|
Qilçix
Gulê -> Gulîstan -> Kulistan
Ta nivîsandina
vê Qilçixê ji min weyê jinên xweşik û spehî gunehan nakin, ji
min weyê jinên xweşik jibilî yezdanê dilovan perwane û perîne li
vê dunyaya saro-germo da jiyana mere xweş û geş bikin û mere ji
gunehan bişon, lê dema ev jinên wek pêxemberan gunehek an jî
şaşîtiyek çuqasî biçûk dikin mere wan guneh û şaşîtiyan pir
mezin dibîne. Ev jinên xweşik xweda ew dane ne ku xwe veşêrin û
mere wan nebîne, belê da mere wan ji hemû alî de û bi hemû
awayan bibîne çimkî mere bi wan ji jiyanê û ji jinên ne xweşik
hesdike lê ku ev jinên xweşik û spehî xwedî rih û rawanekî
kirêtbin wê çaxê dunya û jiyan li mere teng dibe û ber bi
wêranêde dire. Xweda jinên xweşik dide da li şûna pêxemberan
rûnin û pêxemberan dilê kesekî ne hiştine, kesek ji xwe ne
xeyidandine û guneh û şaşîtî jî nekirine. Lê jinên xweşik bê hiş
û hovin jî.
Gulîsatan
perwer ya ku ez wê nadim bi malê hind û yemenê, ya ku di
destpêka xwe de gulek bû di dûv re bû gulîstanek gul û di
dûvretir bû kurdistan di hiş û ramanên min de, min pir ji wê
heskir, gelek çaxan ji dilbera xwe bêhtir, gelek caran min di
nava xwede digot:-gelo heye carekê hemû jinên kurda bibin wek
Gulîstan perwer xwîn û rih û ziman şêrîn, gelo heye carekê bibin
wek wê jîr û zana û pêwend, ji xwe xweşibûn û spehîbûn wê ji
kesekîre nehiştibû (bi taybetî piştî çûna Emerîka û…), û jiber
vê yekê min ji wê heskir wek ez ji dê û xuşk û dilber û welat
hesbikim, helbet gelekên weke min jî hene û di nav hemû welat û
miletande jî wisaye, hinek kes Madona xweşiktir û baştir
jin û dengbêj di dunyayêde dibînin, hinek jî C.Jakson,
hinek din Sîlin Diyon, lê ku Madona an jî
C.Jakson an jî Sîlin Diyon guneh û şaşîtiyan di
derheqa xoşevîyên xwede bikin helbet dê keleha heskirina wan
biherife, wisa jî Gulîstan perwer. Dema di hevpeyvînek
xwe de (kovara Al-musteqbel ya Libnanê) got:-ez
ji malbatek pir bi nav û deng û kevnarimim di nav Kurdan
de, malbata min berhema çand û kelepora ku temenê wê Hezar sale
û bi dibistana Ehmedê Xanî dest pê dike, diya xwe jî ji
Gêlaniyan dibîne yên mirîdên wan li her çar perçên kurdistanê
hene.
Di hevpeyvînek
dî de di Rojnameya Al-Hayat ya li Londonê bi Erebî
dertê di bersiva pirsekê de dibêje ku ew li dengbêjên ereb
ên kilasîk û nûjen guhdar dike, lê wek ez dizanim
Gulîstan perwer bi erebî nizane (muzîk zimanekî cîhanî ye)
û ereb jî li wan dengbêjan yên wê bi nav kiribûn guhdar nakin lê
xuya dike yê hevpeyvîn pêre kiribû wî ewqas nav nivîsandibûn
çimkî ew baş li wan guhdar dike, ya din Gulîstan Perwer-dilber
û dayka çil milyon Kurd- ma Ehmedê Xanî di çi salê de ji
dayka xwe bû te ew hezar salî bi paş de vegerandiye ta tu xwe bi
wî mezin bike, mane wî di Mem û Zîna xwe de gotiye:
Dema ji
xeybê fik bû
Tarîx
hezar û şêst û yekbû
Ango di sala
1061 ê hicrê de, (1061h + 580 = 1641z, 2002z- 1641h = 361),
yan jî di sala 1641z bigir ev 361 salên wî lê tu çima wî hezar
salî vedigerîne bi paş de, xuyaye Gulê tiştekî li ser
kilasîkên Kurd nizane tenê dizane xwe bi wan mezin û payebilind
bike yan jî tenê navên wan bihîstiye.
Lê ya ku ew ji
qata yazdehan daxist qata yekê û ew ji pêxembertiyê daxist şûna
mirîdekî bê bahwer çûna wê ya Telefizyonê ye û çêkirina
programan û hevpeyvîna bi dengbêjên ne dengbêjre û gotin
û pirsên xilo-xavî wek:-tu ji kutilkan an ji şamborekan
hesdike ?, -mirîşkên we liser motkan an liser pîvazên spî
hêkan dikin ?.
Hêvya me ji te
ne ev bû, me wêneyê te bi malên xwe ve daliqandibû û me kelehên
heskirinê ji te re di dilê xwe de ava kiribûn, lê te lingê xwe
li her tuştî xist dema te kesin ne tuştek li ser serê me kirin
dengbêjin mezin û bi nav û deng û te programên zendî bi wan re
çêkirin û te pirsên bê tam û bê wate ji wan kirin wek:-ka
bi xêra xwe ji min re bibêje xerbî çine û aşitî çine li herêma
Qamişlo ?, di dema em dixwazin vê yekê ji nav xwe
hilînin û neînin ser ziman tu di programên zendî de vê yekê gift
û go dike.
Roja îro bigir
şeş milyar mirov liser rûyê vê dunyaya xweş dijîn û hemû jî
bahwerya wan bi pêxemberan heye ligel ku kesekî ji wan pêxember
nedîtine, ev jî tu ye Gulê ku dîtina te ji mere hisret ba
emê bibana ji mirîdên te, ku te bigota bimrin emê bimrana te
bigota rabin emê rabana.
Ne ez û ne
kesekî dî em ne dujî çûna te ya telefizyonê û çêkirina programên
zendî ne lê em hemû dujî tuştekî ne:- tu kesin ne kes –dengbêjin
ne dengbêj –mirovin ne tuştek liser serê me dike dengbêjin pir
mezin û bi nav û deng û xwezî tuştek liser mûzîk û dengbêjiyê
bizanîbana jî. Lê jiber tuştekî nizanin û ji koka xwede ne
dengbêjin belê bi mûzîk û strana kurdî dilîzin tu jî wan pirsên
bê wate ji wan dike wek:
-tu xerbîye an tu aşîtî ye?
-hûn qitîtkan çilo çêdikin?
-sehên we bi şev dikin ewt-ewt?
-gelo mirîşkên we hêkên du zerdikî dikin?
-jinên we dizanin xwrinên xweş çêbikin?
-tu dikare carekê xwrinek xweş ji minre Fax
bike?
-qîzên gundê
we bentelonên Koboy li xwe dikin?
Li dawî ma
dengbêj nemane tu wan dengbêjên ne dengbêj pêşkêşî çil milyon
kurd dike yan sedemin dî hene em nizanin. Dibe yek ji wan
sedeman bi wateya gotina tebe, dema mirovekî telefon kir da tu
carekê Şivan Perewer biborin Şivan Perwer bike mêvanê xwe
te gotibû:- Ev televîzyon bi xwîna şehîdan hatiye
çêkirin, me ked di ber wê de daye..,hinek maye tu
bibêje:- malbata şehîd nedabin çênabe li telefizyona me
temaşe bikin.
Li dawiya
dawî - Cilên te pir xweşikin….
11/01/2002
|