|
|
|
|
Qilçix
Nivîskarê Nercisî û gumgumoka hezar rûyî
Berî demekê helbestvanekî di televizyona
MEZtv, di bernameya Gava Sêyemîn de got: "ez Cegerxwîn naxwînim
da ko nekevim bin bandora wî". De were fîl di qula derziyê re
derbas bike û serê xwe li tehta nexîne û kirasê xwe neçirîne,
kuro ma ko tu Cegerxwîn nexwînî tê kê bixwîn te serê min
xwaroooo.
Nivîskarin hene li me û li çanda kurdî bûne
bela, îca em çi ji wan bikin û çilo wan ji nav xwe biqeşitînin
ez zanim, dibe ko hun; gelî xwendevanan, her yek ji we bi
şêweyê xwe karibe yekî biqeşitîne,
lê ez bi tenha xwe nikarim tiştekî
bikim, divê bi min re hin kesên din piştgir
bin. Hin kes li çanda kurdî bûna bela û hin nivîskarên ji
eynî malbatê serî li wan dikin def ta ko dighên wê baweriye ko
birastî nivîskarin, serê wan bi paçikan mezin dikin. Lê ew ne
nivîskarin. Ma ez wan bi nav bikim, yahoooooo ko ez wan bi nav
bikim dibe ko ew min bikujin, jixwe berî demekê min ji ne
nivîskarekî re got : tu ne niviskare, tu ne tiştekî,
rabû û kêra kebas ji ber xwe derxist û li min kişand
û da ser qirika min û got : ko tu li ser min ne nivîsîne
û pesnê min wek nivîskarekî navdar nede ezê serê te jêkim, di
cîde Zerqawî hate bîra min û nîvê rihê min ji laşê
min derket û min kir qîr û hawar, ez veciniqîm, min rabû peyalek
av vexwar û sed lanet li Zerqawî û bavê wî anî.
Gelî xwendevanan hun bi bihayê jiyana xwe kin
bi rastî ji min re bêjin, ez qurbana we bim ji min re bi rastî
bêjin; nerîna we di wî nivîskarê nercisî de çiye ?, ew ê ko tenê
ji xwe hez dike û ji bo xwe û wêneyê xwe dinivîsîne ?. jixwe hin
nivîskarên me hene li cîhanê bûne bela, em hetikandine, em
cerisandine, serê me xistine bin lingê pênûsa xwe. Jixwe ev
nivîskarên ne nivîskar zimanê wan ji terya çêlekan jî dirêjtire,
ji bavê xwe şerm nakin û
destdirêjiyan dikin. Nimûne gelekin, îca ez kê bi nav bikim û kê
bi nav nekim. Tenê sê kesan ezê bi nav bikim, ên din hun bi nav
bikin ko hun mêr bin, Konê Reş,
Kakşar û Salihê Kevirbirî. Tu çi malpera kurdî veke tê
eynî wêne bi eynî nivîsa wan re têde bibîne.
Nivîskarin hene ko tu rexneyekê ji bo wî lê
dike, silava xwedê nema li te dike û dest bi
şerekî kor û dijwar û bê
sûde li dujî te dike.
Hin jî ji bo tevlihevî û gelaciyan dijîn. Nan
û ava wan gelacî û bêbextiye.
Gelî xwendevanan hun dizanin kî ji bo wêneyê
xwe dinivîsîne, dema tu kîjan malpera kurdî veke û tu wêneyê wî
nivîskarî û bi eynî nivîsê têde bibîne, ma ev tê çi wateyê ?,
eynî nivîsê bi eynî wêneyî re di hemû malperên dinyayê de.
Yahooooo de şerm bikin ha, bila du
kes we di malpereke pîroz de bixwînin baştire ko kes we ne xwîne
û hun di hemû malperên dinyayê de belav kirîbin, maşele
hun bûne mij û dûman û li cîhana Internet belav dibin. Ev
nivîskar wek gumgumokan e, bi hezar rûyîne.
Ez ji we re dibêjim: hun merovin nexweşin,
hun ji xwe û ji wêneyê xwe hez dikin. Ji we weyê ko hun
dikarin bihêlin ko emê bi darê zorê we bixwînin, lê mexabin hun
şaşin em we bi vî şêweyî
naxwînin û dest û lingên xwe bixin nav ava sarogermo de. Gerek
rêza we ji xwendevanan re hebe, lê hun rêza xwe nagrin.
Nivîskarin hene ji piştî
229 salan re dinivîsin, ew ji xwe fam nake û jina wî ji
wî fam nake, jixwe ew ji xwe fam nake, îca tu ji kêre dinivîsîne
layê xwedê ez nizanim, ma tê bi darê zorê xwe bike feylesuf,
mane tu berê li ser serê jina xwe feylesûfe. Ko jina te ji te
fam kir tu çi dixwaze, ew serkeftina te ye, serkeftina me ye û
serkeftina kurda ye. Ma hindike ko jina merov ji merov fam bike,
jixwe me hemiyan jina xwe pişt guh
kiriye, me tenê ew ji bo helbesta ko li ser textê razanê
tê nivîsandin, aniye. Derewan li xwe neke helbestvanoooooo, tu
dikarî derewan li me hemiyan bike lê gerek tu li xwe neke hey
deyûz.
Hin jî hene hatine dinyê tenê ji bo ko
xerabiyan bikin, da ko li ser taybetmendiya merov binivîsin.
Kuro ma te çi ji min e ez çilo bi jina xwe re bijîm, çi bixwim,
çi vexwim, çi cilan li xwe kim û çi palgehê bikim bin serî yan
nav lingên xwe. Ew ên wisa tiliya xwe dikin her qulê de, maf
didin xwe ko rexneyan li her kesî bikin lê maf nadin kesî ko
jêre bêje siya te xware.
|
|
|
|