|
|
|
|
Qilçix
Malperên bajar û êlan
An jî www.
trkoefqasediamracede. com
Xwendevanên hêja, weke hûn fêrbûne ko serê xwe ne êşînin
bi xwendin û mendin û çetinê, ez jî serê we na êşînim,
da ezê di cê cî de ji we re wê navnîşan
a li jor şirove bikim;
tr; Tirbesipyê
ko; Kobanê
ef; Efrîn
êdî ez sed li sedî bawerim ko hûn dikarin
navnîşanê bibin serî, ma we
mebesta min jî ji vê navnîşanê
naskir. Ma hûn ne bi min re ne ko malpereke wisa vebe..!!?, da
ko ya hemû herêmên kurdan be.
hin ji we dikarin bibêjin ko ji mafê hin
kesaye ko malperan bi navê bajarê xwe vekin, lê jibîr nekin ko
ev yek maf dide her kesî ko malperan bi navê bajarê xwe veke,
belê bi navê gund, jin, kavil, seh, û yarika xwe vekin, ma kî ji
kê çêtire, em hemû kurê bavane û simbêlboq in.
Wele ji mafê min e jî ko ez malpereke xwe bi
navê www .nehroz.qa vekim((qa=Qamişlo)),
ew navê gundê min e, ez lê ji dayk bûme û carekê
karwaneke mezin û sê firoke û 11 naylon têre borîn, ma ne gereke
êdî malperek bi navê gundê min hebe, ez dizanim ko ne di riyên
şaş re be kesek nabî mêvanê
wê, lê ma ew ên din bi çi ji min çêtirin, mexabin naka Internet
li gundê me tune, lê ji niha û sed salên li pêş
dê were, gerek merov geşbîn
be.
Ew malperên din jî wisa ne, ma kî Efrîn.net
vedike ji xelkên Efrîn pêve, her wisa amude.com, amude.net,
amude.de, amude.org, amude.uk, amude.us……hwd.
Ma gelo nav nînin yan jî tiştekî
din heyeeeeeeeeeeeeeeeeee, di nava xwedî û berpirsyarên
wan malperan de ye, xwezî carekê ji me re eşkere
bikin. Ev yek me ji hevûdu dûr dixe, dujîtî, dexse û
dûriyê dixe nav me. Xelkên Efrîn dibêjin; kor jî dizanin ko
malpera me ji ya Qamişlo xweşiktire,
her wisa xelkên amûdê jî dibêjin ko malpera me ji ya
hemiyan bi navtire, li ser zarê nivîskarekî vê yekê dibêjim û
dinivisînim; malpera Tirbesipî ya herî pêşî
bû.
Ji bilî vê jî, ko nûçeke balkêş
di qamişlo.com de belav dibe êdî xelkên Efrîn û Amûdê
divê di malperên bajarên xwe de bixwînin yan jî baweriya wa bi
wê nûçeyê nayê, û dibêjin ko ew nûçe ji malpera me hatiye girtin
çimkî me berî wan bi 11 çirkan belavkir. Ya ko nayê gotin jî
jiber girtin û kopîkirina berhemane, ma kî dizanî ko jêdera wê
nivîsê ji ku ye.. !?, hêjayî gotinê ye ko hin caran nivîskar jî
vê yekê dikin, ew ji hemû malperan re dişînin((
wek Fuat Ekbînar)), ko merov bi zor û heft belan nivîsa
wan bixwîne.
Ji ber vê yekê û ji bo ko xelkên tevaya
kurdistanê bibin mêvanê malper a min, min ev navê dirêj û bi
ecêb lêkir ; www. trkoefqasediamracede.
Com û nûçeyên rast û durust jê bigrin, em ne di bezîna
belavkirina nûçe û berheman de ne, na weleh û bileh û tileh û bi
Zerdeştê kal jî, wey li wî
yê ko berî yê din tiştekî balkêş
daxîne malpera xwe, ew mîr e. Hêviya min ji vê yekê ewe
ko ez xelkên xwe li hev kom bikim piştî
ko van malperan ew ji hevûdu dûrxistine.
-Xweda nede wan malperan û ava sebeşan
diber wan de bihêle…aaaaaaaaaaaaaaaaaamîn.
-herin bazarê cd û deskan bikirin, dema li
ser qeşê bişemitin
hemû bişkin…aaaaaaaaaaamîn
-ê ko ji Fuat Ekbînar re belav neke, xweda
sehê cînaran li wan har bike….aaaaaaaaaaaamîn.
vê yekê jin û mêr ji hevûdu berdane û hin mal
bûne kerafî û jiyan nema di wan de dibe, naka çar mêran ji Qamişlo
nêt kirine ko jinên xweyî Efrînî berdin li ser vê yekê û
her wisa şeş mêrên Efrînî û
jinên ji Qamişlo rojane li
dadgehane.
ma hûn dizanin ez rojane çiqas çaxê xwe didim
van malperan looooooo, da ko nivîsekê di wan de bibînim di ya
din de tune be, lê ax û sed carî ax…
Naka rê ji her kesî re vekiriye ko ji xwe re
malpran veke, bi navê bajarê xwe, ko nebû bi navê gundê xwe, ko
nebû bi navê êla xwe, ko nebû bi navê yarika xwe. Hin kes hene
dikin ko bi navê gundê xwe vekin wek; www.
Yazdekutilk.net, www. hifdeker.com, www. Çêlekê. Org.
Dersan ji malperên bajaran digrin.
Ko wisa be dê demek were her gund û bajarek
dê malpereke xwe hebe, lê di wê demêde emê bi wê jî razîbin, ji
ber ko her êlek jî dê malpereke xwe veke. Ew dem dê bibe dema
çizirandina malperan. Ma gelo ne ji mafê êlane jî ko malperên
wan hebin, wek; www. haco.com, www. berazi.
Com, www. gabara. net, www. Meşkînî.
De. Û bila wêne û lehengiya axa û hinerên mêrxasên êla
xwe belavbikin.
Merov ji diya xwe dibe azad, êdî merov azade
bi vekirina malperan, da ji mafê herkesîye ko malperan ji gund,
bajar û êlên xwe re veke. Bila malperên me kurdan pir bin, bila
miletên cîhanê bizanibin ko kurd bi demê re ne, ma miletê Alman,
Ferensî, Emerekî, Çînî û Sîralenkî bi çi ji me kurdan çêtirin,
her yek ji me layê bavê xwe ye, û guneh û
şaşiyan bihêlin li ser xweda.
|
|
|
|