malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


Kî nivîskar e û kî fisteq e, kî qûç e û kî şimika bûka ye.

 

 Tu ne nivîskar î, ne rewşenbîr î û ne jî zimanzan î ji ber tu kurd î, tu ne tiştek î, ev ne nerîn û dîtinên min in, belê ya nivîskarên kurd e. Wek ko ew te nivîskar nabîne gelek kes wî jî nivîskar nabînin. Her wisa kes kesî nivîskar nabîne. Kes kesî merov nabîne. Tenê xwe dibîne, tenê xwe nivîskar dibîne, tenê ez xwe dibînim, tenê ez nivîskar, zimanzan û rewşenbîr û siyasetmedar im. Miletê ko min tenê bibîne bila tune be baştir e. Her yek ji me xwe her tişt dibîne û yên din ne tistek dibîne.

 Tengezarê Marînî; Selîm Biçûk, Hoşeng Broka, Ezîz Xemcivîn, Axîn Welat, M. Efîf Huseynî, Hêmen kurdaxî, Xelat Ehmed, Jan Dost, Silêman Azer, Dildarê Mîdî, Mihemed Hemo, Azer Osî, Bavê Tosin, Ferhadê Içmo, Rizoyê Xerzî, Bêwar Ibrahîm û Konê Reş helbestvan nabîne. Tenê xwe û Royarê Amedî û Ehmedê Huseynî helbestvan dibîne. Mala te ava û xwedê xêra te jî binivîsîne ko tu dikarî ji keleha asmanî dakevî û du kesan wek xwe helbestvan bi nav bikî, ev jî şehnaziyek e, de werin û kirasê xwe neçirînin. Sê melyon kurd sê helbestavan anîne, serê melyonekî helbestvanek, wele bijî wisa milet.

De dîsa baş e ko dikare wan herdu helbestvanên din wek xwe bi nav bike, mane hine din ji xwe pêve kesî nabînin. Hin maye em hev bixwin, em hev bicûn.

 Helîm Yûsiv ne nivîskar û ne jî çîroknivîs e, ji ber ko kurd e, ji ber ko ji me ye, ji ber ko ji malê ye, lê Zekeriya Tamir nivîskarekî navdar e ji ber Ereb e.(giyayê hewşê tahl e). ko Helîm Yûsiv ne kurd ba meyê xelata Nobel jêre bixwesta, belê ko wergirta meyê bi kêfxweşî bipejiranda û jêre pîroz kirba, lê ji ber ko kurd e em wî wek nivîskar jî nabînin.

Jan Dost ne helbestvan û ne jî nivîskar e ji ber ko kurd e, ji malê ye, yê jinbavê ye, lê Qasim Hedad her tişt e ji ber ko Ereb e(giyayê hewşê tahl e).

 Ev du nimûne bûn, min ew wek nimûne anîn, lê bi tevayî wisa ye. Dîsa wek nimûne xwedê neke ko Helîm Yûsiv Ereb an jî Tirk ba, meyê bi serê wî sûnd bixwara. Dîsa xwedê neke.. xwedê neke.. dûr be ji van deran (ez û ne ew) ko Ehmedê Huseynî bimre em ê ji nû ve bi xwe kevin û hêsran wek ba û baranê li ser bibarînin û xwedî lê derkevin. Yaho em çi milet in.

 Her tişt wisa ye, her kes wisa ye, siyasetmedar ji xwe pêve kesî nabîne, xwedî malper ji malpera xwe pêve malperan nabînin, solfiroş ji solên xwe baştir nabînin, dê û bav ji zarokên xwe zane û jîrtir nabînin. Ka em çilo bikin ya rebî ya îlahî, ey xweda ka dilovaniya te?.

 Bijî Pîr Rustem û bimre Qado Şêrîn.

Bijî Tengezarê Marînî û bimre Ezîz Xemcivîn.

Bijî malpera Efrîn û bimre malpera Tîrêj.

Bijî partiya Yekîtî 01 û bimire partiya yekîtî 02.

Bijî serokê min û bimre serokê te.

Bijî rojava û bimre rojhilat.

Bijî Efrîn û bimre Qamişlo.

Bijî ez û bimre tu.

 Di dema ko em hevûdu nivîskar nabînin, rewşenbîr nabînin, şêwekar nabînin, siyasetmedar nabînin û hevûdu napejirînin û tinazan bi nivîs û kesmên hev dikin, nivîskarên perçeyên din me nivîskar û qambilind dibînin, ev çilo çê dibe xweda jî nizane ?

Di dema ko helbestvan çîroknivîsan dipejirînin helbestvanan napejirînin, her wisa çîroknivîs helbestvanan dipejirînin lê çîroknivîsan na.

 Em hemû pêxember in, di çavên xwe de û xwedayê Nîtşe ji ber me û tirsa me re mir. Em hevûdu tune dikin ji ber em tune ne. Em hemû bi hevûdu dikenin û tinazên xwe bi hevûdu dikin, helbet ne di rûyê hev de. Kes kesî tiştek nabîne û ji ber vê yekê kes dê nebe tiştek. Her yek rastnivîs û rêzimana di nivîs û berhemên xwe de di qatên bilind de dibîne. Îca ka çilo em ê biserkevin. Em hemû derewan li hevûdu dikin û di rûyê hev de kenekî xapînok dikin. Ji ber vê rewşa ne normal, ez bawerim dê gelek wek Ehmedê Huseynî birawestin û dê nema binivîsin. Yan jî dê binivîsin û belav nekin tako bimrin, û dê donerê bifroşin bi sûdetir e, jixwe ko mirin em ê hemû xwedî li wan derkevin û wan ji nû ve nivîskar bibînin û hêsrên rovîyan li ser bibarînin.

 Holenda

30/06/05

Têbînî :

ji ber ez Helîm Yûsiv, Jan Dost û Ehmedê Huseynî wek nivîskarine bilind, xwedî rol û tecrubeyeke giranbuha û dil mezin dibînim min ew wek nimûne anîn.(bêguman gelekên din jî hene, lê tenê wek nimûne).

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com