|
Qilçix
Ma lêborîn xwestin şerm e?
Daxuyaniya Şivan Perwer:
Min lêborîn ji kesekî nexwestiye
Em kurd hemû hewcedarî ko lêborînê ji hevûdu
bixwazin, mêr ji jinan, kur ji bavan, serok ji gel, rewşenbîr
ji pênûsan, dîk ji mirîşkan.
Ma şerme ko merov lêborînê bixwaze, jixwe mêranî ew e ko
merov lêborînê bixwaze dema ko şaşî
yan jî hin gunehan bike, bi taybetî dema ko berjewendiya
gel û welatê merov di lêborîn xwestinê de hebe, serkeftineke
mezine û ne hemû merov dikarin lêborînê bixwazin.
Ez vê gotarê ne li dijî daxuyaniya hunermendê
mezin Şivan Perwer ya ko di
malpera avestakurd.net de belav bûbû, dinivîsim, ew ji mafê wî
ye, lê tiştekî bala min kişand ko
ew jî navnîşana daxuyaniyêye; "Min lêborîn ji kesekî
nexwestiye". Çima ev daxuyanî, ma gelo pêwistbû ko ev
daxuyanî derkeve û çi pê heye ko merov lêborînê bixwaze.
Her kesê ko bi Tirkî dizane hevpeyivîna ko bi
hunermend Perwer e di rojnameya
Ozgur Politika(18/02/2005)
de bûbû xwend, her wisa ew hevpeyivîn ji bilî Selamo
hate wergerandin(xwedê xêra wî jê binivîse) ji bo xwendevanên
kurdî û di hin malperan de belav bû wek rojava.net. Ez ê hin
nimûneyan ji wergerandina hevpeyivînê bigrim û li vir diyar
bikim.
Ew daxuyanî bi zimanekî qels hatiye
nivîsandin, ez texmîn dikim û şêweyê daxuyaniyê diyar dike ko
devikî ji Şivan Perwer hatiye gotin
û merovekî nivîsandiye(dibe ko bi telefonê gihabe
nivîskarê daxuyaniyê). Xwezî xwe hinekî din biwestanda û
daxuyanî bi şêweyekî baştir
bihata nivîsandin, ji ber ez baş dizanim ko ziman û
ferhenga hunermend Perwer dewlemend e û ev yek ji stranên wî
diyar e.
Hunermend Şivan
Perwer di hevpeyivîna xwe de dibêje:[[ "Ji bo ku min
hin caran şaşî û xeletî
kirine, ez gelek caran digrîm ku ji bo çi min ew
şaşî kirine. Çi şaşî dibe bila bibe,
çi civakî û çi jî şexsî bin.
Ez gelek caran dibêjim ku xwezî ez mirovekî paqij û temîz
bama.". "Ez pir ji gel û ji welatê xwe hez dikim". "Lê her
mirovek dikare şaşîtiyan bike
û şaşiyên her kesî
çêdibin". "Ji ber ku em ji civakeke tevlihev tên, ez jî di nav
de, piraniya hunermendan ne xwedî raman, bîr û baweriyeke ronî
ne". "Xwezî nexweşiyeke wisa di
navbera min û tu partiyan de tunebûya û bi PKK re jî
çênebûya". "Ji bo hin şaşiyên
xwe ez gelek caran rûdinêm û digirîm, ji bo ku min çima ev yek
kir?". "Ez ji ber vê yekê û ji ber
şaşiyên xwe, lêborînê ji her
kesî dixwazim. Di vir de pirsgirêk û problêmek tuneye". "Ez
jî dikarim şaşiyan bikim. Ez nabêjim
ku ez mafdar im. Rexneyên ku li min têne kirin ez qebûl dikim û
piraniya wan jî rast in. Ew nebin ez nikarim xwe rast bikim"]].
Dema ko min ew hevpeyivîn xwend, min di nava
xwe de digot; ko merovekî ne mêr û zana be nikare van gotinan
bibêje û ji ber vê yekê ez dibêjim ew daxuyanî ne gerekbû. Di
hevpeyivîna xwe de lêborînê ji her kesî dixwaze û di navnîşana
daxuyaniya xwe de dibêje: "Min lêborîn ji kesekî
nexwestiye". Bê guman xwendevan jî û her yek li gora radeya xwe
û bi şêweyê xwe gihaşt
encamekê û tiştek ji xwe re
fam kir.
Di malpera Amûdê de((amude.com)) 22/02/2004,
hevpeyivînek bi hunermend Şivan
Perwer re bû, li ser hevpeyivîna ko kovara tirkî "Aktüel"
pêre kiribû, li gel ku wî di her du hevpeyivînên xwe de di
malpera Avestakurd û Amûdê de inkar nekiriye ko kovara Tirkî ew
hevpeyivîn pêre nekiriye, belê ew hin tiştan
ne rast dibîne, di Amûdê de dibêje :[[ - Qet tiştekî
weha ne hatiye pirsîn û ne jî min tiştekî
weha gotiye. "Aktüel"ê derew kiriye. Min ji wan re got "ev
çi ye we nivîsandiye", gotin ku
şaşitiyek çêbûye.
- Teqez ez nexşeya
ku tu tenê Mehabadê têkê qebul nakim; ez nexşeya
ku tu tenê Qamişlokê
têkê û Efrînê nekê, teqez qebul nakim. Qebulkirin û neqebulkirin
ew e. Kê nexşeya Kurdistanê
ta niha baş çêkiriye?
- Di wê hevpeyvînê de tiştek
tune, tiştekî xerab tune! Bila bixwînin. Kî bixwîne, dê
bizanibe.
- Kesî tiştekî
xerab nekiriye. Ez ne mecbur im daxuyaniyan bidim.
- Na, na. Tiştine
hene rast in, û tiştin din
hene qet ne rast in.
- Wek vêya; wek gotiye niza ez ê herim bi Îbo
re bistirêm, gotiye niza ezê herim "Dolma Baxçe" bistirêm. Ev
hemû derew in. Min tiştekî weha
negotiye.
- Ka çî min heye, ez bikim? "Ozgür Polîtîka"
heye, apoçî ye nake. Ez ê di kû derê de bikim, bavê min?
Televizyonên me hene, gereke ez agahdariyekê bidim wan.
- Min hîn jî nexwendiye. Kopiya wê ji min re
bi faksê şandin, ew jî xerab bû,
min nikarîbû bixwenda û tiştekî bibêjim.
Kovar jî neketiye destê min.]] .( amude.com).
Niha ya ko ez dixwazim bibêjim; kîjan pêwiste
ko daxuyanî pê derkeve, daxuyanî li dujî rojnameya Tirkên faşist
"Aktüel" ya ko derew û bêbextî li hunermend Perwer kir
yan daxuyanî li dujî lêborîna kurdan ???. Lê mexabin tu daxuyanî
ji hunermend Perwer li dujî "Aktüel" derneket, dêmek naveroka
hevpeyivîna di "Aktüel" de rast bû, ko wek ew di Amûdê de dibêje
derew lê kirine gerekbû ko daxuyaniyekê ji raya giştî
re belav bike û têde diyar bikra ko tirkan derew lê
kirine. Bê guman û dîsa xwendevan dizanim gerek kîjan daxuyanî
ji raya giştî re derketa.
Dîrok tiştekî ji
bîr nake û her tiştî
dinivîsîne û di dema ko hin kes dîroka xwe ji bîr dikin
dîrok wan hişyar dike û
şiqameke germ li rûyê wan
dide .
|