malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


KURD Û MUSULMANtiya bi derew..

Em kurd di destpêka sedsala 21ê dene û hîn jî em dibin nîrên zul û zordariyê de ne,rewrewkên serxwebûn û azadiyê hîn jî ne diyarin,lê belê diyare dê hîn jî em di bindestiyê de bimînin, ne ji ber em ne yekin û ji hevûdu hez nakin, belê di gelek cax û dem û meydanan de kurd bûne yek û ji hevûdu jî hez kirine lê dîsa hatine xapandin û şoreşên wan têkûne.

Di nerîna minde û ev bahweriya mine ku sedema herî mezin Musulmantiye,musulmantiyê kurd bin dest kir û dibin destiyêde hiştiye.Yê ku dîroka kurd xwendiye û bixwîne helbet dê bighêje vê soxiyê imkî kurd berî musulmantiyê tu kesî bi wan nikarîbû,ew serdarên dema xwe bûn,ev jî jiber ku ola kurd di wê demê de ne wek ya miletên ku kurd dibin destên wan deye,lê piştî hatina musulmantiyê li welatê kurda xwîn meşiya ,lat û pût wêran bûn,pirtûk hatin şewitandin,bahwerî herifîn,mîr û paşa bûn kole,kesî nema ji y dî heskir.Bi hatina musulmantiyêre bahweriyên kurda bi carekêre hatin guhertin,musulmanan welatê wan dagîr kirin di dema ew liser sicada nimêjê bûn,dema musulmantî hat kurdistanê û kurd bi kuştin û zorê bûn musulman kurda êdî dev ji welat û vê dunyaya ha berdan û xwe jibo wê dunyaya dî amede û vala kirin,welat û milet û netewa jibîr kirin û gotin:""jiber ku mirin û ew dunyaya buhuşt heye temenê me ji olperistyêre têra me nake"".Ev dunya jibîr kirin di dema ku musulmanan welatê wî dagîr kirin û ew liser sicada nimêjê kuştin,Belê di dîroka kurd de gelek caran kurd di şoreş û meydanên şerde bi navê musulmantiyê hatine xapandin [Bedirxanê mezin û Yezdan Şêr bi destê Xelîfan û ETATURK û XUMEYNIYAN…hwd].êdî şoreşên wan têkçûne û serok û leşker bi destê musulmanan hatine kuştin û bi darvekirin.ya dî musulman kurda musulman nabînin,naxwe kongirê Îslamî li dar dikeve çima û jibo çi mirovekî kurd lê amade nabe û kurd 40 melyon musulmsn hene di dema ku kes û rêxistinin biçûk amade dibin,geh jî me dikin Cihû û Îsraîlî,waye Cihwa welatek ji xwere ava kirin çimkî ew ne musulmanin,helbet ku ew musulman bana wê nekarîbana welatekî ji xwere di nav musulmanan de çêbikin,ew jî dê bihatina xapandin,geh jî me dikin Mecûsî-geh êzîdî û Zeradeştî…lê ya liber çav ku kurd ne musulman bana niha welatê wan hebana,yan jî ku dujminê kurda ne musulman bana.Gelo ev zulma ku musulman li me kurda dikin[Helebe]ku em dibin destên gawira debana d wek vê zulm û zordariy li me bikirna.Hemû welatn musulmanan ji musulmantiy qezenc kirin û xwe û welat xwe p ava kirin jibilî kurda,wan jibo berjewendiyn xwe musulmantî wek tivingek di snga mede pk anîne û p şer me kurda kirine,ligel ku ola Îslam di Qurande ne gotiye welat biray xwe y musulman dagîr û bindest xwe bike zul zordariy li milet w bike.

Ya dawî ko kurd ne musulman bana niha welat wan hebana û jibo v yek ger kurd musulmantiy berdin û 11 rojan vegerin ser ola Zeradeşt heger welat wan nebû ez yazdeh pîvazan bi guhên xwe vekim.

Qado Şrîn

15.03.2001

HOLLAND

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com