|
|
|
|
Qilçix
Nivîskarên Dolaran
Ziman û zaravên ku di dinyayê de hene hemû bi
îş
û karekî dirabin, ku ew jî gihaştin
û têdgihiştine.
Jibo vê yekê mirov diaxivin û dinivîsînin. Mirovê ku bi
zimanê dayka xwe diaxive tenê dikare nerîn û bawarî û ramanên
xwe bighîne miletê xwe. Wisa jî yê ku bi du zimanan zanibe nerîn,
bawaerî û ramanên xwe dighîne du milletan û her wisa . Lê ya ku
ez dixwazim bêjim û binivîsim ev çend nivîskarên me yên Kurdin
ku bi zimanê Erebî dinivîsînin, gelo çima yek ji wan bi alfabê
ya Kurdî nizane bixwîne û binivîsîne? Û dema ku helbestek yan
çîrokek ji wan re tê xwendin dibêjin : Ez têde negihiştim
çimkî tu bi zimanekî ferhengî dinivîsîne, lê ew bi xwe ne
wisaye. ku ziman jibo têdgiha û berdewamîya jihev fêmkirinê ye,
da ne xeme yek bi çi zimanî binivîsîne. Lê mixabin yên ku bi
zimanê Erebî dinivîsînin, ne jibo vê yekê dinivîsînin, belê jibo
çekên Dolaran berhemên xwe dişînin
ji rojname û kovarên pirtir Dolaran didin, wek yên derava
Erebî. Ji ber ku ev kes jibo Dolaran dinivîsinin berhemên wan bi
wêne û daketî û erzanin. ( Helbet ne hemû ) Di civat û kolanan
de dibêjin min berhemek biçûçik ji filan kovara Derava Erebî re
şand, wan jî ji min re çekek bi (
349, 11 ) Dolaran ji min re şandin. Ma kî dikare di vê
demê de li ser nûçe û sosyalê bijî. Ji xwe hinek ji wan hene bi
alfabêya Kurdî nizanin û nivîskarên Kurd û berhemên wan rexne
dikin, da ku bifroşin
bi çekek Dolar. Ma ev li ku çêbûye ? Ma ev ne jibo çend
dolara ye? Hêvîya min ji we hûn xwe fêrî alfabêya Kurdî bikin û
bi xwe re rast û durist bin, jibo mirovantî yê binivîsin, ne
jibo Dolaran.
|
|
|
|