malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


Hevpeyivîna Qolo bi Şiva Terr re

 

* Ma bila IBRAHÎM TATILÎS ji min zengîntir be

* Hinek dengbêj hene tenê li xwe guhdar dikin

* partiya {P.Y.S.Q.K.T} ez xelat kirim da ez jî ji wan re li  peran bigerim

* Ez bi Ingilîzî zanim û ez dizanim biskilêt bê dest bajom

* Telefezyona me dê demuqratî be ji yên din bêhtir

 

Pirs: ma tu kî yî lo?

Şiva Ter: ez pêxemberê strana kurdî me…ma hun nizanin, ko hun bawer nakin biçin ji kezîsor û textê razanê bipirsin,  wê rojek bê hûnê ji min re nimêj bikin. Û hûnê bi tepa bi serê xwe kevin, çima hûn pasilqe û jin û şeref û namûsa xwe naspêrin dest min dako ez ji we re bi parêzim.

Pirs : lê pêxember diziyê nakin ?!

Şiva Ter : tu rast dibêjî, ez ne diziya hêkên du zerdik û şebeşan dikim, ez stranan didizim da ez wan xweş û baştir bikim, ma tu vê jî dikî dizî ?, ez kirasekî nû li wan dikim piştî ko du-sê caran bi wan re radizêm, ez rihekî nû û mûzîkeke nû didim wan. Gerek hemû stranbêjên kurd ji min re kar bikin çimkî ew qûna xwe biçirînin nikarin bibin wek min.

Qolo : ma tu diziya stranan karekî rast û durust dibînî ?

Şiva Ter : na, lê ji ber ko ez pêxemberê strana kurdî me, ez maf didim xwe tenê ko keda wan dengbêjên nedengbêj bixwim. û wan stranan bi jiyan bdim.

Qolo : li cihekî tu keda hin stranbêjan dixwî, hin jî tu di gelek stranên xwe de li dujî kedxwara ye, çima ev dujber û durûtî li ba te he ?.

Şiva Ter : belê, lê kedxwariya ko ez dikim ne wek ya dujmin dike, ez keda dengbêjan duxwim da ez strana kurdî bi navê xwe tapo bikim, lê dujmin keda me kurdan dixwe û tuştekî nade me kurdan haaaaaaaaaaaaaaaaa….

Qolo : hinek dibêjin ko Şiva Ter zuha bûye lewra stranan di dize?

Şiva Ter :  ma bila ew keleha bilind a ko min ava kiriye bi herife, helbet divê ez diziyê bikim ta ko ez bikaribim wê keleh û nav û dengiya xwe bi parêzim, ev yek jî alîkariya min di danheva peran de dike. Ma bila ez nebim melyonêr…

Qolo : xuya dike tu pir ji pera hezdikî ?

Şiva Ter : min stran û mûzîk dane kurdan, bila kurd jî pera bidin min, bê pere jiyan nabe. Weleh çend keçên xweşik û spehî jî bidana min wê gelekî baş ba û min dê stranin din ji kurdên reben re çê bikrana…

Qolo : ma tu çi bi wan peran dikî ?, wek ez dizanim tu wan xerc jî nakî.

Şiva Ter : ez wan peran didim ser hev da ez bibim melyonêr, ma bila IBRAHÎM TATILÎS ji min zengîntir be, ew bi çi ji min çêtire, her yek ji me layê diya xwe ye, di dûv re ezê çima pereyên xwe xerc bikim û kurd li her deverê hene.

Qolo : ma Turumbêla te heye ?, ma tu zanî bajo ?.

Şiva Ter : belê, ez bi xwe gelekî lê siwar nabim, ji ber maşele-maşele  Turumbêlên kurdan pirin, li gel ko ew ji ber xwe ve nabêjin were bi me re siwar be em jî dirin eynî bajarê ko berê te lê ye, lê ez bi rû yê xwe yê şuştî siwar dibim. Qet nabe kesekî din Turumbêla min bajo, yahooooo kurd çiqasî cir nexweş in, tu dibê qey malê gawira yî, pir xurt dikin û ji qazîve li goncalan dixin û rojekê yekî ne got ;  ka ez ji te re tije Benzîn bikim. Eeeeeeeeew kurd çi çikûzin yahoooooo, xwezî ez ne kurd bama…..ezê wek Maykilê Kilinton û Eltonê Cakson bama, dê 29 Bodîgard û 11 seh û bi sedan dostik ên min hebana…

Qolo : hinek dengbêj hene tenê li xwe guhdarî dikin, ma tu jî wisa yî ?

Şiva Ter : ew mirovin nercisîne, nexweş in, tenê ji xwe hez dikin, ji wan weyê ko ew jî dengbêjin  ha..ha..ha…li mala bavê siwaraaaaaaaaaaa be…

Qolo : tu ji çi gula hez dikî ?

Şiva Ter : xelîlok, ooooooooohhhhhhhh çi bîn xweşe..

Qolo : tu û jin û hez kirin bi hevûdu re çawa ne ?

Şiva Ter: Ji ber min ji zû de tuştek ne kiriye, hefteya çû min çavek da jinek kurd, dema xwe tazî kir, ber çavên min reş bû û dilê min êşiya. Weleh gerek jin an hevalka me re wek siya me re hergav û herdem bi me re re be. Ji ber ko ez Şiva Ter im{ pêxemberê strana kurdî} dostik û yarikên min li her deverê hene. Gelek jinên min ên ne fermî hene, tu dikare bêje; li her welatekî jinek min heye, ma bila hunermendekî wek min ko rojê li welatekîye bê jin û li hotêlan razê. Jiyan bê stran, bê nan, bê dan, bê av, bê xelîlok, bê cil, bê oksicên û bê serî dibe, lê bê razana bi jinan re nabe.

Qolo: Tu berî çend hefteyan hatibû xelat kirin, ma raste ?

Şiva Ter : belê rast e, partiya {P.Y.S.Q.K.T} ez xelatkirim, da ez ji wan re li peran  bigerim. Ji ber ez di xapandina kurdan de şareza me û dikarim peran ji wan bistînim. Ez xelata xwe diyarî ya ko di şeva çû yî de beşdariya nivîna min kir, dikim..

Qolo : ango wan tu xelat kir da tu jî ji wan re di nav kurdan de li peran bigerî ?

ŞivaTer : belê ev rast e, wan dixwestin Telefezyonekê bi navê partiya xwe vekin. Ma ew bi çi kêmî { PKK. PDK, PDKI. YNK, PYNKI} ne.

Qolo : ma tu çi dibêjî ?

Şiva Ter : min dixwest cihekî min di wê Telefezyonê de hebe, hema wek berpirsyarê giştî û ji bo vê yekê û ji bo ko ciwanmêran ez xelat kirim ez jî ji wan re li peran geriyam, ma ev jî ne karê welatparêz û şoreşgêrekî weke min e..ma ne wisa ye Qolo can..te serê min xwarooooo…

Qolo : ez bawer im te ew jî xapandin?.

Şiva Ter : belê, ji ber ko wan dixwestin bi navê artiya xwe telefizyonê vekin, û min dixwest bi navê gelê kurd vekim, ji ber ko min wisa negota kesekî sentek nedida min. Ez ji bo gel dikim, gel..gel..gel..bijî gel.

Qolo : lê pirojeya we neçû serî?, çima gelo?

Şiva Ter ; yaho ko me telefizyon vekirba ewqase pere ji dest me diçûn, mentelî jê nediket bêrîka min, me ew pere li hev par kirin, ez para xwe ji pirojenin din re bikar tînim, lê ez soz didim gel ko ezê ji niha û 69 salên din Telefizyonek pêşketî ji gel re vekim.

Qolo : ma tu çi dikarî li ser Telefezyonên hene bibêjî ?

Şiva Ter : ew ne Telefezyon in, ew filimên kerton in, xweda wan nehêle û wan bi ser serê xwediyê wan de biherifîne, ev şeş sal in stranek min ne weşandine,. Telefezyona ko rojane 11 stranên min ne weşîne ma ew çi Telefezyone loooooo ?. Lê Telefezyona ko ezê hîna vekim dê demuqratî be ji yên din bêhtir, çimkî ez ji zû de li Ewrupa dijîm, mere li Ewrupa fêrî demuqratiyetê dibe. Ma ne wisa ye Qolo can.

Qolo : di vê dema dawî de, hin kes dibêjin; ko Şiva Ter li şûna stranan daxuyaniyan çê dike, tu çi dibêjî?

Şiva Ter : daxuyanî ji çêkirina stranan hesantirin, ez ji xirecirê hez dikim, ko ez her ji du rojan daxuyaniyekê nedim kes nema qala min dike.

Qolo : daxuyaniyên te di derbarê çi dene?

Şiva Ter : di derbarê min dene, bila kurd ji min hez bikin, bila bi min nekevin, bila hêkên du zerdik bixwin û bes xefkan li ber mişkan vedin, ma mişka çi bi me kirne. Bila jineke reş ji min re bînin.

Qolo : ti ji çi hez nakî ?

Şiva Ter : ji mirêk û neynikan. Ji ber ez naxwazim yekî din wek xwe di neynikan de bibînim.

Qolo : ma çi hêviyên te ji bo sala nû hene?

Şiva Ter : ko ew Telefezyon vebe, û ez serokê giştî bim,  ez wek IBRAHÎM TATILÎS bibim melyonêr, û şerê birakujî careke din dest pê bike da ez stranekê çê bikim û hevalka min a nemra 11an li min vegere, razana bi wê re buhuşt bû yahooo…weleh..

Qolo : li dawî, tu çi ji medya kurdî re dibêjî ?

Şiva Ter : bila medya kurdî alîkariya min bike, navê min li xwe ke û malperekê bi navê min ŞivaTer.com veke, pesnê min bide, şerê min neke û ezê ji wan re keçkên xweşik peyda bikim, ma ez yan Gelê kurdistan..ker jî zane ez ji wan mezintirim û hevalkên min ji yên wî pirtir in, Ez bi Ingilîzî û Italî dizanim û ez dizanim biskilêt bê dest bajom…ma îca ez yan ew, Qolo can…te serê min xwaroooooo…

Holenda

 07/01/2003-04/05/2007

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com