|
|
|
|
Qilçix
Mirin meznahî û navdarîye
Xwezî ez îro bimrama, xwezî li min neba sibe,
roj li min hilat li min nere ava, xwedêyo ez kûçkê te me rihê
min bistîn, xwezî kemyonek 48 dolab û barkirî li ser riya kar li
min xîne, hin bêjin hebû, hin bêjin tunebû, cendekê min bike
nanik, û xwîna min bipijiqîne ta bi ser berfa cemsera bakurî
zemînê dako bibim navdar û qencek ji qencên kurdan.
Dako dema bimrim kurd pesnê min bidin û
rastiyê bibêjin, jixwe ta niha kesekî pesnê min nedaye û ta ko
sax bim jî kesek pesnê min nade, çavên zendiyan bar nabe pesnê
saxan bidin, tirsa wan ew e ko ji du pesindariya wan biserkevin
û ew bibin kevin.
Tenê mirim mafan li kurê bavan vedigerîne.
Nimûne jî gelekin, mînak; hunermendê nemir Mihemed
Şêxo û Seydayê Tîrêj, piştî
mirin em sax bûn û me ji nûve mafê wan li wan vegerand û
pesnê wan da, me ew kirin du navdarên kurd..
Diyare em dexseyî miriyan nabin, û ji ber vê
yekê em pesnê wan didin, lê tako sax û zendî bin em ne tenê
şerê wan bê ûjdan dikin,
belê em wan piştguh jî dikin
û mirinê ji wan re dixwazin dako em zendî biserkevin. Nimûne;
Salihê Heydo, helbestvan û lêkolînerê ko bi hezaran stran, dîlan,
wêne, metelok û serpêhatiyên folklorî bi keda salan daye hev û
parastiye, lê kesek nabêje ka em alîkariya wî bikin dako ew
berhem û danheva salan çap bibe û ji windabûn û binax kirinê
biparêzin, kesek gotineke xweş nabêje,
lê hema ko mir emê wî bikin bavê folklora kurdî.
Dema bimrim, baş
bim, xerab bim dê pesnê min bê dan. Ta merov sax be pesnê
wî nayê dan, tê piştguhkirin, mafê
wî tê xwarin, şerê wî tê
kirin. Gelo çima wisa ye?, ta ko merov sax be (mebesta min
nivîskar in)kes pesnê kesî nade, kes rastiyê nabêje, lê hema ko
merov dimre, wek sehên bigrin ser beratê, ûcdanê hemûyan
şiyar dibe, îca pesnê yê
mirî tê dan, jixwe ta ko sax be hemû
şerê wî dikin. Her wisa ko
merov çiqasî xerab be jî pesnê wî tê dan, bê bask tê firandin.
Nimûne; pirtûkfiroşên
kurd Siyaderdê Berho û Melîyê Mafo, xweda wan biparêze û
temenekî dirêj biser temenê wan veke û ta ko em sax bin di nav
çavên me debin, ev her du kes çanda kurdî bi du firingên qulkirî
difroşin û nakirin, lê hema
ko bimrin(emê hemû bimrin) dê bibin du lehengên çanda kurdî, îca
her kes dê pesnê wan bide û xelata Nobil bi wan vekin, dê bêjin
ko ne ji wan biwa çanda kurdî belav nedibû, li gel ko her du kes
ne wisa ne, ne zikêş û ne jî
ji bo çanda kurdî wê yekê dikin, belê ji bo bêrîka xwe dikin.
Hin nivîskar hene, bi dehan pirtûkên wan hene, jiyana xwe ji bo
çanda kurdî kirne terqan, lê kes nizane ne hene ne jî tune ne,
lê hema ko bimrin, îca emê bi tepa bi xwe Kevin û bêjin; ma
nivîskar bû, ma kes wek wî hebû, hêjabû xelata Nobil û Mobil
wergire.
Tenê hunermendan(dengbêjan) mafê xwe standine,
dengbêjek ko ji sê mehan de dest bi strananbêjiyê kiriye, du
stran û du vidyo kilêb belav kiriye, ji nivîskarekî ko bi dehên
salan dinivîse û bi dehan pirtûkên wî hene navdartire, û ev
têkçûne, kenala televizyonê tê guhertin dema nivîskar û rewşenbîrek
derdikeve pêşberî bîneran.
Brader Musikî(wek nivîskar): em bi saxî
mafê xwe dixwazin.(malpera netkurd). Her wisa di
hevpeyivîna xwe de ya ko hêja Husên Duzen pêre kiribû dibeje:..Helbet
ku Kurdek dimire şêrintir û
birûmetir dibe. Helbet ew jî piştî
40 rojî tê ji bîrkirin… Ew tê wê wateyê ku hetanî kesek
sax be, em rûmeta wî nizanin, piştî
ku dimre, valatiyek çêdibe em li çogên xwe dixin, em
dibêjin wax ew çiqasî baş bû,
çi xweş dinivîsand, çi xweş bi gogê
dilîst, çi xweş şer dikir, çi xweş
sitran digotin. Ev tê wê maneyê ku em rûmeta saxan
nizanin, lê ya miriyan dizanin. Ez jî nizanim bê ev ji kêmasiya
civatê ye, an ji nizaniya civatê ye? Qederek e bi ser me de
hatiye? Ev rastiyeke lê ez nizanim çima, ev karê civatnasan e,
ew dikarin lêkolînan li ser bikin.( netkurd).
Em ji miriyan hez dikin, ji ber ko nema ji me
zendiyan bêtir biser dikevin, nema guneh û
şaşiyan dikin
Ji ber vê yekê ez bê sebr û aram li bende
mirna xwe me dako pesnê min bê dan û mafê min li min vegere.. |
|
|
|