|
Qilçix
Ez nêzîk dimrim,
ez nêzîk diçim nav lepên xweda..
bi xatirê we..

Ê ko mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake.
Xwendevano, dostno, hevalno, nivîskarno,
siyasetmedarno, dê, bav, xuşk û birano; bi xatirê we, li min
biborin û li min helal bikin çimkî ez nêzîk dimrim, ezê nêzîk
herim nav lepên xweda, hun qet nema min dibînin, yek bi yek
lêborînê ji cenabê we dixwazim ko min carekê ji caran bi qestî
yan jî bê qestî dilê we hiştibe, an min malê we xwaribe, an min
bêbextî li we kiribe, am min bêndera we qulaptibe, an min sînorê
we ajotibe, yek bi yek têm destên we hun ê li min biborînin. Min
jî wek we hîna mirin nediye, lê ji bîr û bala min nare, mirin
tim di bîr û bala min deye û ji ber vê yekê ez gunehan nakim,
min guneh nekirine ji bo ko we bi qestî bi êşînim, bextreşiyan
nekin û bi rasî bibêjin; ma min carekê ji caran dilê yekî ji we
hiştiye?, ma min bi qestî kes ji we birîndar kiriye?, tiştê ko
min kiriye, min rexne ji bo me hemiyan kirine, lê dîsa lêborînê
ji we hemiyan dixwazim ji ber we dilê xwe ji min girt û we
mebesta rexneya min fam nekir, dilê we piçûke, ma gunehê min
çiye, we ez şaş fam kirim, hun bi zimanekî dirêj dibêjin; bê
rexne nabe, lê dema yekî wek min rexneyan li we dike hun dîn û
har dibin, hun kirasê xwe diçirînin, dîsa lêborînê ji we
dixwazim. Ko qewîtiyên we li ba xweda hebin li ser maila min
bişînin, bi lez û bez bişînin berî ko bimrim û hun poşman bibin
Mirin ne xeyd û cudahîya di navbera laş û rih
deye, belê xeyd û cudahîya di navbera rih û rih deye. Gelo ko
mirin tuneba dê jiyan, dunya, civak û insan çilo û çawa bana?.
Mirin dê ji bo min dawiya dexse û zikreşiyê
bîne, çimkî mirî dexseyî kesî nabin, mirî ji kesî naqeherin,
mirî dilbijandin û çavsoriyan li kesî nakin.
Ezê di derya hefteya bêde bimrim, hun dikarin
niha bên şîna min, hun dikarin xwe newestînîn jî û neyên ba min,
ji ber ezê bimrim ma hunê bên çi, hun dikarin telefona min
vekin, na hun dikarin E-mailekê bişînin ji ber telefon bi
peraye. Ko hun hatin ba min jî bila di bîr û bala we debe ko ezê
qehweya tahl nedim we, ezê çaya cemiiiiiiiidî bidim we, ko ne
cemidî be jî ezê perçeyên qeşê bixim nav dako kela dilê we baş
hênik bibe. Jixwe yê ko neyê şîna min, telefon neke, E-mailekê
neşîne ezê xwe jê bixeyidînim û silavê nema lê dikim, îca hun
dizanin, hun azad in. Ma ko ez hîna sax hun neyên serdana min
jixwe ko ez mirim ne hun tên û ne jî wer in. Ma ko ez mirim û
pêde ezê çilo bizanibim ko hun hatine serdana min.
Ma kî ji me dê sax û zendî bimîne, emê hemû
bimrin, em li ber deriyê mirinê, di kêferata mirinê de wek
gunehkarekî poşman dibin, de ka wer in em ji niha û pêde bes
gunehan bikin.
Merov bi gelek şêweyan dimre, me şêweyek tenê ji
mirinê nas kiriye, şêweyê ko rih ji laş dixeyide û koçber dibe û
tu wate ji laş re nemîne, laş genî dibe, bêhn pê dikeve û dibe
ji avêtinê re, wê çaxê rih dimîne û her yek ji me rihê wî kesê
mirî li bîra xwe tîne, îca dema ko xwediyê wî rihî baş be yan
xêrxwaz be em wî bi baştî li bîra xwe tînin, lê ko xwediyê wî
rihî şerxwaz, zikreş û kîndar be em hemû lanetê lê dibarînin.
Îca kîjan rih başe, rihê xêrxwaz an ê şerxwaz.. Jixwe li gor
felsefeya kalik kalikê me Zeradeşt dawiya dawî serkeftin ji
xêrxwazan re ye. Diyare merov bi gelek şêweyan dimre, dema merov
xwe ji civaka xwe qutbir û dûr bixîne û xwe jê bişo merov di
nerîna wê civakê de mirîye û ev raste ji ber ko rih ji wê civakê
qut dibe, ji ber ko laş bê rih nabe û têkiliya me bi rihan reye
û ne bi laşan reye, rih û rih têkiliyan bi hevûdu re datînin û
ne laş û laş, laş bi rola rih radibe, em laşan ji bo çavan
dibînin, laşê bê rih ji çi reye?. Rihê şerxwaz û rihê xêrxwaz
nabin dost, rihê şêrîn û rihê tahl nabin dost, du kes nikarin ji
hev hez bikin ko rihên wan ne nêzîkî hev bin, ango ko rihekî
hevbeş di navbera wan de tunebe, dostanî, evîndarî jî wisa ne.
Ez çima ji dilbera xwe hez dikim?, ji ber rihekî hevbeş di
navbera me de heye, ez çima ji filan kes hez dikin û ji bêvan
kes hez nakim, li gel ko cugrafiya laşên her duwan mîna hev in,
lê ji ber rihên wan ne mîna hev in. Dema merovek tiştekî bê dilê
xwe dike, yan jî dema em tiştekî bê dilê wî bi wî dikin em
dibêjin; bi mirna wî bû.
Ko ez û tu nivîskar bin, ko ez û tu hunermend
bin, ko ez û tu dost bin, ko ez û tu siyasetmedar bin û tu bi
şêweyekî ji şêweyan hewldanan bide ko min bişkînî dako tu
biserkevî, dêmek tu mirina min dixwazî û ev jî şêweyek ji
şêweyên mirinê ye. Bêbextî û derew li hevûdu kirin jî mirine.

ko hema 50cm di nav axê de berjêr û
winda bibim, ezê bibim ji navdaran, û her kes dê bêje: weleh
qado baş bû..
Bi xwendina vê daxuyaniya dawî re ko ji min
derdiçe, ez zanim hin kes di nava xwe de nifiran li min dikin û
dibêjin; xwezî rast be, xwezî birastî bimre dako em jê rihet
bibin. Îca ez ji wan kesan dipirsim; di bext û ujdanê we de, ko
bext û ujdanê we hebe min çî nebaş di derheqa we de kiriye ta ko
hun nifiran li min dikin û dixwazin ez bimrim. Her yek ji me
zindiyan dujmin in wî hene, ez jî dizanim ko dujminên min hene û
xêrê ji min re naxwazin, jixwe dujminê hov dixwaze yan ez bimrim
yan ew min bikuje. Wek nimûne Pasmark û Hitler, yekî Elmanya ava
kir û yekî wêran kir. Wek Garîbaldî û Mosolînî, yekî Italya ava
kir û yekî wêran kir, îca hun jî dikarin weke Pasmark û
Garîbaldî bin hin ji bo xwe û hin jî ji bo milet û welatê xwe,
dako piştî hun bimrin nalet li we nebare wek ko li Hitler û
Mosolînî dibare. Ko mirin di bîr û bala we de be hun ê wek
pêxemberan bin, hun ê ji xêra pêve nekin, hun ê ji hezkirinê
pêve nedin. Ma hun ê wek min nemrin?. Mirin ji bo hinan derman
e, ji bo hinan rihetiye, ji bo hinan malwêraniye, lê ji bo min
jiyan e. Helbet em ê hemû bimrin û kes ji me ji ber nafilite, tu
kîbî tê bimrî, tu dewlemend bî yan parsek layê parsekan bî, tu
serok an kole bî.
Feqeyê Teyran dibêje(bibor in malika sêyemîn baş
nayê bîra min):
Ne Şêt ma ne Nûh ma
ne Yûnis ma ne Curcîs ma
ne……….
Ne Eyûbê birîndar e
Ne calînos û Suqrat ma
ne Tatalîs û Yeqrat ma
Ne Zulqurneyn û Mir`at ma
ne cum-cum ma ne ixbar e
Min sînorê kesî ji we ne ajotiye, min bêndera
kesî ji we ne qulaptiye, min motka bin mirîşka kesî ji we
nedizîye, min tinazên xwe bi kesî ji we nekiriye ji bo ko we
bişkînim, ev ne ji exlaqê min e. Min carekê ji caran rexneyek li
dostekî kevn kir, ne li kesê wî, na na, li helwesta wî wek
nûnerê partiyekê, lê mexabin ev bêtirî salekê silava xwedê jî li
min nekiriye û li gelek deveran jî şerê min dike, ma ev ne
kuştin e, ma ev ne mirin e, li gel ko ez û wî ta wê gavê wek şîr
û şekir bûn.
Carnan merov di navbera xwe û kesê xwe de dimre,
merov ji rihê xwe ditengire, û rih dide ber bazara mirinê.
Ew ên xwe dikujin mirin bi wan şêrîn dibe. Ma
gelo mirin ne şêrîn e?, ko ne şêrîn û derman ba em nedimrin. Di
demekê ji deman de mirin ji bo me hemiyan dibe derman û şêrîn
dibe li gel ko kengî be emê hemû bimrin.
Ez yek ji wan im, ew ên ko mirin ji bîr û bala
wan naçe. Îca bang li we dikim ko hun jî wek min bin û bila tim
û tim mirin di bîr û bala we de be dako hun gunehan nekin,
bêbextiyan nekin, şaşiyan nekin, ji ber piştî mirnê merov poşman
dibe û merov nema dikare tiştekî bike. Jixwe min hîna mirin
nediye û ji ber ko min hîna nediye nikarim li ser tecrubeya xwe
bi mirinê re binivîsim û ev tecrubeya min a herî têkçûyîye.
Rih namrin. Dema merovek dimre û bin ax dibe,
laş bin ax dibe û ne rih, rih zendî dimîne, û em ji wî rihî fêrî
hin tiştan dibin, çimkî tecrubeya wî bi me zendiyan re bi dawî
dibe, dema em wî li bîra xwe tînin em wî wek zendiyekî bi bîr
tînin. Carnan tiştin tên pêşiya merov ji merov weyê ko berê ev
yek bûye, ev raste ji ber bi rihê merov re bûye. Bi min re gelek
caran wisa bûye, tiştin tên pêşiya min ji min weyê berê ev yek
bi min re bûye û ez dizanim dê çi çê bibe, naxwe rihê min berî
ez ji diya xwe bibim dijî û zendîye, di demekê de dikeve laşê
min û wekî din mîna rihekî nenas di nav rihan de dimîne.
Ez îro danê sibehê li ba textorê xwe bûm, ji bo
ko ji min re diyar bike di çi rojê de ezê bimrim, wî got: dilê
te gelekî westiyaye..gelekî..gelekî..te gelekî hez kiriye..te ji
her kesî hez kir..dilê te ji dû hezkirinê westiyaye û ji ber vê
yekê tê bimre ji ber dilê te nema dikare kar bike.
Do merovekî min, li Polenda dijî telefona min
kir û got: xeyo bila tu sax bî, rehma xwedê li te be, xweda te
bi dilovaniya xwe şa bikî, wele tu zilamekî baş bû, çima tu mir
loooo?, weleh hîna zû bû, naxwe ez nema te dibînim?!.
Ez niha tenê me, çi dema ez bûm dido û bi quloç
ezê bimrim, masiyên piçûk hevûdu dixwin lê Nehing hemiyan
dixwin.
Qewîtî: ji hevûdu re baş bin, ji hevûdu hez
bikin, li hevûdu guhdarî bikin, hevûdu bipejirînin. Termê min li
derveyî sînorên kurdistanê wek ê sehekî navêjin.
Ji bo şînî û bexşandinê:
Tel: 0031-624142097
Mail:
qadoserin@hotmail.com
* * *
Terqîna Azadê Hesko
Qado layê Şêrînê
Tu li vê dinyê namînê
Çiqasî em li ser te bixwînin
Quran û Incîl û yasînê
Bi wî xwedayê mezin
Tu cunetê bi çavên xwe
nabînê
* * *
Sersaxî
Qado
Li min bibûre min nizanîbû ku mirina te nêzîkbûye û ez zanim ku
tu nikare vê emaila min bixwîne ji ber ta bighê wê dem
derbasbûbe ji ber tê mirî be, lê dîse nexeme ji ber ezê
(terqînê) li ser te bixwînim ji ber li wan welatan kesek nîne ku
terqînê li ser te bixwîne. Ya didiwan dema min bihîst ku tê
bimire min çû serxweşiya diya te û bavê te kir, ez çûme dest û
piyên wan û min ber dilê wan xweşkir. Lê birastî ew gelekî ber
te neketin û ev guneh tenê bese ta tu ji bo wî here nîvê
êtûnê.ji ber wan digot kuro ew çû wan welata jî û em ji
zimandirêjiya wî xelas nebûn.
Qado....bibûre miriyo ez dizanim ku tu nikare
niha bersiva min bide ji ber wilo jî ezê dilê xwe li te hînik
bikim, û çi tiştê bê ber devê min ezê bêjim. Ma tu nizane hey
belqitiyo ku gotina rast vê demê ji kuştinê mezintire, ma tu
nizane hey xwedê li wê dinyayê (mesix) kiro ev dema zêr û zoryê
ye, heme ta sibehî bere tu rast be, mane nehêjaye pîvazeke
xerabe, ka bêje law ka çiqas perê te ji bilî qama te ya qut û
serê teyî rût hene, ka kê xwe daye pişta te ka çend dostê teyî
ji dil dost hene .....pûçe.
Ev terqîna teye lo.....
Ey qado....kurê şêrînê....jibîr neke soza ku ji
dinyayê tu pê derketî, ta ji te were derwîn be û zanibe xwe bi
mirovan şêrîn bike tevî tu derewan li wan bikî. Heger herdû
firîşte ango munkir û nekîr hatine ba te û tu dane bersivdan tu
netirse ji ber ev karê waye, bi zimanekî vekirî bersiva xwe
bide, bere tu mêr be weke ku tu dijiyanê deyî, bêje min tu roja
zordestî li tu kesî nekiriye, min tu carî gotina derew bawer
nekiriye ez tu carî nebûme kolê zêr û nerastiyê.
Ey qado ...kurê şêrînê...tu niha miriye û te li
pişt xwe hiştiye xweşiya jiyanê her timî ya rast bêje.
Lê qado heger tu birin êtûnê û ev tiştekî bêgumane, lê ka bêje
naxwe ev mirovên dî wê çawa kin, bi van gunehê xwe û sitemkariya
xwe, ma tu dibê wê cihê te di dojehê de hebe loooo...
Her tu bi mirina xwe şad û bextewer bê. Her
bijîn yên mirî. Jibîr neke cîkî min vala bihêle lo..bere.
Silêman azer
Qamişlo
28/10/2005
* * *
Birayê hêja Qado:
Rêz û silav,
Bawer bike ko bi çûna te ez gelekî dilteng im û
wek te got tekez keyfa pir pîsan bê, emanet Qado du sê pirsên
min ji Xwedan hene heger tu kari bî ji dêvla birakê xwe jê
bipirsî:
1-“Ji pîso pirsîn: pîso çima tu pîs î? Got çi
bikim xwedê li aniya min nivîsî”…!!! Ji yezdan evê pirsê binase;
bê ka raste ewî li aniya wî nivîsî…?
2-“Ne ji gelacan ba wê gur û mî bi hev re
biçêriyana…”!!!Ez dixwazim binasim bê ka wê li wê dunyayê çi
evan gelacan bê…
3-“Mirîdan gazin ji Ehreman kirin; ko cihê wan
li dor êgir ne xweş e…!! li wan vegerand ê ko cihê wî ne xweş
be, bela cihê xwe bi ê min biguhêre”{ helbet ew di nîveka êgir
de bû û mirîd li derdorê wî bûn…?? Pirsa min gelo wê ev mirîdana
bimînin mirîd an rojekê ji rojan wê ew jî bibin Ehreman û di
nîveka êgir de rûnin..??
4-Li min negire ez dizanim tu bilezî; lê pirsek
tenê maye gelo çima tîpên kurdî kînok in û hevdu negirtîne??
5-Wekîlê me û silavan li her kesê ko li me
bipirse….
Hevalê te
Ezîz Xemcivîn
* * *
Qadoyê Şêrîn
ey miriyê ne mirî, ey miriyê sax û xweş ......
... Qadoyê ne rihmetî ..... ango hîn tu bi
tememî ne çûye ser dilovaniya xwe , rêz û silav û gulavan bi
xwe re bighîne kesên ku tu rastî wan were ,
Qado .. feqet du mirovan ji dinyayê dizanin ku
berî mirina wan ewê bimrin ... Qado Şirîn û Ghazî Kanaan ... de
ne xeme looo .
Heyyyy Qado ... !!!!!!!
silav bike wan sirûdên şewitî ji alava gurr
agirê xwedê hebmêz bike wan Horiyên ku ji
AL-Qaade re hatine hazir
û dorpêç kirin . lê weseka min li te be
.... qet ji bîra neke .... û bike guhar di guhê xwe ke berî her
tiştî divê tu biçî destên bavê Globalizma yekem ( Adem û Hewa )
biramûsî . lê bera haya te ji bazirganên şerê bira kujiyê (
Qabîl û Habîl ) jî hebe . wan jî demekê ji xwe re du dewlet û
du hukûmet û du serokatiyet û du perlemaniyet û .. û 2 û 2 û 2
ava kiribûn wek Kurdistana me ya başûr . lê yekê dibêjim
û yekê jî ji bîra dikim ..ax .ax.. .... hate bîa min ...
hema birayo şûşeyek ji benzîna Qereçûkê
jî bi xwe re bibe ... ta ku tu hemû quroçiyan û Caaşokan pê bi
şewitînî, lê divê tu biçî serdana Zarokên Sînemeya Amûdê bikî û
semawenda wan jî ji aliyê
Hevgirtina Rewşenbîrên Kurdên Rojava ve pîroz
bikî ... ...ha ha ha Qado yek
deqe ... mumkine ku tu û Seddam Hussein jî rastî hevdû werin di
mizgefta Helebçe de .û li dawî ... qurban û heyran .... ger bi
rastî ( 40 ) horiyan teslîmî mirovan dikin .. aman haaa aman
ji kesekî re nebêje ji bilî birayê xwe ....hêvîdarim ku tu
bimrî ...bi mirineke gulgulî û sirûdin şewitî û çivîkin
beravêtî
herbijî Qado di dojeha sermedî de bijî Kurd
û Kurdistan
Inayat Dîko (Karîkatorîst).
dikoo@hotmail.com
Germany
* * *
Hevalê Hêja û Berêz Kek Qado Şêrîn,
Dema min Gotara te bo mirêne xwend ez baş tê
gihiştim ko mebesta te ji mirêna te çiye û çima tu mirêna xwe
zû dixwazî ? Helbet tu xwe serbest nabînî ko rexneyan li dor
hêla xwe bikî! an tiştin çewt dema tu bi çavên xwe dibinî lê tu
ne serbestî bo gotina raste rast. Ez hêvîdarim ko hemû armancên
te pêk werin û tu nava bihustê da bijî. Bihuşt ne bes li axretê
ye, helbet li vê cîhana me ya ko em lê dijîn jî.
Kekê Qado, Bila sebra te fereh bî wê hemû
armancên te di rojên pêşda wê bi cî werin. Dunya me zor tê
guherandin û gelê me jî wê xwe biguhêre li gora şert û mercên
dewrana vê Gerdûnê.
Hêviya xweşî û serkeftinê bo te daxwaz dikim. Lê
ji bîr meke yên wekî te pirr pêwistin di cîhana me da hebin bo
te jiyaneke dûr û dirêj daxwaz dikim.
Silav û Rêz
Seîd Mistefa
Australiya
18/10/2005
* * *
Mamostayê delal û hêja....roj baş
weke
hevalê tenî li polonya yê got xwedan te bi rehma xwe şa bike..lê
bila tu sax bî.. bi rastî min go qey bira tiştekî wisa heye ..û
min xwest ez bixwînim hetanî dawiyê..lê mala xwedê ava ku ne
rast bû..mamosta ma mero wisa datî ne li ser mirina xwe. lê bi
rastî daxwiyaniyeke, yan jî nivîseke pir bal kêş bû..pir nûjen
bû..raste emê giştik bimrin ..lê bawerke ez bi xwe nerîna min ji
mirinê re ji xwe ez nizanim mirin çiye jî ez qet têde raman
nakim..heta ji min tê ez tişê baş dikim û xirabiyan nakim, motkê
li bin mirîşkê kesî nadizim..û ez di mirênê de qet nafikirim ez
xwe dikim xwedayê xwe û mirina min bi destê mine heta ji min tê
ez xwe nakujim..jiyana min nuha xweştire.. lê kefa min pir ji
nivîsa te re hat bawerke min sê caran xwend pir bal kêşe
..herkes ewê bixwîne û ji te re binivîse yan jî were şîniya te û
tu sax.. ma jê xweştir heye mamostayê min xwezî min jî karîba
tabloyek wisa xurt çêbikra û bila ez piştî wê bimra ma.........
kêfa me
pir ji te re tê..û silav û rêz
Raxib
Sosanî (Şêwekar).
* * *
silav kekê Qado Şêrîn
Tu miriye, je ber wilo min nikarîbû ji te
bipirsim bê tu dihlî ez gotara te daxim malpera amude.info,
heger tu sax ba minê ji te bipirsiya lê mexabin tu miriyî, ji
ber wilo min bê izna te gotara te daxist malpera amude.info.
Te çi tiştê min xwaribe, dizî be, an bê izna min
birbe ez li te halal nakim xwedê heyfa min û a hamû xelkê ku te
tade li wan kirbe je te re nehêle.
sila û rêz li te û kefenê te be.
Birayê te bîlal Alûcî (amude.info).
|