|
|
|
|
Qilçix
‘’La îlah ila Elah, kurdistan edûwe Elah’’
لا اله الا الله كردستان عدو الله
careke din kurd û misulman
Ev gotina ko gawir jî di derheqa me kurdan de
nabêjin, ne ya min e û ne ya dê û bavê min e, ne jî ya gawiran
e. Belê gotina min ev e : mexabin ko kurd misulman in, ev
gotin wek tacekê ye li ser serê min, ko kurd ne misulman
bana niha xwedî welat bana, ma ev gotin jî ne raste, niha wek
Medxeşker û Jamaykiyan xwedî
welat bana.
Gelo hun dizanin çiqas car kurd di dîrokê de
bi misulmantiyê hatin e xapandin ?
-ji Bedirxaniyan bipirsin !!
-ji Qadî Muhemed û neviyên sala 1979an
bipirsin !!
-ji mizgeftên bakur û rîspiyên sala 1925an
bipirsin!!
-bipirsin kê navê Amedê kiriye Diyarê Bekir((
bipirsin Bekir kîye!!)).
Pêxemberê Ben Ladin û Elî Uqra Eresat((
biborin Irsan)), (wî di sala 1991ê de di derheqa kurdan de dema
bi serhildana xwe rabûn, gotiye: ‘’em ketin nav diranên xefkeke
ko ji Israîl destpêdike û li bakurê Iraqê bi dawî dibe’’), û
Şêx Yasînê Felestînî(wî
gotiye ku kurdên başûr dê
Israîleke din di herêmê de ava bikin), û Sedam Husên, xalid kurê
Welîd, Seîd kurê Weqas, Hecac kurê Yûsif, Yezîd kurê Muhelib, û
Bekir kurê Waîl, gotiye: ‘’ bê welatî bê olperestî’’.
Di Quranê de hatiye ‘’me hun wek gel û êlan
dan e da hun hev nas bikin’’ ango ji hev hez bikin.
Pirsa min jî ev e: ji ber ko kurd bê welat
in( welatê wan ji bilî misulmanan dagîr kirîye haaaaaaa..), ma
kurd misulman in, ma divê misulman bin?, ma misulman ji kurdan(kurd
jî misulman in) hez dikin?.
Ko kurd ne misulman bana niha xwedî welat
bana, yan jî ko dujminê kurdan ne misulman bana dîsa niha xwedî
welat bana, xwezî em cîranê gur û hirçan bana û ne cîranê wan
misulmanên dilgawir bana, jixwe ko em cîranên gawiran bana, yan
welatê me ji bilî gawiran dagîr kirîba niha rewşa
me ne ev bana, li welatên gawiran kurd bi zimanê xwe
dixwînin û dinivîsînin û zarokên xwe bi navên kurdî bi nav dikin,
diyare ko misulman ji navên kurdî ditirsin çimkî ew jî li wan
welatan qedexeye, her tişt ji bo
kurdan qedexeye, misulman ta bi navên keviran diguherin û
dikin bi zimanê xwe yî serdest, ew serdest in û em bindest in,
ew xwedî welat û balyozxane û tewalêt in û em ne tiştek
in.
Niha êdî gerek em vegerin gotina pêşî
û kê gotiye: ezbenî ev gotin Ereb û Tirkumenên Kerkûkê
yên misulman di xwenîşandana((31/12
2003)) li dujî kurdistaniya Kerkûkê gotin e, de werin û
kirasê xwe ne çirîn in, ma hun wan mizgeft û minarên ko sênga
asman qul kirin e nabînin lawoo, wateya vê gotinê jî ev e: ji
yezdan pêve xweda nînin, kurdistan dujminê wî ye, ev slogana wan
bû. naxwe dê û bavê min, Qadî Muhemed, Berzanî,
Şêx Seîd……istexfirelaaaaaaaaaaaaah.
Xwedêyo ez qurban eger tu hebe; tola me ji wan hilîne, ji
neviyên Etaturk û Xumeynî û Sedam hilîne, çimkî em bi wan
nikarin û kesî me ji te pêve nîne, em baweriyê bi te tenê tênin,
em ji te tenê re nimêj dikin, ji bo ko tu ji me razî be em ji
ser sicadeya nimêjê ranabin, ji bo te em tim bi ava zelal bi
destnimêj in, anîya me bi sicadeya nimêjê ve maye, tu tenê zane
me çend mal ji te re ava kirine û em bê mal in, li welatê me, li
kurdistanê di navbera mizgeft û mizgeftê de mizgeftek heye. Ma
ne pêxembere yê ko gotiye, jixwe ew berdevkê te bû, gotiye: ‘’ko
dîn bi stêran ve bê daliqandin, wê kurên Faris(mebest kurd in jî)
bistînin’’. Ma tu çi dibîne xwedayê dilovan, ma bi rastî em
dujminê te ne?, na..na..em qet vê yekê nakin. Ji Zerdeştê
kal de em bi te re ne, em bi dû te de ne, em baweriya bi yekbûna
te tênin, em ji te hez dikin, ma çima tu jî ji me hez nakî. Ji
ber em ji te hez dikin me ji xezeb û afatên Ehrîmanan biparêze,
ma çiqasî bêhna te fireye, çi çaxî tu yê me biparêzî. tu zane me
çend merov ji bo navê te binax kirine, kuştine,
çend şer û ceng lidarxistine. Ji bo navê te pêşmergan
di xwenîşandana Kerkûkê de çend kes kuştin
û çend birîndar kirin.
Di tevaya dunyayê de xerabtirîn rewş
ya misulmana ye, ji ber bi hev re ne rast in, ji hev hez nakin,
derewan dikin, bêbextiyan dikin, li dor jinên hev digerin,
dizyê dikin, malê hev dixun, bi ziman misulman in, xefk û dafan
li ber çûk û çivîkan vedidin, gura jin xwariye, bi navê
misulmantiyê me dixapînin, ji dû misulmantiyê welat ava kirin,
misulmantiyê ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî pêktînin,
welat li ser hestiyên merovan va kirine, xwedaaaaaaaaaa ma tu vê
yekê nabînî.
Ji koçkirina pêxember de misulman bi hev
ketine, hev dixun, hev diqelînin, hev nebedî dikin, wek ko niha
me kurdan nebedî û tune dikin. Lê ma gelo ko niha pêxember sax
ba, ma wê ji vê rewşê razîba?,
ma wê dîsa bigota; ‘’xwedê bikim hun kurd nebin tiştek’’,
ma wê wî jî em nebedî û tune bikirna?, ma wê bi mafê me
kurdan re ba yan wê wek((…..)) baştire
ko bi nav nekim.
03/01/2004
Hollanda
|
|
|
|