|
Qilçix
Dr. Mihemed
Meşûq Xeznewî
Serokê Sûryê kir guhê gê
Nizanim çima dema min kir ko li ser Şêx Dr.
Mihemed Meşûq Xiznewî binivîsim du çîvanok hatin bîra min.
Dema em zarok bûn, dê û bavê me çîrok û çîvanok
ji me re digotin, em jî gelekî pê kêfxweş dibûn. Mexabin niha ew
çîrok û çîvanok nemane, ji ber televizyonan her tiştê xweş bi
xwe re bir.
Yek ji van çîvanokan: baran hat tertik hilya, ba
hat qirşik firya, hingî kêzê kenya kenya rovî tirtirka wê qetya.
Çîvanokeke din: çîrokê çîvanokê, xetxetokê,
golka xalo çû pişt malo, ne gur dixwe ne diz dibe..
Gelo girêdana çîvanoka yekemîn bi revandin û
windakirina Şêx Xiznewî re çiye?. Şêx Xiznewî ne tertikeke ko
baran lê hatibe û hiliyabe û ne jî qirşikeke ko li ber ba çûbe.
Lê ya diyar ji me hemûyan re ew merovekî wek meye û di nav
hovîtiya hêzên ewlekariya Sûryayê de winda bûye.
Çîvanoka duyemîn diyar dike ko di dema berê de,
dema ko Sûryayê wek welat hîn ava nebibû aramî ji niha bêhtir
hebû, çimkî golik bi tenha xwe diçû pişt xaniyan, ne tebayên
çola wek gura ew dixwar û ne jî dizan ew didizî, û tirs ne ji
guran û ne jî ji dizan hebû.
Lê niha û di serdema desthilatdariya partiya
Behs û hêzên ewlekariyên hoviyane de, tirs ji her tiştî heye,
kesek nema diwêre mirîskeke xwe berde, gur û diz eşkere nêçîra
xwe dikin, gur û diz pir bûne, ji serokê dewletê ta bi
piçûktirîn karmend. Ên ko gerek aramiyê bînin welat û biparêzin
bûne diz û gur, îca di encama vê yekê de tirs û dizî pir dibe,
hêzên ko qaşo gerek milet ji tirs û dizan biparêzin ew bûne gur
û diz, milet ditirsînin û jixwe welat hemû dizîne.
Aboriya welat hemû dizîn têr nebûn, bîr û
boçûnên azad û demuqrat hemû kuştin û şikandin dîsa têr nebûn,
îca dest bi revandin û nebedîkirina merovan kirin, merovên xwedî
helwestên mêrane, aboriya welat hemû revandin derve têr nebûn,
îca merovên wek Şêx Xeznewî revandin. Jixwe bi revandina Şêx
Xeznewî re tirs li ba her acinciyê Sûryê peyda bû, kes nema
diwêre bê Bodîgard û parêzvan ji mal derkeve.
Di dema ko hun liv û tevgera çûk û mişkan li
Sûryê dizanin, çilo hun xwe ji revandin û nebedîkirina Şêx bêrî
dikin?, ma hovîtî ta vê radeyê, hun hovin ji we weyê her kes hov
e.
Di rûniştinekê bi serok êlên herêma cizîrê re,
serokê Sûryê ji wan re diyar kiribû ko haya wî ji revandin û
nebedîkirina Şêx Xeznewî nîne. Yekî ji serok eşîran nav di xwe
da û di nava xwe de got: Ma tu di guhê gê deye, dunya li ser
xerabûye tu hîn nizane hatiye girtin an na, ma tu çi zane, tu
çima serok e, ko tu mêr be va me ji te re got û de wî serbest
berde.
|