|
|
|
|
Qilçix
Ji Baba Tahirê Hemedanî ta bi Mîko
Li gor ko dîroka sawêr ê zingargirtî dibêje û li
gor ko min jî di kelepora danhevîde ya ko Çîko layê Çîkê di
mêjûyê xwe de bi sedên salan parastîye, du malbatên qerase,
mezin, tir tire û bi nav û deng di Kurdistanê de hene, mebesta
min di çarçoveya wêjeyî û helbestiyane de ye, ev her du malbat
jî bi nivîsandina helbestê hatine naskirin, ango kes û kûs û
neferên her du malbatan bi nivîsandina helbestê navdar in. Ez
dixwazim bêjim hemû kesên van her du malbatan helbestê
dinivîsînin, çi biçûk û çi jî mezin, lê di malbata pêşî de, li
vir malbata pêşî ya Baba Tahirê Hemedanîye, mêr û jinan helbest
dinivîsandin, lê yekî ji wan dikarîbû pirrtir nav û deng bi xwe
bixîne ko ew jî Baba Tahirê Hemedanîbû, ew yek ji nivîskerên
pêşîye ji helbesta Kurdî re, helbet wek ku dîroka helbesta Kurdî
dibêje û nivîsandî ye. Lê malbata dî ya ko di dawîya sedsala 20
ande û di destpêka sedsala 21ê de xweda ew eşkere kirine, di vê
malbatê de mixabin tenê mêr helbestê dinivîsînin, û hemû jî bi
nav û dengin, hemû keleh û bircên bilindin, lê li gor dîroknas û
zimanzan û rexnevan ên ko dibêjin : ko dê Mîko yê Hisêno pirrtir
nav û deng pêkeve, ew jî hîn xweda ew nedaye, malbata Hisêno bê
sebr û aram li benda hatin û diyarkirina wî ne, wek çilo em hemû
li benda Godot in.
Malbata Hemedanî û ji ber ko kesî berî wan
helbest ne nivîsandibû, wan negotin: Ji Ahrîman ta bi Baba, lê
ya dî ev yek kirin û bi zimanekî dirêj gotin ji ber ko ew guman
dikin ko kilîta buhuşta sedsala 21 ê di bêrîka wan ya firingan
de zingar girtî ye, didin şîşa Tenûrê, didin Şevlêgerê Rûtarî,
didin Çîko û Mîko û nadin Dimso û Xemxwaro. Ev jî sedemin
taybet jêre hene.
Niha û di vê dema dawî de ji min re hate gotin
ko cîranên wan bi nexweşiya nivîsandina helbestê ketine, yê ko
ji min re got ez sûnd dam ko ji kesîre nebêjim, wî diyar kir ko
nexweşiya wan wek a mirîşkan belav dibe, îca xwedê merov
bisitirîne.
|
|
|
|