|
|
|
|
Qilçix
Jiyana kurdan
Wek kurd ji dujmin û biyaniyan hes dikin ji
hevûdu jî hes kiribana niha rewşa
wan ne ev ba,uqasî kurd ji dujminê xwe hes
dikin.!.huqasî ji hev hes nakin,Jiberê de pêşiyan gotine:Rih
dibe bost lê dujmin nabe dost.Lê xuyaye her tuşt
li rojhilata navîn normale,rih dibe bost û
dujmin jî dibe dost,para kurd û partiyên Başûr
û Bakur ya herî mezine di dostaniya bi dujminre,qey ew
nizanin ku ne karin dujmin bixapînin ne jî jê qezenc bigrin,kurd
ne ew zana û siyasiyên mezinin ku karibin dujminên xwe bi
xapînin û miletê xwe bi serxin,lê belê ji roja ku xweda kurd
dane dujmin wan dixapîne geh bi navê dostayetiyê û geh bi navê
musulmantiyê û geh jî bi navê cînartiyê,gelo ima kurd
carekê-tenê carekê-nikarin dujminê xwe bixapînin.?!.Ji serok û
partiyên kurdistana Başûr
weyê ku destên xwe dan Turkan û têkilî bi wanre danîn dê Turk
alîkariya wan di rêzgar û avakirina welatê wande bike,uqasî kurd
gunehin lê ev jî ji dil pakiya wane,bila qet nebe bahwerî ji
were gelî kurdan ku Turkên Faşîst
yên Bedirxanî û
Şêx
Se’îd û bi hezaran rêber û delalên kurdan kujtine,yên bi hezaran
gund wêran kirine,û hîn jî kurdistanê wêran dikin ku dê ji were
tuştekî bikin,başe
mane 20 melyon kurd li wir hene bo i ji
her tuştî bê
parin,belê her 20 di zindaneke tarî de dijîn,bo i Turk mafên wan
nadin,gelî kurdan ger hun ji xwere û ji hevûdurebin.
Kurd tenê ji hevûdure jîr û xurtin,tenê
dikarin hevûdu bixapînin,di vî warîde gelek nimûne hene lê
mixabin ez nikarim bi nav bikim{Hun gelî xwendevanan dizanin ima
ez nikarim bi nav bikim},dujî hev
şêrin.Kurdên
Bakur jî ji vê yekê ne bê parin,lê xwezî têkiliyên wan bi
dujminre ne li ser pişta
miletê kurd û pereyê dî ji kurdistanê be
da berjewendiyên xwe pêkbînin.
Em kurd baş
ji hevûdu pere bûne,du partî ji hev xweş
nînin,hemû jî dibêjin:"rêzgarkirina
kurdistanê li ser destê meye bila kesekî dî zimanê xwe dirêj
neke û nebêje em dê kurdistanê rêzgar bikin".
Em hevûdu qambostî û tune dikin da dujmin awa
me mezin bibîne.Di partiyekêde hemû endam ji hevûdu hesdikin û
ji serokre nimêj dikin ji wan weyê kesek weke wî nîne û kesekî
weke wî careke dî nayê,lê ku hema ev partî ji hev pere dibe hemû
endam dibin dujminên hev û bi taybetî serok,hemû dibin dujminên
wî û wî tawanbar dikin bi awayekî kirêt û ne rast û ne jî durust,wek:-Ew
dujminê kurd û kurdistanê ye-têkiliyên wî bi dujmin re hene.-Li
dor jinên hevalên
xwe digere.-Wê rojê "3" kîlo goşt
kirîn ma pereyên wî ji kû.-Kurê wî solên
qetyayî û şûşên
vala difroşe.-Ji
xwe kea wî ya navê..ê nayê gotin…!!.
Ya dî ku ez dixwazim bêjim û binivîsim,ez dê
vêya bi awayekî nimûne bênim:Mirovekî 30-40 salî jibo
kurdayetiyê kar û xebat kiriye,pir asteng û bi salan di
zindanande maye ku bibore civatekê û mirovekî perelî-zengîn
bibore wê civatê,dê ew kes bêhtir qedir bidin yê zengîn y ku
pereyên xwe di rê yên ne durust de dane hev,hemû d jiber y
zengîn rabin wek sing bi rawestin.
Ji saln
şstîde
kurdn her ar pern kurdistan li dujî hevûdu gurûpan dikin,sed
hezar car mexabin hîn jî ev yek berdewame,nimûne jî pirin l
careke dî biborin ku ez bi nav nekim,l yn peyetiy dikin diyarin.
Ya dî di van rojande diyare ku partîyên kurdî li dujî hevûdu
kar û xebata xwe dikin da ji hevre bidin diyar ku ew kar û
xebatê ji partiyên dî bêhtir dikin,wek nimûne:-Em "3" kovaran
belav dikin hun yekê. -Me Newroz lidarxist lê we tuştek
nekir. -Me mehra "11" kesan ta niha biriye
lê we tuştekî wisa
nekiriye. -Serokê partîya me bi Corc.W.Bûş.-Cak
Şîrak.-Madona.-Tonî Bilêr.-Nîlson Mandêla.-Birok
Şîldiz.-Yasir
Erefat.-Mela Omer.-Liyonardo Dîkabiryo.-Ronaldo.-Romaryo.-Şing
ling Hû.-ヌûn
ヌi.-Şîşa
Tenûrê.-Hewaro.-Kastro.-Usama Ben Ladin.-Newal
El zuxbî.-Maykil Jakson.-Xewar.-Pilo.-Şrîn
Remo.-Kofî Enan.-û bi Biroslî re jî rûniştiye
l serok partiya we hîn bi jina xwere jî ne
rûniştiye. -Serok
partiya me sûnd xwariye ne zewice ta kurdistan rzgar nebe l
serok partiya we 11 zarokn wî hene d ji kû ax wî ji kurdayetiyre
heye. -Bi tevayî em ji we kurd tir û baştirin
û hew…û gelekî ziman xwe dirj meke.
Holland 07/07/2001
|
|
|
|