|
Qilçix
Kurmê darê û nivîskarê xwefiroş
Hevpeyivîna Soro bi Kurmê Darê re
Soro: ma nivîsandinên te
gihaştin çi qonaxê looooooooooo?
Kurmê Darê:
te pirsa pêşî nekir, a li ser jiyana min ?
Soro :
bila wek te be, fermo li ser nivîsandinên
xwe bibêj…
Kurmê darê:
di sala 1952 ande û li gundekî ji bîr kirî li der dora Amûda
şewitî an jî li Tirbesipiya xopan ne bi xêr ez ji diya xwe re
bûm û ez di 29ê meha 2an de hatime dinê, û ji ber vê yekê her ji
4 salan carekê ez dê salbûyîna xwe çêbikim.
Soro:
ma Gotar û nivîsandinên te çilo û çawane?
Kurmê Darê:
te wêneyê min di rojname ya 11 september de dîtiye,
eeeeeeeeeeeeeeeeeew min çi pûz kişandiye. Ma tu dizane çima di
wî wêneyî de çavê min ê çepê nîv girtî ye?, da ez ji yara xwe re
diyar bikim ko ez li ku bim ew bi min re ye. Girafêta min çawa
bû, xweşik bû ne wilo…. ?.
Soro:
Derew û nivîsandin, tu xwe di kîjanê de xurt dibînî?
Kurmê Darê:
ko ez bi nivîsandinê xurt bama wek çawa ez bi derewan xurtim,
ana min 11 caran şehnaziya Nobil girtiba. Min dê kilasîk û ne
kilasîkên kurd xistibana bêrîka firingan. Jiyan bê her tiştî
dibe lê bê derew qet nabe. Ne ji derew û derewçînan ba dê
Gur û Mih ji hevûdu hez kiribana. Ez bê derewan nikarim herim
WC. Derew di damarên min de digerin.
Soro:
ma raste tu çûbû Kazaxistanê, bibore kurdistanê ?
Kurmê Darê :
belê rast e, ma te di telefezyona CNN de li min temaşe nekir, bê
min çi hiner rakirin. Min nûçe dane weşandin. Weleh
karmendên CNN pir xweşik û spehîne, xwezî ez ne bi jin û hevalk
bama min yek …… zuha bernedida. Radyoya SBS jî 22 hevpeyivîn li
Duhoka Bavê Mihemed bi min re kirin. Rojnameya Avdar jî
hevpeyivînek bi min re kir, min di wê hevpeyivînê de gotibû;
Qado Şêrîn ne rexnevan e, Ehmedê Huseynî ne stranvan e, Mizgînê
Gemo ne stranvan e, Sîrwanê Hecî Berko ne tembûrvan e û
Dilbixwîn ne şufêrê Tirênê ye û nanê esmer naxwe, û Xemcivîn ne
Soro: di hevpeyivîna
telefezyonê de te gelek caran destê xwe datanî ser sênga xwe, ew
çima?
Kurmê Darê: ew nîşanek di
navbera min û jina min de bû, min bêriya sêngên wê kiribû. Ne te
nedîne, ji ên Klodya Şîfer û Şekîra nazik û spehîtirin.
Soro: ma rast e serok wezîrê
kurdistanê xwestibû qehwekê bi te re vexwe û te gotibû; çaxê min
ji te re tune ?
Kurmê Darê: ev yek rast e,
belê ji min xwestibû ko ez û wî herin Dîsko da ez bi awayê xwe
yê xurt porzerekê jê re bigrim, kes weke min nizane û nikare
keçikan girêbide. Yaho bûye serokwezîr hîn nizane biskilêt bajo,
ji xwe axaftina bi qîzikan re ew tiştekî nizane, ji min xwest ko
hema em wênekî bi hevûdu re bikşênin da pêş diya xwe bike. Min
di 14 rojan de 4 melyon kurd fêrî xwendin û nivîsandina çînî
biborin latînî kirin.
Soro:
te çî din li kurdistan ê kir?
Kurmê Darê :
min mizgeftek biborîn Dêrek li wir vekir da ji tevaya dinyayê re
diyar bikim ko kurd ji Fileh û Aşûriyan hez dikin
Soro: hinin kes te bi xwefiroş
tawanbar dikin, ma tu çi dibêjî ?
Kurmê Darê: ma mirov têne
firot in, ez nivîsandinên xwe difroşim. Bila kurd jî Dolaran
bidin min ez dê wek ew dixwazin binivîsim. Li pêş ko ez dest bi
nivîsandinekê bikim telefonek ji min re tê, li ser daxwaza wê
telefonê êdî ez dinivîsim, ma bila jina min bê zêr û cilên nû be,
ko jina min li ser van tiştan dev ji min berde, kî dê ji min re
jineke din bîne, tu dizanî çiqasî jin di nav kurdan de bihane,
yaho nayên kirîn. Her hevokek di nivîsandinên min de bihakî xwe
heye, wek nimûne, ’’kurd ji tuxmê xwe de Ereb in’’ bi 100 ${
Dolar}, lê ko ez binivîsim “ kurd ji tuxmê xwe de kurd in”
serkulekê jî kes nade min. Ko ez binivîsim” Ehmedê Xanî ne kurd
e û ne helbesvan e” bihayê vê hevoka kin 129,17 $. Her mirovek
bi rengekî xizmeta mirov din dike, ez jî bi vî rengî xizmeta
hinek kesan dikim, dibe ko ew kes ne kurd bin jî lê dîsa dikeve
xizmeta mirovantiyê.
Bihayên hevokên min jî ev in;
-“ Cigerxwîn sofî û ne helbestvanekî navnetewî ye” 76,14 $
-“ Mîr Celadet Bedirxan nezan û ji jor de li gelê xwe dinerî”
89,18 $.
-“ kurdistan li Sûryê tune ‘’ 999,26 $.
-‘’ kurdistan bi carekê re tune ‘’ 999,26 * 4,5
=4496,67$
‘’Mihemed Ozun bi kurdiya latînî nizane û ne
romannivîs e’’ 48,55 $.
-‘’ nemra lingê Qadî Mihemed 47 bû’’, ji bo vê
hevokê ez dikarim 3 mehan vegerim welat bê ku kes { muxaberat}
îşê xwe ji min bîne.
Soro : hin in kes te dikin wek
Munzir Al-mûsilî. Ma tu çi dibêjî ?
Kurmê Darê :
ew mirovekî Ereb e û di demekê de jî mixaberat bû, lê ez bi
Dolarên xwe kar dikim. Ez wek karmendekî li ba hinekan bi
Dolaran kar dikim, min nivîsandin ji xwe re kiriye kar û îş.
Soro :
hin in kes li ser te dibêjin ; divêt kesek hebe yan jî hin alî
hebin ko vî mirovî têvedidin, tu çi dibêjî ?
Kurmê Darê :
ma dibe ko ez wan kes û aliyan bi nav bikim, tu çima dixwazî
mala min xerabikî, bi zor û heft belan min ew kes dîtine û ez
tenê bi Dolarên xwe kar û îş dikim, tiştek belaş nîne, û ew kes
û alî yekî weke min ji xwe re nabînin, lê bibore ez nikarim wan
kes û aliyan bi nav bikim. Ko ez wan bi nav bikim nanê min li
dinyê namîne, ez dê ji Dêr û Mizgeftê herdûyan bimînim. Ez nema
dikarim dev ji wan berdim, diran û fîşekên wan…, yabooo çiqasî
merov ditirsînin. Gelek caran ew kes û alî ji min re dinivîsin
tenê ez navê xwe li bin dinivîsim û belav dikim.
Soro :
çima û çilo navê te bûye Kurmê Darê ?
Kurmê Darê :
ji ber van nivîsandinan, bi xwedê ez jî nema dikarim ji vê riyê
û ji van nivîsandinan vegerim…êdî ji destên min jî derketiye.
|