|
Qilçix
Kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe.
Serhildan û firotina filiman
Di
dema ku gelê me li rojavayê kurdistanê rabû ser pêyan û bi
mêranî bi serhildana xwe ya pîroz rabû, mexabin hin kesan ew
serhildana pîroz ji bo berjewendiyên xwe yên kesane pêk anîn. Di
her tevger û serhildan û şoreşan de kesên wisa ji bin hîmên
giran û bi qirêj derdikevin û ji xwe re dibêjin; ev derfeta min
e ko ez ji xwe û jiyana xwe re tiştekî bikim. Bêguman kesên wisa
dizanin bi awayên xwe yên fen û fût û xap û raz kar û xebata
xerab û çewt bikin û navekî an jî bi şêwekî ji şêweyan xwe bikin
serê rimê û xwe diyar bikin ko ew jî zikêşên milet û welatê xwe
ne, di dema ko tenê ji bo berjewendiyên xwe yên kesane kar dikin
wek sûsmaran hêsran li ser şehîd û birînadaran dibarînin.
Di vir de jî hin kesên sana û pêwened mexabin ji wan bawer dikin
ko ew jî ji gelê xwe re kar û xebateke pîroz dikin.
Di dema ko xwîna ciwanên me hîn zuha nebibû û di dema ko dayikên
şehîdan şehîdên serhildanê vedşartin û qare qara birîndarên me
bû ji ber birînên dijwar û guleyên qedexe, û di dema ko her yek
ji me li wênekî, li filimekî digeriya da ko ji raya giştî ya
cîhanî re diyar bike bê rêjîma diktator li Sûryê çi bi serê gelê
me yê sivîl û destvala tîne, Sîrwanê Hecî Birko ew wêne û
filim li ba xwe veşartibûn û bazara kirîn û firotinê bi medya
cîhanî re dikir da ko çend qirûşan qezenc bike. Hate ragihandin
ko wî filimên serhildanê firotine telefizyonên Swedî, Birîtanî û
ya Israîlî jî weşand, wî ji min û Ferhad Ehmê re got ko wî filim
firotiye televizyoneke Birîtanî bi 700 û tiştek Pawndî û ez û F.
Ehmê li ser vê yekê şahid in, dîsa wî ji me re got: ‘’em dikarin
van pereyan li hevûdu par bikin û li ser malperên xwe xerc bikin’’
lê min û Ferhad ev yek red kir û me got em wisa nakin, ya baş tu
wan pereyan bişîne ser banka serhildanê ya ko li Swedê vebibû,
û me ev babet di Koçka 12 adarê de((Paltalk))û
bi amadebûna nêzîkî 100 kesî û ew li wir beşdar bû û wî soz da
ko pereyan bişîne ser sindoqa serhildanê, lê ev tişt ta anih
adiyar nebû ye. Ew
pere ne yên me ne û ne yên te ne, belê yê serhildanê ne. Her
wisa gelek kesên din jî li ser ve yekê şahid û agahdarin. Kurdên
Swed, Birîtanya û Israîl dikarin bon a kirîn û firotina wan
filiman ji wan televizyonan wergirin.
Di dema ko
şehîd bi dû şehîdekî de diket û serhildan germ bibû gelek kesan
telefon û têkilî bi hin televizyonên Erebî wek Al-Jazeera û
Al-Erebiye re danîn û ji wan xwestin ko tiştekî biweşînin, wan
televizyonan gotin ko filim li ba we ne û hun nadin me ko em
biweşînin û hun bihayê wan gelekî dixwazin, jixwe mebesta wan
Sîrwanê Hecî Birko bû, û wî filim neda wan televizyonan ta ko bi
dehan şehîd ketin û li ser bazarê li hev hate kirin. Jixwe ew
kesên ko têkilî bi wan televizyonan re danîn diyarin û gelekin.
Di dema ko
alîkariya aborî ji dê û bavên şehîd û birîndaran re gerek bû wî
li ser malpera xwe nivîsandibû: kesên li Emerîka dikarin
alîkariya malpera Amûdê li ser vê navnîşanê…li ser vê bankê(nemra
banka xwe nivisandibû)..li ser vê mail û vê jimara telefonê,
alîkariyê bidin min, jixwe di wê demê de ji hin kesan weyê ko ew
alîkarî ji bo serhildana gelê me bû, lê ev yek ne raste tenê ji
bo wî bû û kete bêrîka wî.
Di dema ko wêne
ji welat difiriyan û xwe li lawên bavan digirtin da ko bi şêwekî
rast û durust belav bibin, da ko her kes bibîne bê çi bi serê
gelê me tê wî navê malpera xwe li ser wan wêneyan çap dikir û
reklam ji xwe re dikir û digot; min wisa kir û min wisa kir û
telefon bi dû telefonê de vedikir, ma gelo pêwistbû ko navê
malpera xwe li ser wan wêneyan binivîsîne. Di wan deman de, di
dema serhildanê de Rojtv bernamek li ser serhildanê pêşkêşkir,
ji min re hat ragihandin ko wî gelek telefon ji Rojtv re vekirin
û ji wan dixwest bêjin ko ew wêneyên ko têne pêşkêşkirin ji
malpera wî hatine girtin, wek gelek kes dibêjin: malpera
tevliheviyê, ma navê te gereke yan belav kirina wêneyan gereke
di vê dema zirav û teng de..diyare ko tu tenê li navê xwe digere,
tenê ji xwe re dike, kî mir, kî ma ji te re nexeme, kurdan ji
berê de gotine: tirek û deh tir li cem tirekan wek heve.
Firotin û bi
derengxistina wêne û filimên serhildanê bû sedema ko bi dehan
xortên me î ciwan şehîd bikevin. Hin kes dibêjin ko ew wêne û
filimên ko wezîrê çanda kurdî Sîrwanê Hecî Birko li ba xwe
veşartibûn da ko bifroşe û pereyan qezenc bike, bûn sedem ko bi
dehan şehîd bikevin, dibêjin ko ew filim û wêne bi lez belav
bibana dibe ko ewqas şehîd neketana, dibe ko raya giştî ya
cîhanî zor li rêjîma Sûryê kiriba da ko komkujiya kurdan
birawestanda. Jixwe ji bo vê yekê ez bang li dê û bavê wan şehîd
û birîndaran dikim ko vî kesî tawanbar bikin û dawê lê rakin da
ko ev yek careke din dubare nebe, her wisa bang li kesên xwedî
ûjdan, welatperwer û tevgera kurdî dikim ko komîtekê ji xwe
hilbijêrin û vê yekê bişopînin, ko wisa nebe em ê ta û ta bêne
xapandin û dîrok dê bi me re ne dilovan be. Buhayê xwîna wan
şehîdan ji vî kesî tê xwestin.
Merovê ko
naveroka vê nivisê bawer neke dikare lêkolîn bike.
Her wisa bang
li xelkên bajarê Amûda bavê Mihemed dikim ko navê bajarê xwe ji
ser malpera wî rakin, mexabin navê Amûdê bi navê rojnamevaniyê
ji bo kesê xwe û tevlihevî, gelacî û xerabiyan pêktîne. Wî ev
navê pîroz lewitandiye. Gelî xwendevanan hun dikarin nameya
Hekar Findî ((Nameyek vekirî bo xwediyê Malpera Amûdê)) wek
nimûne bixwînin. (di avestakurd.net û Mehname de belav bû). Û
gelek nimûneyên din jî hene, ta dema wê bê ew dê belav bibin.
http://www.avestakurd.net/Avesta%2062/hekar%20findi.htm
Têbînî:
ev cara yekemîne ko ez di nivîseke xwe de merovekî bi nav dikim,
ne ji karê min e ko merovan bi nav bikim û li ser wan û
kesayetîya wan binivîsim, ji bo vê yekê gelî xwendevanan
lêborînê ji we dixwazim. Lê vî merovê ko bihayê xwîna şehîdan
xwariye û kedxwarî kiriye ji we re eşkere dikim da ko hun bi
rola xwe ya dîrokî rabin û rojekê ji rojan kesek min tawanbar û
gunehkar nebîne. Ez her tiştî bi delîl û dokument dibêjim û
dinivîsim û ez bawerim wek her carê wê vê yekê bi şêweyê xwe î
derew û xapînok red bike, lê dîsa ji we bi hêvîme gelî xwendevan,
welatperwer û dilêşên netewa xwe ko hun lêkolîn bikin bê kî
raste û kî milet û daykên şehîdan dixapîne.
Dubare û sêbare….û
sedbare dibêjim: ê ko bawer neke dikare lêkolîn bike û ez ji her
tiştî re amade me.
Çîma niha û bi
derengî ev nivîs belav bû: ji ber ko me guman dikir ko dê wan
pereyan bişîne ser banka serhildanê wek ko wî soz dabû, lê ji
ber ko ta niha ev yek nekir, êdî em mecbûr bûn ko binivîsin û
belav bikin.
Bijî serhildana
gelê me…bimrin virus û mîkrob û kurmê daran.
Holenda
20/11/2004
Ji
Duhokê rojnamevan û nûçegihanê Amûdê yê berê Hekar Findî ji
Avesta re nameyek şand û diyar kir û wî ev name berê ji bo
malpera Amûdê şandiye lê nehatiye belav kirin, ji me hêvî kir ku
em di Avesta de belav bikin. (AVESTA)
Nameyek vekirî ji Birêveberê
Malpera Amûde re

Hekar
Findî
Silav
Wek xweya
min ji despêka sala 2002 an de u ta îro bi malperê re karkirye û
te jî navê min li du beşên( Kurdî û Erebî.) mîna niwênerê
malperê li Dihokê di nasnama malpera xwe de nivêsîye. Min di
despêka wê de karkiriye ku hêjî malper di despêka xebata xwe de
bû û ta iro, min got karkirin bi her cihekê kurdî re xizmete bo
xak û milletê me .
Min wesa
hizir dikir ku karê min karekê niştîmanîye, xizmeta bo peyva
resena kurdî, xizmeta çanda Kurdîye, zêdebarî xizmeta devera me,
her çende ew karê min dikir ne wesa karekî mezin bû jî, lê li du
şiyanên xwe min jî texsîrî nekir bû .
Roj bi roj
hizrên min yên rast yên despêka karê min bi tere, xweya bûn ku
xeletin(şaşin) .
Çendîn
karên min yên ragehandinê ji bo malperê nehatine berçavkirin, ji
aliyê te ve hatine pişguh havêtin û te qet qîmet neda xebat û
zehmeta min... lê min mîna mirovekî bi exlaq û heya radeyekê
nasyar bi karê rojnamegerîyê ve got çi nîne. Ev karên te nebû
carek û ne didu … û zêdetir jî lê hatin, heta ku min xebata xwe
rawestand, ji ber ku min dît weşana karan maye ser mezacê şexsê
te!!. Karê ku di nav sîstema Besîyên Sedamî de jî li dijî Kurdan
hebû, te bi bîra me dianîn...
Karê
malperê roj bi roj ber bi paş ve diçîtin û karê malperê nemaye
weke ku te di despekê de armancên malpera xwe bo xelkê diyar
dikirin .
Karê wê
bûye têkvedan û gehandina nûçeya şaş û nerast bi xwendevanan re,
ku ev yek jî min zor nerihet dike. Ji ber ku ez jî yek ji
xebtkarên malperê me( herçende tu malperê bi malpera xwe ya
şexsî dizanî ), tu ( rêveberê malperê ) biryaran didî û nûça li
duv heza û daxaza xwe ya şexsî û ya dilê te dixaze tu û
belavedikî û tev karmendên xwe jî di agirê xwe de disojînî, ku
ev yek jî nabe û ev isloba te yeinî xweperestî heta sînorê
nexweşiyek deronî.
Herkes
xwedî bîr û bawerên cudaye û nabe kes bîr û bawerên xwe li ser
tu kesî qayîm(ferz) bike, lê mixabin çendîn cara(belku dikarim
bêjim hema tev caran) te li duv heza xwe û bîr û bawerên xwe
êrişî xelkê kiriye û nuçe li duv zanîna û viyan û armacên xwe
weşandine!! .
Malpera
Sîrwan Hecî Berko( Malpera Amûdê) roj bi roj xwe berovajî wan
diroşmên serincrakêş diyardiket.
Mixabin
malpereke wesa ku navê bajarekê kurdistanê bi xwe ve digire û
keskî mina te xwe dike niwîner û gotubêjê bajarekî, divê malpera
amude durî bîr û bawerên te yên şexsî bin … û gelek divê(yên)
din …..
çend
diroşimên vala
ji
aliyê birêveberê malpera amudê
1. Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye
Malpera Amûde ….. Malpera tev Kuridstanê ye …Ev gotina
birêvebirê malperê ye ku çendîn cara ji min re gotiye, lê wesa
nîne ku karê malperê berovajî wê gotinê diyar dike. Min çendîn
caran nûçe û berhem û pirtûk û karên hunerî û .. htd ji devera
xwe Duhokê jêre şandine, lê neweşnadine ji ber ku dilê te ew yek
nedixwest. Ev nexeme lê tiştên ji wan ast nizimtir hatine
weşandin ji ber hin sedeman(ji ber dilê te ew xwestin bûn) ,
malper bûye malpera te ya şexsî û ne ya bajarê te jî .
2. Jiyan Tariye bêyi malpera Amûde
Ev jî hin ji wan diroşmanin yên ku xwedîyê malpera amude di berî
heyamekê de weşandîn, di dema birayra bi dawîanîna xebata
malperê kirî, lê ev yek jî neraste, ji ber ku inyeta xwediye wê
ne xizmete û ne karekê piroze, ew tinê ximzeta şexsê wîye û ne
tiştekî din .
Derbarey nûçeyan … bo nimone, te çendîn cara ji min re gotîye ev
nûçe û berhemên belaşin, here nûçên ku pare tînin bîne, rêklamên
bazirganî bîne!!.
Lê min ev
daxaza te û ew karê te nekir û nakim jî. Wê demê jî min gotibû
te ku bo zanîn ev nekarê mine .
Herwesa derbarey pençereya kulîlkan …. Ku tu têde her heftî
wêneyekê zaroyeke kurd têde diweşinî, bo vê yekê jî te gotiye
min here ba dewlemenda û bêjê wênên zaroyên we emê biweşînin û
peran jê bistîne. Min ew jî nekirîye û ez ne ji malbateke wisa
kêm hurmetim ku karên wiha bo kesekî bikem.
Ev yek bo
sedema hindê ku dilê min ji karên malperê yên wiha bêxêr û kêm
ast sar bibe, ji ber ku xweya dike ku tu tenê ji bo berjewedniya
xwe ya şexsî û bilindkirina navê xwe kar dikî û te fêde divê,
pere divên û ne xizmeta peyva kurdî.
Ez ne( Werecim) ta biçim peran ji xelkê bixazim ….
malpera Amûde …..Rastî li ku be ew li wire
Di vê derbarê de em zêde dûr naçin û di rûperên malperê yên
kevin de cîh nagerin, te di van nêzîkan de çendîn nûçên nerast û
şaş di derheqa çendîn kes û alîyan de weşandine, mîna (
hunermendê mezin Şivan Perwer, Pena Kurd, Hîvî Berwarî ,...û
gelekin din) .
Ez berevanîyê ji van kes û alîyan nakem, ji ber ku wan bixwe
bersiva te bi başî dane, lê bi van karên te yên nedirost ez
nerazî me. Herwesa mixabin navê min jî dikeve tensihta navaê te
û ez ji vê çendê bêbarim û ez ne digel bîr û bawewrên te yên
bertesik û şexsîme .
Ez xwe berameberî van kesan şermizar dibînim, lewra li vir
daxaza lêborinê ji wan dikim û dibêjim wan:" ez ji van karan
bêbarim û çi pêwendîya min pêre nîne".
Tu jî dizanî ev çend mehe ku min çi bizav bo malpera te ya şxsî
neşandine, ji ber ku ez ji wê şopa ku malper di ser de diçe
nerazî me …. Ger bêy û bejî çima niha tu nerazîyî? ezê bêjim te
mirov di rojek û şevekê de tu kesî nas naket û ya dilê wî nizane
ka ji bo çi armancan dixwaze mirovan ji xwe re bikar bîne …
Gelek kiryar min ji te ditin, gotinên te yên nerast bihîstin, ji
nû de min biraya da ku tekelîya xwe bi malperê re biwestînim.
Bi têkelîya xwe bi terê ez gîham wê çendê ku kar û gotinên te
tev de bi çep û çîrin, nivîsên te ne rastin û tu ji xiyala xwe û
viyan û armancên xwe yên şexsî dertînî û belav dikey.
Ji ber van
û hin sedemên din(ku naxwazim li vira behsa wan jî bikem), bi vê
nama xwe ez dest ji karê malperê berdidim, û hîvîdarim ku bi
zotirîn dem navê min ji her dû beşenen malpere derxînî. Li ser
van karên te yên berî demekê û xebata malperê ya dûrî karê
ragehandinê ez nikarim bêdeng bimînim.
Ez xwe
gelek şerimizar û nerihet dibînim dema ku min bi dil û can bo
malperê karkirye, ku li dawîye min rastîya malperê zanî û
armancê xwedîye wê min ta radeyeke baş zanîn û ez dereng
gehiştim wê biryarê ku navê min ji nasnama malpereke şexsî bê
derxistin.
Ji bo
diyarkirina rastîyê bi xwendevanna re tikaye vê nama min
biweşîne .
Li dawîye
jî dê bêjim:" ez ne yekem kesim û hîvîdarim bibim yê dawîye ku
dest ji karê malperê ber didim".
Dihok
14.04.004
|