|
|
|
|
Qilçix
Ne tenê bi pênûsan,
belê bi lêv û serê memikan jî
helbest têne nivîsandin.
-Dema laş daxêve afirandin
diraweste,
-Dema sênga boz tê dîtin bawerî tên guhertin.
-Ez laşê xwe ji bo pêşxistin û nûjeniya çanda kurdî pêk tînim.
-Helbest ne tenê bi pênûsan tên nivîsandin, belê bi lêv û serê
memikan jî.
- ez xwe bi hemû serokên kurdan nadim.
- dema laş daxêve pênûs dirawestin.
-dema laşê jinan dîlana xwezayî dikin xelat û şehnazî bê nirx
dibin.
-jin bi laşê xwe dikarin dasîtanan binivîsin.
- helbest bi laşê min ve şîn tên.
* Berî çend şevan nivîskara navdar Şûşê bû mêvana
Sawêrên berî berbangê û min ev hevpeyivîna xeyalî pêre kir.
Xêrhatin:
Wek jineke kurd, wek helbestvaneke kurd, wek diyeke kurd, wek
xatûneke kurd, wek xwedî zimanekî xweş û şêrîn, wek laşekî spehî
û nazik, wek xalxalokekê, wek nûjenvana helbesta kurdî û wek
gula helbestvanan tu li ser serê min î zelût hatî û di ser çavên
min ên sor re hatî, ax ne tu nizanî ez çiqas bi dîtina te
kêfxweş û şad im, min bawer nedikir rojekê ji rojan te bibînim,
gelekî bi xêr hatî. Ez ji te hez dikim.
Şûşê:
spas, ji ber ez jin im te ewqasî pesnê min da, mane wisa ye?, bê
guman ko ez ne jin biwama te ewqase gotinên xweş ne digotin,
dêmek te çavên xwe bera min daye, min zanîbû ew awir ne vala ne,
piştî hevpeyivînê emê hevûdu li ser avê bibînin. Ê hina navê wan
derdikeve û hinan qûna wan derdikeve.
Pirs1:
berî tu bibî helbestvan tu çibû?, te çi dikir?, te dema xwe bi
çi diborand?, tu dikarî di derbarê jiyana xwe de bi kurtî
baxêvî..?.
Şûşê:
berî ez bibim Şûşê û evqas xirecir li dor min peyda bibe ez ne
tiştek bûm, min zarok ji kurdan re çê dikirin, min dema xwe bi
xwedîkirina mirîşk û rûniştina li ber rêzefilmên ereban
diborand. Min motik dixistin bin mirîşkan, min qirêja bin pez
paqij dikir, min bi heftokan dilîst, min sê dan av ji bîra şor
tanî. Dema ez zaro bûm min xefk û dav li ber çûk û çivîkan
vedidan. Min bê dilê xwe mêr kir, bavê min ez bi darê zorê dam,
min ji yekî din hez dikir, ax kuriko ez qet te ji bîra nakim.
Xefk û davên wî vala nediman, tim çûk ji min re digirtin, min ji
goştê çûkan pêve nedixwar, gelekî ji min hez dikir, hîn jî
hevdîtina pêşî tê bîra min, du caran maçî min kir û destê wî di
nav memkên min debû û digot: ez ji te hez dikim. Wê çaxê em di
kadîna mala xaltîka min de bûn, jixwe diya min carekê em di wê
kadinê de girtin û ji bo wisa ez nedam wî. Ax min çi bêrya wê
kadînê kiriye.
Pirs2:
naxwe tu tim di kadînan debû yî, kadîna bîranînan?
Şûşê:
belê, lê ne tim, rojane du-sê saetan, tu dikarî bêjî ko ez tim
bi ka bûm. Ta niha û piştî çend zik zarok jî ew kes ji bîra min
ne çûye, her ko mêrê min bi min re radizê ew tê bîra min, ko
neyê bîra min ez kêfxweş nabim, ez wek perçak qeşê me.
Pirs3:
çima we hevûdu ne revand?
Şûşê:
min jê xwest û got; kuriko wer em hev birevînin, lê wî newêrîbû,
ji kuştinê ditirsiya, digot: wê bav û birayên te guh û pozê min
jêkin.
Pirs4:
navê wî çi bû û niha rewşa wî çi ye?
Şûşê:
navê wî Tewaro bû û niha dîn bûye, bi çolan dikeve û kirasê xwe
diçirîne, bi keran re radizê, wan hembêz dike jê weyê ez im,
kera hembêz dike û dibêje: Koka min wele ji te hez dikim. Ax ax
çi gunehe..dilê gawiran pê dişewite.
Pirs5:
tu bêrya wan rojan dikî?.
Şûşê:
niha na, ez bi jiyana xwe li van welatan razî me, vaye wek tu
dibînî ez bûme helbestvaneke navdar, hemû nivîskar, rewşenbîr,
rewşenkîr, rexnevan û textikvan bejna xwe ji laşê min re
ditewînin, hemû li dor min digerin, min jinên wan li ber çavên
wan reş kirine, ma wê çi bi min bê ko ez ramûsanekê bidim wan,
tiştek ji min naweşe, dako rêncberiya min bikin, dako helbesteke
min serast bikin, dako helbesteke min wergerînin zimanê çûka,
dako nivîsin xwe bi nav û wêneyê min belav bikin, ser bi ser,
ramûsanek bi helbestekê, hemû razîbûna min ji bo ramûsanekê
dixwazin, bê şêwra min narin destavê, ko ez Messengera xwe
vedikim, xwezî tu bi rih û can bî û tu bibînî bê çend kes û hemû
jî nivîskar in, bi min re chat dikin. Berî çend rojan
nivîskarekî ji min re namek bi E-mail ê hinart, têde
nivîsandibû; dema ez bi jina xwe re radizêm ez te li bîra xwe
tînim, û ev ji bo min serkeftineke bê hempaye, ev tê wê wateyê
ko laşê min mîna helbesteke afesanî xweş û bilind e û bi rola
xwe radibe. Ma helbest tenê bi pênûsan tên nivîsandin, belê bi
lêv û serê memikan jî. Berî demekê helbestvanekî rih dirêj
helbestek xwe li ser pişta min nivîsand û li bin danî: bila
beramberî vê kêfxweşiya dîrokî be, ango ser bi ser..bila ji te
re be..diyarî te..bi navê xwe belav bike. Jixwe pişta min a
fireh û gewr têra nivîsandina dasîtanekê dike. Piştî em şer û
cenga sîng û beran bi dawî tînin, ez pişta xwe didimê û ew êdî
dest bi nivîsandinê dike, helbestên ko li ser pişta min têne
nivîsandin xurt û bilindtirin ji yên ko li ser pelan têne
nivîsandin. Ma ev ne xizmete di ber çanda kurdî de?, ma kes wek
min heye ko xizmeta çanda kurdî dike?. Her yek bi şêweyekî
xizmeta canda xwe dike, û ez bi laşê xwe vê xizmetê dikim. Bi
gotineke xweş ez xwedî malper, rojname û kovaran dîn û kor
dikim.
Pirs6:
ev tê wê wateyê ko tu ne jin biwa tu ne
dibûyî helbestvaneke navdar, bi wateyeke din, ko tu ne xweşik û
spehî biwa tu ne dibûyî navdareke kurd?.
Şûşê:
şek û guman di vê yekê de nîne, jixwe ko ez ne xweşik û spehî
biwama kesî silav jî li min nedikir. Xêra xweda bi min kir ev
laşê spehî da min, lê ev tenê ne bese, şêwe pêwiste, çilo û çawa
tê laşê xwe wek alav pêk bînî. Ma kî Salihê Heydo, Mele Palo,
Qado Şêrîn, seydayê Dilbirîn, Şêrîn Remo û Ehmedê şêx Salih nas
dike, kî Nesrîn Têlo û Diya Ciwan nas dike. Dema laş daxêve
afirandin diraweste, dema sênga boz tê dîtin bawerî tên
guhertin. Lê ne hemû jinên xweşik û spehî dikarin wek min bin,
şêwe û zanebûn jê re gereke, jixwe kes wek min nizane mêran
bixapîne, ez çavekî yan ramûsanekê li ser baskên ba didim wan û
di dûv re tiştekî ji wan dixwazim, îca ew kiye yê ko daxwazên
min pêkneyne. Bi gotina xweş tu dikarî maran ji qulan derxînî,
ez jî du gotinên xwe ji nivîskaran re dibêjim dibin pepûk û her
tiştî ji min re dikin. Ez laşê xwe ji bo pêşxistin û nûjeniya
çanda kurdî pêk tînim. Dema nivîskarekî kurd ji laşê min têr
bibe, bê guman dê bikaribe bêtir binivîsîne, laşê min ferhenge,
ma îca ev ne di xizmeta çanda kurdî de ye..gelek caran li ser
laşê min helbest hatine nivîsandin, ta niha jî şûna pênûsan li
ser pişta min heye…
Pirs7:
tu dikarî çîroka helbestvaniya xwe bibêjî?, tu çilo û çawa bûyî
helbestvan?.
Şûşê:
çîrok dirêje, bibore nikarim hemî bêjim, lê piçek ji vir û piçek
ji wir û piçek ji dera han ez bûm helbestvan, gotinek ji vî û
hevokek ji wî û wergerandinek ji yê din ez bûm helbestvan. Hinan
helbestên xwe bi ramûsanekê bi navê min belav kirin. Laş û
zimanê min î xweş û şêrîn ez kirim helbestvan, di vê dema dawî
de Messenger jî baş alîkariya min û vê yekê dike, nivîskarekî
Microfon û Camera digital ji min re kirî, tu dizanî ji bo çi
ne. Yekî nivîskar ez kirim helbestvan, lê piştî bîn bi min ket
lingê xwe li qûna min xist û çû, ji wî weyê kesî din nîne, ez
niha ji wî navdartirim, ji min diqehere, dexseyî min dibe, ko ez
di Televizyonan de derdikevim diteqe, dibehece, celta lê dixe,
jixwe dîn û har dibe dema ez ji bo mehrecan û simînerean tême
vexwendin, wî baş alîkariya min kir û ez qenciya wî ji bîr
nakim, wî ez kirim helbestvan, lê wî jî baş sûde ji vî laşê
xweşik û nazik wergirt, têra jiyana xwe di cugrafiya vî laşî de
çêra û gevizî. Ev yek çîrok û serpêhatiya Jean-Paul Sartre û
Simone De Beauvoir tîne bîra min. Tu li çîrok û serpêhatiya me
binerî tê bibînî ko ez û Simone De Beauvoir mîna hev in, wê bi
laş û pênûsa xwe dinivîsand, ez jî bi laş û ziman dinivîsim, ma
îca cudahî di ku deye. Ez laş wek alav û hewcedariyeke giyanî û
ji bo berjewendiya xwe ya kesane pêk tînim, her wisa ziman û
şêweyê têkiliyan..
Pirs 8:
rojnamevanekî Swedî ez ragihandim ko tê nêzîk xelata Nobel
wergirî, ma raste?.
Şûşê:
raste, ma çima ezê wernegirim û ev laşê
spehî û xweşik ê min e, ev zimanê xweş û şêrîn ê min e, hemû
nivîskar û bi hemû şêweyan ji min re dinivîsin, hemû merovên
xelata Nebel wergirtine bi nivîs û mivîs, bi pirtûk mirtûkên xwe
wergirtine, lê ezê ji we re bidim diyar kirin ko ezê bi laş û
zimanê xwe wergirim, dema laş daxêve pênûs dirawestin, dema laşê
jinan dîlana xwezayî dikin xelat û şehnazî bê nirx dibin, jin bi
laşê xwe dikarin dasîtanan binivîsin, ez jî bi laşê xwe
dinivîsim. Laşê min helbesteke dirêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêje,
na romaneke dirêêêêêêêêêje. Nêzîk ez û serokê komîteya
organîzekirina xelata Nebel li hotela Mizmiz li gel hev dirûnên,
min xefkek yazde diran li ser sînga xwe li ber vedaye, hun ê
bibînin ez ê çi bikim û çi nekim, hun ên bi hişê xwe diramin û
bi pênûsê dinivîsin, lê ez bi laşê xwe diram im û hin din
dinivîsin. Berî sê hefteyan nivîskarekî navdar reşbeleka
romaneke xwe da min û got: bihayê vê şeva xweş û dîrokî bila ev
roman ji te re be..
Pirs 9:
tu dikarî navê wî bêjî?
Şûşê:
bibore ez nikarim wî bi nav bikim, kurd e lê bi kurdî
nanivisîne, bê rih e, li gelek welatan geryaye, tewtewe ye, ji
bo wergirtina xelata Nobel di rêzê deye. Te ew nas kir?, ma
mamik e..şil dikim, rep dikim, bi nav dikim lê ji te re nabêjim.
Pirs 10:
ji bilî helbestan tu çî din ji bo çanda kurdî dikî?.
Şûşê:
bi ramûsanekê û sê gotinên evînî
hunermend û stranbêjê navdar Şiva Ter CD yek ji helbestên min
derxist. CD ya wî bi helbest û gotinên min gelekî nav da. Wekî
din ko nivîskarê kurd ê navdar Şîşa Tenûrê ko mehê carekê sînga
min a gewr û nazik tewaf neke nikare binivîse û du gotinan deyne
ser hev, ma ev ne şêweyek ji şêweyên nivîsandinê ye, ma ne
gereke ew helbest li min û wî bên parvekirin, wek du hevparan li
hevûdu belav bikin.
Pirs11:
diyare tê di dîroka wêjeya kurdî û cîhanî de bibî simbol û
nimûne?.
Şûşê:
çima na, ji bo me kurdan serkeftine ko jineke kurd bibe nîmûne û
simbol, bi taybetî ji bo jina kurd. Dema navê Şûşê bê gotin, dê
her kes bizanibe ew jina ko bi laş û zimanê xwe bû helbestvaneke
navdar. Navê min dê bi vî şêweyî bikeve ferhenga simbolan. Şûşê:
jineke kurd bû bi laş û zimanê xwe bû helbestvanek navdar û
helbesta kurd ji qonaxekê bir qonaxekê.
Pirs 12:
ji bersivên te diyare ko laşê te rola afirandinê dilîze?.
Şûşê:
çima na,
helbest bi laşê min ve şîn tên, helbest ji laşê min diweşin,
laşê min mêweya helbesta ne, laşê min afirandin bixwe ye, laşê
min afirandinê belav dike, laşê min hêza afirandinê dide gelek
nivîskar û helbestvanan, laşê min jêdera nûjeniyê ye, ko ne ji
laşê min biwa dê ewqase malperên kurdan birawestiyana.
Pirs 13:
Tu berî demekê li bajarê min bû lê tu
nehatî ba min, çima tu carekê nabî mêvanê min jî, mane qaşo ez
jî nîv nivîskarek im?.
Şûşê:
Tu nivîskarî, lê emê nirxê te nizanibin
ta ko tu nemrî. Lê çima ez nayême ba te, ew çîrokeke dine,
ezbenî ez nayêm ba te ji ber tu Wiskiya ALDI didî merov, yaho
hema ji bo min şûşeyek wiskiya Chivas Regal
bikire da ko ez bi bişkojên memikên xwe
helbesta dawî li ser dîwarê oda te ya razanê binivîsim.
Pirs 14:
Çi cudahî di navbera nivîs û berhemên mêr
û jinan de hene?
Şûşê:Du
memik û laşekî nazik hene. Wêne û nav hene, messenger heye.
Pirs 15:
Te di hevpeyivîneke xwe de gotiye: “ez
xwe bi hemû serokên kurdan nadim“ gelo mebesta te ji vê gotinê
çi ye?.
Şûşê:
Ez helbestvan im, nivîskar im, nûjeniya
wêjeya kurdî me, afirandinê dikim, lê ew çi ne, her yek dikare
bibe serok, jixwe 40 melyon serokên me hene, lê çendê wek min di
nav me kurdan de hene, her kes dikare bibe serok lê her yek
nikare bibe wek min, ji ber vê yekê min wisa got û ew serok hemû
dê bimrin lê ezê zendî ta û ta di dîroka gelê xwe de bimînim.
Pirs 16:
Ta niha te bi lêv û serê memikên xwe
helbest ji çend kesan re nivîsandiye?
Şûşê:
bi rastî tu ji bavê xwe şerm nakî, tu
çi bi rûyî yahoo, pirsên te jî wek te rûşuştî
ne...min ji te re got; ez nûjeniya çanda kurdî me....
Pirs 17:
Li dawî gelek spas ji bo vê derfeta dîrokî
ko te ji çaxê xwe da me û xwendevanan.
Şûşê:
Ez jî te spas dikim li ser vê hevpeyivîna
vekirî, eşkere û demuqrat, fermo ji te re rûyê min, bi zimanê
xwe balêse û bi lêvên xwe ramûsaneke germ li ser çap bike,
serkeftin para we be..
Pirs
ji bo xwendevanan:
ma we naskir Şûşê kiye?, ez jî wek we li Şûşên vala digerim, ta
niha min yek diye, ko we yeke din wek Şûşê dît, qurban ji min re
binivîsin.
|
|
|
|