Ev dunyaya mezin bi destên mirovan hatiye
ava kirin û bi destê mirovan jî bûye wek gundekî biçûk.
Herdû bircên bilind yên Bazirganiya cîhanî li Neyoyorkê bi
destên mirovan hatibûn ava kirin, mexabin bi destên mirovan
jî hatin herifandin, wisa jî komara Mihabad bi dest û bi kar
û xebata mirovinan hate avakirin û dîsa bi destên mirovinan
hate wêran kirin, du şerên
cîhanî bi destên mirovan lidarketin û bi destê wan hate
rawesandin. Ev dîroka dûr û dirêj ya ku hemû
şer û kujtin û lêdane bi
xwîna mirovan hatiye nivîsandin. Lê ma gelo ew dema bê
şer û ceng dê rojekê
were ser rûyê vê dunyaya xweş
û sêrîn?.
Ji berêde pêşiyên
kurda gotine "hinin dikin hinin dixun", livir çend
pirs xwe tavêjin ser ziman, di dûvre hêjaye em li vê
metelokê vegerin.
- gelo Ereban jibo avakirina dunyayê tuştek(rajeyek)
hêja kirine?
- ku petrola Ereban tuneba dê çi rewşa
wan ba?.
- Ku Israîl tuneba yan jî ku ne li herêma
Ereban ba dê radyo,tv, kovar, rojname,milet, serok û jinên
Ereban liser tenûran dê liser çi biaxivyana.?.
- gelo tuştekî
Ereban heye xwe pê mezin û payemend bikin ji bilî
petrol û Zindan û perçiqandina mafê mirovan pêve?.
- ma dîrok û
şaristaniya musulmantiyê bi rastî ya Ereban tenêye?.
- ku Ereb di vê dunyaya xweş
û şêrîn de
tunebana dê ne baştirba?.
- ma Ereb derewan dikin an na?.
- ma Ereb xefk û davan liber çûk û
çivîkan vedidin an na?, zina dikin an na?, keda mirov dixun,
zulmê dikin, diziyê dikin, bertîlan dixun, ji hevûdu hes
dikin, li jinên xwe dixin, bi ya xweda û pêxember û quranê
dikin, bê bextiyê dikin, ji Imêrka hes dikin, ji Somaliyan
hes dikin, ma ji kurdan( kurd jî musulmanin) hes dikin an
na?.
- ma gelo dar û devî li welatên Ereban
hene?.
- ma Oksicên(O 2 )a dikşênin
û pe dijîn ya welatên wane?.
- gelo Ereban bi çekên kîmawî li kurdan
xistine an bê bextiye li wan dibe?.
- ma Ereb
kurda wek Israîla duwemîn di rojhilata navînde dibînin an ev
jî bê bextiye li wan dibe?.
Ji
van pirsan ez dixwazim li du pirsan vegerim: - gelo dar û
devî li welatên Ereban hene an na?, gelo Oksicên(O 2
) a dikşênin ya
wane?. Herkes dizane jiyan bê petrol dibe lê bê Oksicên nabe,
li welatên bê dar û devî û
şînahî Oksicên nîne lê xelkên wan welatan dîsa dijîn
liser Oksicêna welatin din wek Ewrupa kesk û Efrîqa reş
û deviyên Amazon li Imêrka û buhayê vê yekê jî tuştekî
nadin, li beramber buhayê petrola xwe gelekî distênin,
ligor vê yekê gerek Oksicên jî bête kirîn û firotin bi
taybetî li welatên bi petrol û bê dar û devî wek welatên
Ereban (bi taybetî Siudiya Ereb), naka gerek mere li wê
metelokê vegere" hinek dikin hinek dixun" lê ezvê metelokê
bi vî awayî dibêjim û dinivîsim"hinek dikin Ereb dixun"
( bibûrin jibo guhertinê) .
Ji roja ku
şaristaniyê liser rûyê vê dunyaya xweş
û şêrîn
destpêkiriye, gelo Ereban bi çi beşdarî
têde kirine ?, wek ez dizanin ne wan kompûter
çêkirine, ne tiraktor, ne telefon û faks, ne kêr ne jî kevçî,
ne pel ne jî pênûs, ne şebeş ne
jî darên bi mêwe, ne kevirên çaqmaqan ne derziyên
paporan, ne jî xefkên mişk
û roviyan, tu dikare bibêje delaltirîn milet di
dunyayê de Erebin, (petrola wan heye bese). Hinek dikin ew
dixun, lê tu dikare bi xurtî bêje wan Zindan û girtîxaneyên
bilind ava kirine, ji xwe razî vê yekê bibêje û kesek ji te
napirse delîlê te heye an na, helbet kesek nikare bibêje ku
tu bêbextiyan li wan dike, nayê jibîr kirin ku bênderên
zibil û sergo jî ava kirine( çemê Ceqceq delîle).
Ereb bi kê dikarin ji kurd û ji
kêmneteweyên wek Berber û Eqbat û Emazîxiyan pêve ew jî
jiber ku bê kes û kûsin, ne wek Israîl welatekî mezin wek
Imêrka li pişt wane, Ereb
tenê dikarin mafê mirov û miletên wisa bixun, ma
naxwe çima bi Israîl nikarin ligel ku ewqas çek û tank û
topên wan hene. Li dujî kurdên bê kes û kûs û xweda hemû
Ereb xwedî yek nerîn û yek helwestin lê li dujî Israîl qet
nebûne yek û nabin yek jî, belê li dujî hevûdu ne,
nayê jibîr kirin ku kurd jî musulmanin. Kongirê Islamî lidar
dikeve mirovekî kurd wek nûnerê çil milyon musulman amade
nabe di dema ku nûnerên êlin biçûk û kesin serbixwe amade
dibin. Jiber van sedeman jî rewşa
wan ya îroyîn wisa xerabe, û bûne pêkenokek li
dunyayê tevî, ev jî jiber ku Ereb ne demuqratîne û ne jî
rojekê dikarin bibin demuqrat, jiber ku nikarin bibin
demuqrat û jiber ku demuqratî li welatên Ereban tuneye ewqas
rêxistin û tor û kesên terorîst li welatên wan derdikevin.
Ku welatê kurda ne jibilî musulmanan dagîr û bindest ba ma
dê rewşa kurda wisa ba?.
Demuqratiyet û musulmantî qet li hevûdu nakin wek ar
û barûdê. Wek ji dîrok û rewş
û rêjîmên herêma kurdistanê diyare ku kurd nikarin
mafê xwe bi destxînin ku ne ji welatên dûr yên li paş
derya û oqyanosên mezin were, kurd bi wan rêjîmên
diktator nikarin, xweda jî hîn ji wanre vala nebûye ta ku
rewşa Ereban çareser neke.
Diyare ku rêjîmên Ereb ên diktator dê
bimînin ta û ta, liser ser û pişta
miletên xwe û liser pişta
dunya û herêma rojhilat û
şaristaniya dunyayê.
Qedera kurdaye ku dibin dest û zulma wan diktatora debin ew
yên ku ne şerm dikin ne jî fedî
dikin ne jî li welatên din dinerin da rewşa
welat û miletê xwe baştir
bikin, belê çavên wan bar nabe ku rewsa milet baş
bibe, jiber vê yekê serok û ferwerên Ereb tenê ji xwe
û malbata xwere dikin û didizin, nayê bahwer kirin ku
serokên Ereban tenê bi pereyên xwe dikarin miletên dunyayê
bi salan xwedî bikin. Ev rêjîmên diktator ku ne bi welatên
dûr-dûr bêne rahijtin û avêtin wek tu qirêjê bavêje dê
serhilatdarin ta û ta. Ma tê bawer kirin ku rojekê ji rojan
Ereb jî wek milet û welatên Ewrupiyan bibin demuqrat û ji
her kesî hes bikin….na…naaaaa nayê bahwer kirin..lo herê…Xwezî
lê dara xweziyan ber nagre.
Holenda-04/11/2002