|
|
|
|
Qilçix
Narîn Remo; partiya linghildanê,
ji bo rêzgarkirina Kurdistanê,
damezirand
Daxuyaniya damezirandina Partiya Narîn Remo
ya demuqrat a kurd li Sûriyê ji bo yekîtî û rêzgarkirina
kurdistanê hate ragihandin.
Navê partiyê hîna demikîye, di pêşerojê
de û piştî yekkirina tevgerê
li rojavayê Kurdistanê dê bibe; Partiya Narîn Remo ya demuqrat a
Kurdistanê, sedema vê yekê jî diyar kiriye, li cihekî
nivîsandiye; ezê di kaniya di navbera her du çiyan de her çar
perçeyên Kurdistanê bi yek im.
Lingên Narîn Remo wek aleke serfiraz tim
bilind in.
Di daxuyaniya damezirandina partiya xwe de
Narîn Remo diyar dike ko wê ji bo yekkirina tevgera kurd partiya
xwe damezirandiye. Jixwe ew diyar dike ko ew ê bi
şêweyê xwe yê taybet tevgerê
bike yek, di hevokekê de nivîsandiye: ko tu jineke xweşik
û spehî bî tu dikarî her tiştî
bikî, ne tenê tu dikarî tevgera kurd li rojavayî
Kurdistanê bikî yek, belê di nav lingan de miletê kurd hemû dibe
yek, li ser textê razanê ne tenê partî û helwest dibin yek, belê
Kurdistan jî rêzgar dibe. Helwest bi pişthatina
serok û zimandirêjan re li ser sênga min î gewr û spehî
şaşo maşo dibin. Di navbera her du memikên min de helwest gêj û
bê nirx dibin.
Dema ling bilind dibin, gurkan û şoreş zîz
dibin.
Narîn Remo li dawiya daxuyaniya xwe diyar
dike, çilo ew ê bikaribe tevgera kurd li rojavayê kurdistanê bi
yek e, wê nivîsandiye: berî ko pişta
qaşo serok û rêberên
partiyan bê ez laşê xwe yî
şayîk ji bin wan dikşînim,
dikin hewar û gazî, tenê vê carê, ji bo xwedê, ez kûçkê
te me, tenê vê carê, dibin seh, dibin wek zarokekî piçûk, wê
çaxê ez soza berdana serokatiyê ji wan distînim, yê ko soz dide
dîsa ez dikevim bin û nava wî hênik dikim û yê ko sozê nede ez
wek sehekî û bi sê tifan wî diqewitînim, carekê min yek şilfî
tazî wek ko ji diya xwe re bûbû qewitand, min cilên wî veşartibûn.
Ko ne wisa be partîyên me nabin yek û nêzîkî hevûdu nabin.
Narîn Remo li cihekî din diyar dike, ko niha
partiyên herêmî têne damezirandin, serê herêmekê partiyek û qet
nabe ji herêmên din kesek bibe endam, li vir nimûneyekê di
derbarê malperên kurdan de tîne, wek; malpera Qamişlo.com,
qamişlo.de, amude.com, amude.info, tirbespi.com,
serekanye.com, kobani.com, efrin.net, derkahemko.com, derik.com.
ma ev tê çi wateyê ko her êlek jî malperekê bi navê êla xwe veke,
wek; mersini.com. gabara.com. bublani.com, heverka.com,
berazi.com, û bila wêneyên axayên xwe bixin rûpela sereke de. Di
demeke nêzîk de dê di rûpela sereke de di malperan de bê
nivîsandin: yê ko ne ji bajarê me be, ne ji êla me be bila
nekeve malpera me, jixwe berê tiştekî
wisa heye, Efrînî pêşî
dikevin Efrin.net, Qamişlokî dikevin qamislo.com, Amûdî
dikevin amude.com..htd.
Her wisa Narîn Remo di daxuyaniya xwe de
sedeman diyar dike, çima û ji bo çi wê navê xwe li partiya xwe
kirye, di rêza sî û sisiyan de dibêje: li gor ko ez dizanim niha
çil û şeş partî li rojavayî
Kurdistanê hene û her partiyekê navek li xwe kirye, ewqas
nav ji ku anîne ez jî nizanim, nav nemane û li xwe nekirne, nav
nehiştine û li xwe nekirne,
merov di nav wan de şaşo maşo dibe,
ko tu navê serok nebêjî ne partî tê naskirin û ne jî
mebesta te tê ragihandin, min ev yek baş
lêkolîn kir dako navekî wek hemû navanên ko xweda ji bo
partiyan dane li partiya xwe bikim, mexabin min nedît, ma
partiyan nav hiştine û li
xwe nekirne, êdî ez mecbûr mam navê xwe li partiya xwe bikim;
Partiya Narîn Remo ya demuqrat a kurd li Sûriyê.
Narîn Remo bi tenha xwe partiyeke.
Ew dinivîse ko ew endaman napejirîne, bi
tenha xwe dikare bi rola partiyekê rabe, belê dikare bi rola
yazde partiyan jî rabe, ewê nivîsandiye ko ne ji bo bercewendiya
kurd û kurdistanê biwa ewê ev karê giran nedikir, ewê lingên xwe
ji kesîre bilind nedikir, helwesta serokan li ser sêng û di nav
lingên xwe de nedikir yek. Ez dizanim niha kurd di pişt
min re çi dibêjin; Narîn qehpe..Narîn
şermûte..Narîn qûndeye..Narîn
bê şeref û bê namûse, xwedyê
wê nînin, ko bav û birayê wê hebana wê pozê û guhê wê jêkirna
dako biba ders ji bo her şermûtê.
Lê gelo ma karê ez dikim bê şerefî
û bê namûsîye?. Ma ez ji bo kê dikim?, ez ji bo
bercewendiya gelê kurd lingê xwe ji serokan re hildidim, ta niha
min şeş partî di zevîya
sênga xwe ya boz û di nav lingên xwe de kirine yek, ma ev
hindike, ko ne bi vî şêweyî
ba nedibûn yek, îca kî ji me şermûte
ez yan ew ên ko ji ber rêzefilmên bi zimanê serdestan ranabin û
ev nav li min kirne û li mala xwe rûniştîne
û tiştekî ji kurdayetiyê
re nakin. Helwesta min ji ya gelek serokan pîroztire..jixwe
gelek serok hene bê helwest in, helwesta min di linghildanê deye
û ev hevraziya mêrantiyê ye, ez ji bo netewa xwe lingên xwe
bilind dikin, ji bo rêzgarkirina welatê xwe lingên xwe bilind
dikim, ji bo yekkirina tevgerê lingên xwe bilind dikim, ma ev çi
ye?, ma ev ne helwest e?, ji bo kurd û Kurdistanê ev yek ji 11
000 daxuyanî bi sûd û çêtire. Lê ew ên din ji bo kê lingên xwe
bilind dikin, mebesta min ne jinên seroka ne, jixwe jinên
serokan ji çêkirina xwarê û rûniştina
li ber ekranên rêzefilmên serdestan pêve tiştekî
nizanin. Di derbarê vê yekê de Simkoyê Qado lêkolîn kir,
di encamê de diyar bû ko ji nav jinên çil û
şeş serokên partiyan tenê
didu xwendin û nivîsandina bi kurdî diqerqitînin. Li mala bavê
siwaran be, weyla hun bi qurbana min bin û hew. Narîn dide diyar
kirin ko serok û rêberên van partiyan nikarin jinên xwe ji
xwendina nûçeyên di derbarê Nansî Ecrem de û rûniştina
li ber ekranên rêzefilmên televizyonên serdestan rêzgar
bikin, îca çilo dê welatekî rêzgar bikin, ez jî nizanim.
Çi dema Kurdistan rêzgar kirin, ezê jî lingên
xwe wek aleke rizyayî daxînim.
Ko carekê ji caran Kurdistan rêzgar bû, wê
rewşa min çi be gelo, dê
kesek bîra min bibe, nizanim, destê min li ser dilê min e, evqas
linghildan, evqas karê pîroz û giran ji kurd û kurdistanê re
dikim û pêşeroja xwe nizanim, ez
bitirsim piştguh bibim.. de bila Kurdistanê rêzgar bikin,
wê demê ezê jî lingên xwe wek aleke rizyayî daxînin û xwe rihet
bikim. Hesp dike siwar dixwe. Hinek dikin hinek dixwin.
|
|
|
|