|
|
|
|
Qilçix
Jiyan bê serok
nabe, qet nabe..
Merovê serokatî jê razîbe, bihuştîye…
Jiyan bê
pêxember dibe lê bê serok nabe.
Jiyan bê serok
nabe. Ev hevok an jî ev diruşme ne min afirandiye, her wisa ne
dengbêja navdar Şêrîn Remo, belê ne jî nivîskarê navdar Şîşa
Tenûrê, belê rêcîm û kesên diktator afirandine dako dema
koletiyê vegerînin. Koletî jî bi gelek şêweyan dibe, ne gereke
tu li ser serê desthilata welatekî be ta ko tu diktator bî,
merov wek bav dikare diktator be, merov wek serokê partiyekê
dikare diktator be, wek birêvebirê koşkek paltalkê dikare
diktator be, wek spîkerê bernameyek televizyonê dikare dikatator
be û wek nijadekî di axaftina mijarekê de dikare diktator be..her
wisa gelek nimûne hene.
Jiyan bê serok
nabe. Di vê hevokê de miletek tune dibe, bê viyan û biryar dibe.
Ev diruşme tê wateya ko serok mir, dê milet jî dimre, ji ber
jiyan bê wî nabe.
Di vê diruşmeyê
de du tişt biser dikevin, diktatorî û berjewendiya kesane,
diktatorî ava û berfireh dibe û li gor têgihaştina ji qeder û
sofîtiyê re tê perwerde kirin, merovek bi hesanî dikare merovekî
bê guneh bikuje û bibêje: xeber(sixêf) ji serok re dan, ji bo
sixêfeke wek; ez di xuşka wî ya piçûk nim bê kuştin, yan jî
wêneyê wî li dîwarê mala xwe nexine. Berjewendiya kesane jî hin
tê parastin û hin jî wek piroje biser dikeve, nimûne jî gelek
in, di dema SEDAM HUSÊNê diktator de, ji Sedam re digotin; em
jiyana xwe gorî te dikin, hin kesan ji tirsa diktator wisa
digotin û hin kesan jî ji bo ko pirojeya berjewendiya xwe ya
kesane bipêşde bibin û biparêzin, wisa digotin. Di vê diruşmeyê
de merovek dikare ji dû firotina wêneyê serok û alîkariya ji
serok re bibe melyonêr. Her wisa niha li Sûriyê jî wisa ye, ko
tu bê dilê xwe nebejî; bijî serok tu av û av çû, tê wek
çirçirkekê bê perçiqandin.
Dibêjin di dema
pêxemberekî ji pêxemberan de, ewê ko bîr û boçûnên wî di serdema
destpêka sedsala bîst û yekê de li miletê wî bûn bela, jixwe
gelek pêxember hatin û çûn, ez ne navê hemiyan dizanim û ne jî
dikarim navê wan bijmêrin û bibêjim, îca di dema kîjanî de bû ez
jî nizanim, lê dibe ko ne pêxember be jî ha, lê ew xwe wek
pêxemberan dibîne, ma Bûda pêxember bû?, lê wî ji mirîdên xwe
bawer kir ko bûye pêxember, ev jî şêweyek ji şêweyên nexweşiya
meznahî û diktatoriyê ye. Dibêjin mirîdên pêxemberekî ji wan
pêxemberan gotin: jiyan bê te nabe, û wî jî bawer kir.
Mînakek ber bi
çav di dîroka merovantiyê de heye, nimûneya me li jor anî ziman
ko ew jî Bûda ye, wî serokî, biborin wî pêxemberî jî guman kir
ko bûye pêxember, îca mirîdên wî jî guman kirin an jî bi xwe dan
bawer kirin ko jiyan bê wî nabe.
Jixwe serok
biborin pêxemberê sedsala bîst û yekê ling daniye ser ling û bi
wan hovan dikene, di nava xwe de şad û kêfxweş dibe, ko baskê wî
wek ê çûkê zelore hebiwana dê ji kêfan re bifirya.
Merovekî
daxuyaniyek di derbarê pêxember, biborin serok de belav kir û
têde diyar kir ko pêxember, biborin serok merovekî newêreke û ji
meznahiyê hez dike, bi nexweşiya meznahiyê ketiye, xwe dike mêr
lê di nava xwe de pisîke. Jixwe wî merovî piştî daxuyaniya xwe
ya ko bi xwînê hatibû nivîsandin li kolana Sinceqdar, li Amûdê
benzîn bi xwe dakir û agir bera laşê xwe da ta ko bû qirik, berî
ko peyên pêxember, biborin serok wî bi şêweyê xwe bikujin.
Merovekî din ji
wî ders girt, mêrantî di xwe de dît, nav di xwe da û wî jî
daxuyaniyek belav kir û têde diyar kir ko pêxember, biborin
serok qet rexneyan napejirîne, roja din di mala wî de bumbeyeke
ji 500Kg TNT teqiya û taxeke sax ji kok de wêran kir û gelek jin
û zarok kujtin, dibêjin zarokek ji wêranê filitî û got; min
tiştek nekiriye..ma gunehê min çiye...ka diya min..?!
Nivîskarekî jî
sê gotarên rexneyî di derbarê pêxember, biborin serok de weşand,
du roj neçûn dadgeha bi serokatiya pêxember, biborin serok
rûnişt û 33 sal ceza da nivîskar, divê 33 salan di koxa mirîşkan
de bixwe, vexwe û razê, wî di gotarek xwe de anîbû ziman ko
mêrantî ne bi zirt, fort û boqê simbêla ye, belê bi helwesta
rast û dirust e.
Nivîskarekî din
jî bîst û du pirtûkên pesindariyê di derbarê pêxember, biborin
serok de derxistin, şazde ji wan tenê wêneyên serok bûn, xelata
wî jî piştî demekê di bûyerek ne diyar de jiyana xwe ji dest da(
gelek kes zanin çima). Jixwe ya ko her kes dizane, pêxember,
biborin serok girûpek ji nivîskarên fanso li xwe kom kiriye û ta
niha şêst û şeş pirtûk bi navê wî çap kirne. Lê kesek nizane
çima û çilo her ji demekê yek ji wan nivîskarên fanso nebedî
dibe.
Hin kesên
hevrik li ser çiyakî asê gihan hevûdu û li dujî vê duruşmeyê
derketin û gotin: jiyan bê pêxember, biborin bê serok dibe û
dibe jî, çilo jiyan bê wî nabe, çimkî her yek ji me dikare bibe
serok. Serokatî ji ba merovaye û ne ji ba xweda ye. Rojekê ji
rojan merovekî kawik ji wan hevrikan ji bajêr dizîvire gundê xwe,
gundê ko ji dinyayê qut bibû, ji cugrafiya û ragihandinê hatibû
birîn û nûçe nedigihanê ko ne bi merovan biwa, ewê gundî ko ji
tirsa kuştina li ser destên mirîdên pêxember, biborin serok bibû
yek ji wan, lê rojê hezar nifir lê dikir, dema giha ser bênderên
gund kir qîr û bang kir; hawar..hawar.. pêxember, biborin serok
mir, îca ka çilo emê bê wî bijîn?. Piştî konê şîniyê yekî nav di
xwe da û got: binerin va em bê pêxember, biborin bê serok
dikarin bijîn, hemiyan serê xwe hejandin û bi wateya belê raste
li hevûdu nerîn, yekî din jî nav di xwe da û got: çima dê nemire,
mane merove wek me, hemû pêxember ji Adem ta bi Çîko mirin, hemû
serdar û rêber ji Malko ta bi Cîvara mirin û jiyan berdewam bû,
îca ev çi derew, fen û fût û xape ko jiyan bê pêxember, biborin
bê serok nabe. Piştî yazdeh mehan mirîdên pêxember, biborin
serok bi bihaneya danheva alîkariyê li gund bûn mêvan û piştî
nas kirin ko kawiko nûçeya mirina pêxember, biborin serok belav
kiriye, êrîş birin ser mala wî û ew, jin, zarok û kalê bavê dan
ber bêr û qazmeyan tako hemû bi ser hevûdu de kirin mîna komek
ji goştê bi hawin kutandî, û mirîdan bi hevûdu re bang kirin;
bijî pêxember, biborin bijî serok, jiyan bê pêxember, biborin bê
serok nabe.
Di durişmeya
jiyan bê pêxember, biborin bê serok nabe de; miletek bi hişê
merovekî dirame û ev yek têkçûna wî miletî tîne, ji ber tevger,
raman, rabûn û rûniştin, dîrok û şaristaniya milet dirawestîne.
Dibêjin mirîdên
pêxember, biborin serok kor, xwîn germ û sofî ne û ne bi hişê
xwe diramin. Ev şêweyek ji şêweyên koletîya sedsala bîst û yekê
ye.
Ji bo ko jin ji
ber tenûr û tifik, ji bin qirş û piştiyên pûş rabin, xwe ji ka û
tenya bixêrîkan daweşînin, û xwe azad bikin, bi mehneya koletiya
ji serok re, biborin bi mehneya kar û xebata di ber serok de ji
ber tenûr, tifik, û kadînan derketin, û bi ser serê mala ketin,
li bin siya çiyayekî ji
çiyayên welêt, ê ko niha bi navê serok tê binavkirin,
konferansa jinên pêxember, biborin Serok a yekem li darxistin.
Di konferansê de (Yekîtîya Azadiya Jinên Çolistan) hat
ragihandin. Ta radeyekê ev yeka han ji bo jinên Çol tiştekî
serkeftbû, ko jin bikaribin pêşeroja xwe bi destê xwe nîgar
bikin, lê dema ko diruşmeya wan a sereke;
Konferansa me çareserkirina pirsa Çolistanê napejirîne ko
pêxember, biborin ko serok neçe seyranê. Sedema jiyana jina Çolo
serok e. Ko pêxember, biborin serok bi azadî neçe seyranê,
Çolistanê li ser bertevek ji zêr bidin me me navê. Jinên
Çolistanê hemî ji bo Pêxember, biborin ji bo serok dijîn. Bêyî
pêxember, biborin bêyî serok jinên Çolistanê yazde dolaran
naynin”.
Jineke dil paqij ji nav wan rabû ser pêyan, nav
di xwe da û got:
wisa nabe, ev yek şaşe, ev koletîye, ev têkçûna me û kesayetiya
me ye, ko şêst melyon Çolistanî nikaribin merovekî din wek wî
bînin û bikin serok, bila em hemû tunebin baştire.
Jinên ko digotin; em bêyî serok yazde dolaran naynin, bi incika
porê wê girtin û ew bi ziman û serê memkên wê ve daliqandin.
Berî du rojan min gotarek di bin navekî biyanî
de xwend, bê guman nivîskarê wê ji tirsan re navê xwe eşkere
nekirbû, xaleya sereke ew bû ko di diruşmeya; jiyan bê serok,
biborin bê pêxember nabe, miletek qambostî û bê vîn dibe, bê
biryara azad dibe û miletê ko ne azad be nikare pêşeroja xwe
nîgar bike.
Min jî ji bo azadiya hiş û ramanan, ji bo vîna
azad, ji bo ko merov azad bijî û bi azadî baweriyên xwe
hilbijêre, sînorên diruşmeya; jiyan bê serok nabe, çirandin û
niha li derveyî cugrafya dijîm.
Li derveyî cugrafya jiyan bê serok nabe, jiyan
bê serokan baştir dibe, her kes azad e û di ferhenga wan de;
koletî..diktatorî..jiyan bê serok nabe, wêneyên serok, navê
serok, dîkê serok, mirîşka serok, nimêj ji bo serok, çiya bi
navê serok, zarok bi navê serok, alîkarî ji bo serok, nînin. Her
merovek serokê xwe ye.
06/05/2006
|
|
|
|