|
|
|
|
Qilçix
Nilson Mandêlayê kurdan
Hebû nivîskarek,
helbestvanek, torevanek, hêdî hêdî gotin û peyv li hevûdu siwar
dikir dako helbestekê birêse û bide belavkirin, hinan dixwendin,
hinan jî nedixwendin, ta bi vir cihê rêzê bû, ji ber ko rexnevan
tunebûn wî wek marê reş li ber çavan reş bikin.
Piştî partî û
Internêt derketin, nivîskarê me, helbestvanê me, torevanê me li
ser terya xwe nema û bû siyasetmedar, bû endamê partiyekê ji
partiyên Paramisyomiyane, ango bû helbestvan û siyasetmedar, ta
çi radeyê her du dikarin bi hevûdu re bijîn, tenê Nilson
Mandêlayê kurd dizane, piştî bû siyasetmedar hezkerên wî hêdî
hêdî kêmbûn, çimkî bi terya xwe lîst û bi tundî şerê
paramisyomên din kir, digot partiya me ji hemû partiyên din
çêtir, baştir, dirêjtir, xweşiktir, paqijtir, ronîtir, rastir,
mastir, tirtir, mirtir, firtir, şirtir, qirtir û zirtir e. Wisa
kir û kir ta ko xwe têkbir û kes li dor xwe nedît, bi tepa bi
serê xwe ket û neket nema giha tirêna merovantî û hezkerên xwe.
Yekî wek min ziman dirêj nameyek bi riya E-mailê jêre hinart,
têde nivisandibû: ta tu helbestvan bû tu cihê rêzê bû, lê piştî
tu bû endam di partiyekê de û ew ji mafê te bû, te ji xwe û
partiya xwe pêve kesî din nedidît, te partiyên din tune û
pîskirin ta ko tu jî ket û têkçû, ma dibe merov xwe tenê bibîne,
ma dibe tu her kesî tune bikî dako tu biserkevî, tu ne tenê li
dunyayê dijî, tu ne tenê kurdî, tu ne tenê helbestvan û
siyasetvanê miletê xwe yî, rastî hemû ne li ba te yî, lê diyare
piştî te xelata Madona wergirt û mirîd û sofiyên partiya te ji
te re li çepkan dan tu ji ser hişê xwe çûyî, de xwedê xelefa te
li te vegerîne.
Dawiya dawî
helbestvan û siyasetmedarê me ne bi helbestê biserket û ne jî bi
siyasetê biserket, hun zanin niha çi dike?, ezbenî xefkan li ber
mişkan vedide dako pirtûkên wî nekirkitînin.
11/11/2006 |
|
|
|