malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


Nivîskarên derewçîn

 

Min di sala çûyîde 11 pirtûkên herî bi nav û deng di dunyayêde wergerandin zimanê kurdî û çînî, dibe liser vê yekê ez şahnaziya Nobil wergirim, ji wan pirtûkan wek:Odêsa-Don kîşot-Ceng û Aştî-Dê-Girê moza-pêxember Horî-Şing ling Hû-û Morîka windayî…Di dema min romana Ceng û Aştî werdigerand zimanê kurdî TOLISTOY hat xewna min, destê xwe didanî ser serê min û digot:-tu dê şûna min û nav û dengiya min bistîne, tu karekî baş dike.

Ez û BAKINBAWER bêyî hevûdu naçin tewalêtê, min û wî ta niha 29 qehwe, 34 kapaçîno, û 68 bîra bi hevûdure vexwarine û min ew fêrî kişandina çixaran kir, di roja bûyîna minde ya berî çend rojan ew amadebû û gogek ji zêr diyarî min kir, bilêtên derbasbûna stadyona ew hercar dide min, min di şeva çûyîde ew di xewda dît, ji minre digot:-ji roja min tu naskiriye ez bêhtir ji jiyanê hesdikim û bêhtir bi fûtbolê dizanim, carekê min ew vexwendî dîtina Parîsê kir, me li jora Birca Êvil koktêl vedixwar ji nişkande LÎTPARISKÎ hate cem me û gotinên xilo-xavî kirin da min ew da ber sewta ta min dev û rûyê wî reş û şîn kirin.

Ji xwe ez gelek dengbêjên cîhanî nasdikim û bi taybetî jinan wek:-Cenefer Lopêz-Birîtnî-Madona-Sîlin Diyon-Şakîra-Şîta-Memûrya-Canêt Cakson-û dengbêja herî bi nav û deng di çînêde Çemçik Çû ya ku min û wê sê roj û sê şevan liser textekî xew kiriye,oooh..oh razana bi çîniyanre çuqasî xweşe. Madona jî dema hat Qamişlo li mala mebû û ez û wê di odekêde radizan, Sîlin Diyon sûnda giran daye ku dê stranekê bavêje ser min û Cenfer Lopêz ji helbestên min pêve stranan nabêje, lê mere ya xwedê bêje laşê Cenefer Lopêz ji yê Madona xweşiktir û sêksîtire.

Min berî çend rojan telefonî bajarokekî nêzîkî Qamişlo kir min bêrya dê û Tol Tajiya xwe kiribû, diya min ji minre got ku Polîsên dujmin ligel serokê Parleman li te pirsîne çimkî min Yekîtya Nivîskarên Kurdistana rojava li Almanya damezirandiye, hûn dizanin çi bi serê min tê ji dû kar û xebata diber kurdayetiyêde, piştî vê yekê hûn dizanim ez nema dikarim herim serdana welat, di demek kurte jî ez dê kovarekê bi navê Girên Derya ya Yekîtya Nivîskarên kurdistan belav bikim, hûn bahwer dikin ez ji dîtina jin û zarokên xwe bê parim, min jiyan û çaxê xwe gorî kurdayetiyê kiriye, nivîsandin û têkiliya bi nivîskaranre gelek ji çaxê min distîne, bigir rojê ez 211 E-mail ji nivîskarên kurd û çîn û Almanre dişînim. Min berî hefteyekê çend helbestên xwe ji dîwana xwe ya bi navê Derî û Pencera çivîkan ji nivîskarê Alman yê bi nav û deng ( Gotê Birloskonî )re şandin, ya dinî rojê Telefonî min kir û digiriya, wî ji minre got: -ez bi navê miletê Alman spsiya te dikim te ez bi miletê kurd û rewşa wî ya bêzar û xerab dam naskirin, berî ez helbestên te yên ne normal bixwînim min bi miletê kurd ne bihîstibû, ez têm dest û lingên te, tu mirovekî zendî û ne normale.

Hûn bahwer dikin çar nemre telefonê min hene çir-çira wane ne bi roj ne bi şev hedanî nakeve wan.

Gerek ez ne kurd bama dê min ji demek dirêj de şahnaziya Nobil bigirta. Kurd nizanin nivîskarên xwe mezin bikin.

Hûn dizanin çend hevalk û dostikên min hene, her yek ji we nemrekê ji xwere bêje,na….naaaaa, ezbenî naka 11 hevalk û dostikên min hene her yek jî ji welatekî ye, bi rastî ya Firansî baş dizane sêks bike û ya Filipeynî dizane xwrinê baş çêbike û ya Nîkaragweyî baş dizane mesacê çêbike, her yek tuştekî dizane, ma jiyan ji çireye, mane em dê rojekê bimrin, da çima ez dê kêf û şahiyê nekim.

Lê berî çend rojan Mizgînê Gemo li deverekê ez dîtim ji minre got:- Tu mirovekî derewçîne, tu ne nivîskare, tu xwe û me tevan dixapîne, tifû li tebe………kûçik……ma wisaye, ma wek wîye, ma hûn çi dibêjin ?.

Mamik: ((Ev Qilçix li ser nivîskarekî hatiye nivîsandin, ew pir derewan dike, bê derew nikare bijî û helbestan dinivîsîne, ma hûn dizanin ew kiyeeeeeeeeeee? ))

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com