|
|
|
|
Qilçix
Dubendiya
Mirîşkan
Kurd hemû
dixwzin welatekî wan jî wek hemû welatên dunyayê hebe da bi
serbest û azad bijîn
Wek ku hêvî û
armancên xwe di program û rêbazên partiyên xwe de diyar dikin,
ev jî kar û xebatek rêxistinî jêre gereke, lê rêxistin û
partiyên kurda jî gelekin(bi taybetî li rojavayê kurdistanê),
hemû jî û her yek bi awayekî dixwaze kurdistanê rêzgar bike, lê
ya ku nayê ji bîr kirin hemû jî û her yek bi awayekî dujî ya
dine, bi awayekî rexne yan jî şer û birakujiyê dujî ya dî dike,
hemû dibêjin: Rêzgarkirina kurdistanê li ser destê me ye.
Mexabin hîn kesekî ev hêvî pêk neaniye, yên digotin:”Em in
keleha mezin di kurdistanê de û helbet kurdistan dê li ser destê
me rêzgar bibe...”.mexabin û sed carî mexabin ew keleh jî herifî
û hîn jî di wan xewnên gulgulî dene ku dê kurdistanê bi aştî û
Telefizyon û xwenîşandanan rêzgar bikin.
Ta ku kurd
berjewendiya kurd û kurdistanê di ser ya kesayetî û partayetîya
xwe ya teng re nebînin helbet dê nikaribin xwe li pêşxînin û
milet li dor xwe kom bikin, hemû jî ziman dirêjî û vira li
hevûdu dikin, di gelek war û deman de dujmin tête ji bîr kirin,
wek nimûne: Partiyên kurdistana Başûr di dema birakujiyê de û di
demin din de jî. Partîyin kurdistana Bakur jî ji vê yekê ne bê
parin, di gelek war û deman de birakujiyek bê wate kirine. Ji
xwe partiyên Rojavayî kurdistanê, ez dê çi li ser wan bêjim û
binivîsim û çi nebêjim û ne nivîsim, ku kîvroşkba dê huqasî ne
zaba, hemû jî li dujî hevûdune û hevrikiya hevûdu dikin çimkî
hemû wek PARAMISYOM ji hev bûne, da ji bo çi “5” hezar endamên
wan ji “3” melyon kesî nînin. Li gel hevbendiyek di navbera
hinekan ji wan de heye jî lê bingehê hevbendiyê jî pir qelse
çimkî dubendiyek xurt têde pêk tê, ev Barzanîye yê dî jî
Talebanîye, ev Mehmûdkîye yê dî jî Osmankîye û dujîtiya hevûdu
dikin, kî gelekî Barzanîye kî jî geeeeeeleeekî Talebanîye, kî jî
gelek derew û xap û viran bike ew welatparêztire, dudu Barzanîne
dudu jî Talebanîne, yên dî jî li wê navê avjenînek bê wate dikin,
ne Barzanî dest dide wan ne jî Talebanî dest dide wan çimkî
nobetdariya kavilan nakin, lê yên dikin ji hevûdu re dibêjin: -Ez
ji te Barzanîtirim..ma tu kore tu nabîne çawa ez di dawa wî deme
û di hemêza wî ya germ de razayîme û kesek ji min pêve avê li
destên wî nake”.Girûpên Talebanî jî ji hevûdu re dibêjin: -Ma ne
berêz Talebanî em çêkirine û ev Girafêt wî di roja bûyîna min
de diyarî min kir”.Yên dî jî ji vê hevrikiyê ne bê parin: -Belavokên
me ji yên we pirtirin û heval û girtî jî ji yên we pirtirin. Hin
ji wan dibêjin:
-Jin jî di
partiya me de wek mêr kar û xebata xwe dikin lê di partiya we de
jin bi tirse nêzîkî we bibe.
-Mirîşkên me
hêkên du zerdikî dikin lê yên we bi carekêre hêkan nakin.
-Hûn hêkên
kelandî duxun em qet wan naxwin.
Ger kurd hemû,
mebesta min partiyên kurda hev girtî û heval û bira bin li
hember dujminên xwe, ger dujîtî û hevrikiya hevûdu nekin çimkî
dujmin tête ji bîr kirin û tenê dujmin kêfê dike û bi me dikene.
Lê ew nerîna ku dibêje: Kurd ji hevûdu heznakin”. xuya dike rast
û duruste, çuqasî em kurd li ser hevûdu diaxivin, du jin
dighêjin hev li ser ya dî bi xerabî diaxifin, wisa jî du
nivîskar û Mirîşk û Nêrî û Dîkên Elo-Elo jî, em çiqasî dikarin
derew û bêbeztiyan li hevûdu bikin.
Carekê endamê
partiyekê ji endamê partiyek dîre got : -Hun ta bi mirîşkên xwe
dixapînin, hun pîvazên sipî dikin bin wan tako ji we re hêkekê
bike lê em motkan dikin bin yên xwe”, Ji bo vê gotinê xwîn bi
ser serê hevûdu xistin.
Qado Şêrîn
13-07-2001 Holland
|
|
|
|