(modêla dawî), ez 67kg, qama min 171cm re.
Raste min pirtûk mirtûk nexwendine lê ez zanim rok ji ku derdike
û di ku re dire ava, perê min gelek hene, nema dizanim bixim ku,
bi şev û roj kar dikim, ez serê xwe bi civîn-mivîn,
komele-momele, welat-melat, çûna resturanta-mesturanta,
dîsko-mîsko, ger-mer, vexwarin-mexwarinê, naêşînim. Êdî çi pê
heye ku ez jineke xwe bênim û rihet bibim. Min bi ya merovên xwe
li welat kir û min ji wir yeke 19 salî ji xwe re anî, raste ez
bi 27 salan jê mezintirim, lê ez jêre başim, min ew bi perên xwe
kiriye êdî ez çi pê bikim ji mafê min e bi taybetî bi şev, çi
cila dixwaze jêre dikirim, doh min jêre telefoneke desta modêla
Nokia ya ku wêneyan dikşîne û du şimikên gulgulî kirîn.
Çima hun şerm dibînin?, ma ez ne merov im, canê min vê yekê
dixwaze, min di jiyana xwe de derpiyê sor li ber serê xwe nediye
îca çima hun niha ji min dixwazin ku ez berî mirinekê laşê spî û
tazî nebînim, qurbana we me ji min re nekin şerm ku ez carekê
rihet bibim. Ka bihêlin ku ez ji niha û pêde jiyana xwe li gel
xanima xwe berdewam bikim.
Yaho çima ez şerm nakim ji ber anîna wê 19 saliya ha, min ew bi
perê xwe anîye ne bi perê we, min ew ji toz û terabêlka Qamişlo
rihet kir, min ew anî Swed da ku Europa bibîne, ma ku min ew
neanîba wê Europa bidiya. Li welat heftê carekê û bi sabûna xar
laşê xwe dişuşt, niha rojane û bi sê çar celebên şampo laşê xwe
yê gewr û nazik dişo û bi danan di banyo de dimîne. Li welat
nikarîbû cilên kin li xwe bike, niha nîvê zikê xwe bera çolê
dide, ma ev ji bo me kurdan ne tiştekî başe?, jixwe ev
şaristanîya herî mezin e, nizanim em kurd çi çaxî em ê bibin
merov û wek Swediyan. Hun maf nadin jinên xwe ku azad bin îca
hun ji jina min re dikin şerm ku zikê xwe derxe, bi taybetî dema
ku dunya ger be.
Dema min ew ji canê xwe re xwest ne got ne erê ne jî na, lê
piştî min jêre diyar kir çiqas pere û turumbêlên min hene, û ez
ê çiqase zêr jêre bikirim erê ya xwe bi ser hejandinê da, wî
çaxî wê pirsek ji min kir hişt ez şerm bikim: -ma televizyona te
rengîn e yan wek ya me reş û spîye?
Me şahiya xelata xwe li welat çêkir, du kîlo zêr min pê vekirin,
lê nizanim çima bê mad bû. Niha û piştî hat ba min Swedê, min
jêre xanî û Mersîdis û du resturant kirîn û €500 000 bi navê wê
xist bankê, jixwe ev bûn şert û mercên wê dema min ew ji canê
xwe re xwest.
Ev demeke ji êvar de dikeve oda xwe û derî kilît dike û dibe
lewti lewta wê li ser telefona desta.
Ez dîsa dibêjim ez ne şaş bûm roja min ew ji xwe re anî û bi
sêng û berê wê î nazik û şêrîn şa bûm. Ez zanim çima hun ji min
re şerm dibînin, ji ber hun nikarin jineke wisa ciwan û xweşik
bînin îca hun ji min re dikin şerm û guneh. Yaho de şerm bikin
ha, ma ez yê pêşîme ku wisa dike, diyare hun nizanin çûqasî
xweşe ku merov mezin be û jina merov ciwan be, we laşê teze di
ber xwe de nediye îca hun ji min re dikin şerm, bi dest we nake.
Me semawenda xwe li Swed çêkir, ez zanim çima gelek kes amade
nebûn, ên ku amade bûn jî mad tal bûn û niha rexnan li min
digrin, yekî rûşuştî di semawenda me de guhê xwe xist guhê min û
got:-xwedê tu bi çend salan jê mezintire?, hîn ferûce xwedê,
îşev şeva te ye.
Yaho ma hun bavê min in ez kê bînim û kê neînim, li gor vê yekê
hun dikarin rexnan li min bigrin û bibêjin çima tu derpiyên
dirêj li xwe dikî. Raste min ew bi pereyên xwe kirî wek tu
bizinekê bikire lê min hîn lênedaye, min ew pere bi ked û
xwêdana xwe kom kiribûn. Ez zanim ku perê min tunebana û ez ne
li Europa bama wê ez ji xwe re nedikirim mêr. Gelek qîz li welat
bê mêr mane û destên xwe ji bo mêrekî dipelînin, kî ji Europa
herî dikare ya herî ciwan û xweşik bîne, derdên wan ku bên van
welatan.
Di zewacê de du alî hene, jin û mêr, dibe ku herdu alî razî bin,
dibe ku aliyek tenê razî be, ez razîme û ev ji min re pêwiste,
ez xwe di wî laşê nazik û taze didim bê ku gotinekê bibêje, tenê
carekê got: ax, pêre çavên wê hatibûn girtin.
Di çend rojên dawî de gelek telefonan vedike û bi Swediyeke
şikestî diaxive. Carekê ez berî çaxê xwe vegeriyam malê min
merovekî efrîqî li ba wê dît, îca ka ez çi bikim ez nizanim.
Jixwe ev çend hefte nahêlî ez pêre razêm. Tirsa min ji wê tirsê
ku yê efrîqî ji xwe re kiribe yar, ji ber ne carekê û duduyan
min ew bi hevûdu re dîtin.
Îca bang li keçên welêt dikim û ji tecrubeya xwe ji we re
dibêjim ku mêra ji kurdên Europa nekin, dê li we bidin, dê we di
malê de girêbidin û hun dê tama azadiyê nas nekin, jixwe hin ji
we dê bêne kuştin, dê gotin û nerîna we tunebe, dê axaftin ji bo
we qedexe be, dê sixêf û xeberan bikin we, nabî hun herin nav
merov û civînan, nabî çav vekirî û jîr bin, da ku kes li ser we
neaxive, nabî hevalan bigrî di dema ku mêr ji mafê wî ye her
tiştî bike û dikin jî, nabî li mêran binerî di dema ku ew bi
yarikin, hun dê tenê ji bo çêkirina xwarinê, şuştina firax û
anîna zarokan bin û hin caran ji bo îşê dawiya şevan, nabî li
telefonan vegerînî, nabî herî ser ava ku mêr wek cendirmekî ne
bi te re bî, nabî li şahî û semawendan dîlanê bikî, nabî fêrî
zimanan bibî û jixwe kar qet nabe, ta bi çêkirina xwarinê jî dê
bi şêwr û kêfa mêr be, nabî hun nêzîkî komputer bibin di dema ku
mêr dê bi rojan li ber rûne û pişta xwe bidî we, gotina xweş ji
bo we nayê gotin, tenê ji mafê we ye li Tv temaşe bikin da hun
di malê de kurk bikevin û di malê de bimînin, ji mafê we ye hun
salê carekê vegerin welat, ji mafê we ye zend û bendên xwe tije
zêr bikin û xwe pê paye bikin û hinan biqeherînin, ne ji mafê we
ye hun derkevin xwepêşandan û çalakiyên kurda ji ber hun ê
vegerin welat, ne ji mafê we ye hun biraminû kesayetiya xwe xurt
bikin. Hun ê wek rêncberan avê li destê mêrê xwe bikin. Bi
tevayî hun ê kole bin û hew.
06/08/2004
Holenda |
|
|
|