malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


Qaşo nivîskarin

* * * *

Wiskiya Aldî venaxwe

Yaho ta ko tu wiskiya Aldî bidî min ezê neyêm û nebim mêvanê te..,

Wax wax..

lê wî nivîskarî ne bi vî şêweyî wisa got, bi şêweyekî din, bi şêweya iraqvexwarî û serxweşekî got, ez gelekî li ber xwe ketim, dilê min bi min şewitî û min ji xwe re got:

-yaho de hema carekê şûşeyek wiskiya Black Label, Chivas, Dimple, Grantis bikire û li ba xwe ji bo nivîskarekî wisa hilîne.

Lê yaho nivîskarê ko ji bo vexwarina wiskî û ne ji bo dîtina te bê ba te tê çi hêviyan jê bikî, nemaze dema tu piştî çend rojan agahdar bibî ko ew nivîskar bibû mêvanê cînarekî te, ji ber ko cînarê te yê dewlemend dikarîbû wiskiya Chivas bidê. Di eynî şevê de helbestvanê navdar li ba polisan radizê, ji ber piştî vexwarina peyalekê dibe mîna zarokekî piçûk, û zaroka piçûk ne di hembêzeke germ debe ranazê.

Ma we helbestvanê navdar ê ko wiskiya Aldî venaxwe nas kir, ko we nas nekiribe, naxwe hun qûç û stêra helbesta nûjen û xwekujê evînê nas nakin?, we naskir an na?, de ka mejiyê xwe yê kilîtkirî vekin ha, dibe ko hun wî nas bikin û serê min rihet bikin, dako ez çîroka şûjinê dirêjtir nekim. We hîna nas nekiriye, wax wax, we kir mîna mamika; şil dikim, rep dikim, bi nav dikim lê ji we re nabêjim. De nas nekin, ma xema min e, ew pirsgirêka we ye.

 

Nivîskarê zikreş

Dibêjin berî niha bi du sê hezar sal malbatek di nav kurdan de derket, malbatek ji dola pêxemberekî ji pêxemberan, nijadên wê malbatê xwe bi rojê digirtin, dêlîyên tirî û strî diçandin, dêliyên tirî ji bo jê bixwin û strî ji bo kes bi wan nêzîkî dêliyên tirî nebe.

Dema Homerosê Yewnanî derket û nav da, li wê malbatê nexweş hat û dexseyî wî bûn, nijadên wê ji hevûdu re gotin;

-çima di nav me de yekî wisa dernakeve dako nav bi me jî xîne.

Dibêjin piştî girtina rojê bi sê rojan merovek ji wan rabû, nav di xwe da û bi zor û heft belan xwe kir nivîskar, biborin helbestvan, hin dîroknas dibejin ji ber ko ji malbateke navdar e, jixwe ko hate gotin; ji eynî malbatêye gerek hun yekser nas bikin kiye, lê kir û nekir nebû tiştek, negiha toz toza neviyên Homeros a meyandî, kir û nekir kesî jê hez nekir.

Dibêjin cudahî di navbera wî û pûtan de tunebû, çuqasî bê deng û ji merovan dûr biwa, ewqasî dihate hezkirin, kir û nekir kesî peyala helbest û nivîskariya wî hilneda, kir û nekir kesî ji pişkandina wî re li çepkan neda, dizî kir, bêbextî kir, telaqreşî kir, pereyên Diyara xwar, derew kir, xwe avêt tor û bextê neviyên serokê nemir û bi çend dolaran baweriyên xwe firotin, xwe avêt tor û bext û hembêza pêxember Horî dîsa nebû tiştek, kir û nekir negiha rade û toza Quling û Bazyar, rabû xwe şayîk kir, ji bo li ser kevrê lingan bişemite û bi dawa kirasê nivîskarê Dilşad û Bi heman toreyan, bi rovîyên ko bagerê dajon, girt û mexabin dîsa nebû tiştek, ji ber ji xwe û malbata xwe pêve ne ji kesî hez dikir û ne jî ala kesekî din dipejirand, ji ber zikê wî wek binê beroş û meqilka pîrka min reş bû, ji bo ko zikreşiya xwe veşêre, dire zikê xwe bi boyaxê spî dike, (li mala bavê siwaran be), lê dîsa jî nabe tiştek. Mebesta ko nebû tiştek, ango nebû tiştek ji tiştan, wek tu bêjî nebû xefka mişkan û bikêrî pîra Mencolê û girtina mişkên bixêrîka wê nehat, nebû şîşa tenûrê û hadûdeyê kerengan, nebû nêçîrvan, nebû helbestfiroş, nebû melbestfiroş, nebû beroş, nebû meroş, nebû potîn, nebû motîn, nebû kevrê kidasro û qûça nav erdan…nebû tiştek û hew, tenê bû xaleke reş li dawiya hevokan.

Berî du sê rojan yekî ez agahdar kirim, jixwe li ser bext û ujdanê wî be(ko bext û ujdan mabe), ko bûye mîna kulavokekî, tejikokekî û merşikokî lewitî û siwarê Quling li ser lotikan dide.

Min ne diye û ne jî bînaye nivîskar wek Beko zik reş hebin.

Û çîroka min ji we re xweş

herin mala têr şebeş.

Dako hun tifkin nivîskarê zikreş

( xwendevanino; ma we nas kir nivîskarê zikreş kiye?). ko we naskir be naxwe hun xwendevan in jîrin, û ko we nasnekir be ji diya wî ko di dûv re bû jina wî, bipirsin.

22/11/2006

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com