|
|
|
|
Qilçix
kurd û Partiyên Paramisyomiyane
Paramisyom
canewerekî yekşane ye, lê
huneran radike ku hema dest bighênê û wî bikin du par, ew ê
bibin du paramisyom, û ku tu wî bike sê par, her parek dê bibe
paramisyomek bi serê xwe, ku tu wî bikî 11 000 000 perçe ew dê
her perçak bibe paramisyomek. Ew ne hewcedarî kesîye ku wî bike
qet qeto ta ku jimara xwe pir bike, belê ew li xwe wisa dike û
destê xwe li ber kesî venake. Serî, terî, pişt,
mil, dest, ling, navling, defa sêng û çav û dev yekşane
ye. Yekşane ye lê huneran radike ku aciz dibe, teriya xwe
li ber ba dike û bê şerm diçe nav
hevalan û di nav wan de serê xwe bilind dike û dibêje:
binerin ez ne kêmî we me, ez jî dikarim di civata we de cih
bigrim, û hun nikarin bêjin vit, belê hun bê min nikarin bicivin
û daxuyaniyan bidin, hun bê min nikarin herin tewalêtê. Jixwe
niha komputer û mail derketine, ez dikarim di kêlîkekêde tevaya
dinyayê bi xwe agahdar bikim û bîr û boçûn, nerîn û baweriyên
xwe bighênim her kesî. Ma naxwe ez bi tenha xwe jî dikarim wek
we bim, êdî çima û ji bo çi ez ê bi we re bim, jixwe ez
paramisyom im, ez dikarim bi tenha xwe jimara xwe pir bikim.
Di hevpeyivîneke xwe de ku nemir Hesenê
Heriyê pêre kiribû û di malpera Tîrêj de weşand,
paramisyomê pêşî dibêje:
kes wek min nîne ji bilî partiyên kurdên rojavayî kurdistanê, bi
qayîş û perçekirinê kesekî
bi min nikarîbû, dîrok jî vê yekê tekez dike, lê ji dema ku
partiyên kurda peyda bûne êdî cih ji ber min girtine û xelk nema
li ser min dibêjin ku ez yê yekemîn im ku dikarim xwe bikim qet
qeto û her qetek bibe paramisyomek, ez di vê yekê de navdarim, û
divê ez wisa bim ta ku tuxmê me neqele, dubare dibêjim ku kesekî
bi xwe perçekirinê bi min nikarîbû ta ku partiyên kurda serî
hildan û gotin; yan em yan paramisyom . sêbare dibêjim ku
partiyên kurda û bi taybetî ên rojavayê kurdistanê dikarin wek
min xwe qet qeto bikin û her qetek bibe partiyeke serbixwe, ta
14ê tîrmeha 1957an ez nemre yek bûm, çîrok jî wisan bû:
Di 14ê tîrmeha 1957an de Osman Sebrî,
Ebdilhemîd Derwîş, Şêx
Mihemed Îsa û Hemze Newêran Partiya Demoqrat a Kurdistanê li
Sûryayê damezirandin. Di vê rojê de qirçînî ji pişta
paramisyomê pêşî hat, lê
wî nekir tiştek. Di sala 1961ê
de û bi encamên nakokiyan navê partî hate guhertin û bû Partiya
Demoqrat a Kurdî li Sûryayê. Nav hate guhertin û nakokî dest pê
kir.
Di 5ê gelawêja 1961ê de komcivînek li dar ket û di encamê de
partî bû du qet, wek paramisyom, çep û rast, yek bi hêla çepê de
çû û ya din bi hêla rastê de çû, ew ji riya bavê me kêmbû. Nemir
Osman Sebrî bû serokê beşê
çep û Hemîd Derwîş bû serokê
beşê rast. Dibêjin ku herdu
paramisyoman şer û nakokî bi
hev re kişandine ta ku sed û
bavek ji hev re çêkirine. Paramisyoma ku bi rexê çep de çûbû di
sala 1969an de serok û rêberê xwe guvaşt
û li şûna wî Selah
Bedridîn danî.
Di sala 1970ê de, Barzaniyê nemir xwest ku
herdu paramisyoman bi yek ke, kir yek û navê partiya Demoqrat a
Kurdî li Sûryayê lê kir lê roj lê nebû êvar, ji bo ku serê we
gelekî neêşînim di encama vê
hewldana yekîtiyê de bûn sê paramisyom, biborin bûn sê partî, bi
du paramisyoman çûn û bi sisiyan vegeriyan. Dubare biborin bi du
partiyan çûn û bi sisiyan vegeriyan.
Partiya çep a bi navê "Partiya Demuqrat a Kurdî ya ku bawerî
bi markisizmê anî û ev yek bû sedema ku di 1975an de bibe du qet
û du serok yek Ismetê Seyda û ya dî Selah Bedridîn, ji ber
tunebûna navan herdu bi yek navî man ta sala 1980ê, ku parçeyê
Selah Bedridîn navê xwe kire Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê. Ne
me got bi qayîş û xwe
perçekirinê kesek bi min nikare ji partiyên kurda pêve. Partiya
Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê di sala 1991ê de perçe bû û bû
du beş, yek ma weke berê û
yek nû bi serokatiya Hesen Salih hate nasîn, lê herdu man bi yek
navî ta ku perçeyê Hesen Salih yekîtiyek bi du parçeyên din re
kir û Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurd hate ragihandin. Wisa jî
di sala 1978an de hin ji endamên Hevgirtin bi hin kesên din re
Partiya Sosyalîst a Kurdî damezirandin, ew jî di 2002an de
yekîtî bi Partiya Pêşverû re
kir. Lê mexabin paramisyom dikarin perçe werçe bibin lê nikarin
bi yek bin.
Partiya çep a Kurdî li Sûryayê ya ku ber bi
Sovyetistanê de diçû di sala 1982an de bû du qet, yek ma bi nav
û serokê berê û yek jî bi navê Partiya Zehmetkêşan
hate bi nav kirin. Partiya çep a ku piştî serokê wê
Ismetê Seyda koça dawîn kir, cîgirê wî Yûsivê Dîbo bû sekretêr,
bû du qet, yek bi serokatiya Xeyridîn Murad û yek bi serokatiya
Yûsivê Dîbo, yê ku piştî demekê
ji partiyê dûr ket û Mihemedê Mûsê kete
şûna wî. Partiya zehmetkêşan
piştî demekê perçe bû û layek jê yekîtî bi perçeyê Hesen
Salih re Partiya Yekîtî ava kir û layê dî yekîtî bi perçeyê çep
yê Xeyridîn Murad re çêkir.
Partiya Demuqrat a Kurdî li Sûryayê (Rast) ya
ku serokê wê Hemîdê Hecî Derwêş bû
û di sala 1966an de navê xwe kir Partiya Demuqrat a Pêşverû
ya Kurdî li Sûryayê di 1993an de perçebû, yek bi serokê berê
Hemîdê Derwêş û yê din ket
bin serokatiya Ezîz Dawê. Layê Ezîz Dawê jî perçe bû û Partiya
Welatparêz a Demuqrat a Kurdî bi serokatiya Tahir Sifûk ket nav
tevgera paramisyoman.
Partiya Demuqrat a Kurdî li Sûryayê (Elpartî)
di bin serokatiya Dehamê Mîro de, bi encama girtina serok û
herifandina Şoreşa Barzaniyê
nemir, di 1975an de Partî perçe bû, yek bi navê Konferans (Partiya
Demuqrat a Kurdî ya Sûrî) hate nasandin û serokê wê bû
Şêx Mihemed Baqî. Ta roja
îroj berdewam e, lê bi serokatiya kurê
Şêx Mihemed Baqî ku navê wî
Cemal e(xweda wî li ser serê we bike qûç û ji ser serê min bişemitîne).
Layê din ji Elpartî serokê wê bû Hemîd Sîno û
piştî girtina wî Mistefa Ibrahîm bû
serok, heta demekê nemir Kemal Ehmed bû serok. Di 1981ê de bi
serokatiya Mihyedîn Şêx Alî
perçe bû, vî layî ta sala 1988an berdewam kir û perçeyeke din ji
Partî bi serokatia Ismaîl Umer derket. Herdu perçe bûn yek û bi
perçeyê Hevgirtin (Hesen Salih) û perçeyek ji Zehmetkêşan
Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurd li Sûryayê damezirandin
û serokê wê bû Ismaîl Umer. Ew jî di demeke kurt de ji nû ve
perçe bû, yek ma weke berê û yeke nû bi navê Partiya Yekîtî ya
Kurd li Sûryayê ku serokê wê Ebdilbaqî Yûsiv e derçû. Me got
paramisyom perçe werçe dibin lê yek nabin. Layê din ji Partî, ya
ku serokê wê Kemal Ehmed bû, piştî
ku Kemal Ehmed koça xwe ya dawî kir, Partî bû du qet, yek
bi serokatiya Nesridîn Ibrahîm û yek bi serokatiya Nezîr Mistefa.
Maşele..maşele…maşele çiqase serokê
me hene, hema hindik maye em hemû bibin serok. Serok li pey
serok, dê serokan tînin, mirîşk
serokan dikin, serok seroka çêdikin, her serokek bi sê
sal peyetiya serokekî, bijî serok, bimre serok, serok rabû,
serok rûnişt, misîn bînin wê
serok here destavê. Her serokek jî serokê gelê kurde û nikare
malbata xwe bike yek.
Di kefteleft û berxwedana paramisyoman de
perçebûnan destpêkir, ma kevirin ku weke xwe bimînin, ji yek
paramisyomê di 1957an de ewqas peyda bûn.
li Elmanyayê jî Partiya Demuqrat a kurdistanê
li Sûryayê hate damezirandin. Her wisa li
şûna PKKê partiyeke bi navê
Yekîtya Demuqratîk a Sûrî hate damezirandin, nêzîk navê xwe dike
partiyaYekbûn a Demuqrat a kurd li Sûrî.
Di rewşa hazir
de sê komikên paramisyoman hene:
A-Hevbendiya Demuqrat a Kurdî li Sûryayê.
B-Eniya Demûqrat a Kurdî
C-Partiyên kurdî yên ne di herdu çarçoveyan de.
Jixwe niha 13 qerasê paramisyoman hene, û ji a qerase re
hesantire ku xwe perçe werçe bike û kirasê xwe biçirîne:
1-Partiya Demuqrat a Pêşverû
a Kurdî li Sûryayê (Hemîd Derwêş),(
ez sûnd dixwim bi serê te tu tenê`l bîra min î)
2-Partiya Demuqrat a Kurdî li Sûryayê -Elpartî- (Nesridîn
Ibrahîm).(Yek mûmik..sê mûmik..pênc mûmik..yazde mûmik..hahaha)
3-Partiya çep a Kurdî li Sûryayê (Mihemed Mûsa Mihemed).(Ez
xelefim xelefim hawara min hawara min )
4-Partiya Yekîtî ya Demuqrat a Kurd li Sûryayê (Ismaîl Umer),(were
mala me bi mêvanî)
5. Partiya Demûqrat a Kurdî li Sûryayê - Elpartî- (Nezîr Mistefa),(delalîkê
dilê mino..mane te ez dîn kirime..)
6. Partiya çep a Kurdî li Sûryayê (Xeyridîn Murad)( por berda
ser mila...pêl dilê min meke)
7. Partiya Demuqrat a Pêşverû
a Kurdî li Sûryayê (Ezîz Dawê)(li mala bavê siwaran be)
8. Partiya Welatparêz a Demuqrat a Kurdî li Sûryayê (Tahir Sifûk),(meşa
te meşa qitikê Helîmê yadê...)
9.Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê(Mistefa Cuma),(Bûka
Hemo penêr anî, li ber serokê kurda danî)
10.Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê (Ebidlbaqî Yûsiv)( jiber
şirikê çû ber merzîbê)
11.Partiya Demuqrat a Kurdî ya Sûrî (Cemal
Şêx Baqî),( Serê malê darek
lê, serê malê qûçek lê..kanî xefka mişka)
12.Partiya Demuqrat a Kurdistanî li Sûryayê (peyvdanê wê Dr.
Tewfîq Hemdûş),(Ho yeman
dîsko dansa...lay.lay.laay)
13.Partiya Yekîtya Demuqratîk a Sûrî (şûnmayên
PKKê ).(sem sem semûra..em em emûra).
14.Partiya Rêkeftin a kurd li Sûryayê...serokê wê
şehîd ket..(ne hesil dermanê
rûya derman eyba winda nakê..şevê
dî na şeva dî min tu dîbû li
ber şibakê)
di encama qayîşkişandina perçebûnan
de, paramisyoman serî li ber serok û partiyên kurda danîn û
gotin: Çîîîîîîîîîîîîîîîîîîîz, kes bi we nikare.
* * *
Sûdgirtin ji nivîsa : Partiyên kurdî li Sûryayê: pêvajoya
perçebûnê ((Mi şel
Temo)).
|
|
|
|