|
|
|
|
Qilçix
Televizyonên kurdan: bijî serok..bimre milet.
Ziman ne serokan biparêzin,
We pêşeroja me têkbir..
Dibêjin kurd
40 melyon in, ko ne bêtir bin, ji bilî zarok û marmarokên yek û
du salî hemû li televizyonan temaşe dikin. Em
bêjin 30 melyon kurd li televizyonan temaşe dikin. Gelo ji 30
melyon kurd rojane çiqase kes li televizyonên kurdî temaşe
dikin?. Ko temaşe bikin jî du deqe yan jî sê deqe ne û nabin
yazde. Ji bo ko merov bextê xwe ne qurmiçîne hin kes hene ji
wisa bêtir temaşe dikin, ew jî kîne?. Em hemû dizanin ko
televizyonên hene ên partiyan in, endam û piştgirên wan partiyan
li televizyona xwe temaşe dikin û endamên vê partiyê li
televizyona wê partiyê temaşe nakin, ji ber çi?. Endamên vê
partiyê ji endamên wê partiyê hez nakin, ji serokê wê hez nakin,
û xêrê jêre naxwazin, nifiran lê dikin. Jixwe pirsgirêk û
şikestin ev e.
Rola televizyonan di parastina ziman de ne kêmî
rola dê û bav e, û ji bo vê yekê ez vê nivîsê dinivîsim. Û bang
li tv yên kurdan dikim ko bi rola xwe ya dîrokî di derbarê
parastina ziman de rabin. Çimkî di vê demê de merov gelek dema
xwe li ber ekranên tv diborînin.
Her televizyonek reklamê ji partî û serokê
partiya xwe re dike û bi zimanekî dirêj dibêjin ko ev
televizyona han ya hemû kurdan e. Ko raste ya hemû kurdan e
reklamê ji hemû serokan re bikin, têde koletiyê ji serokê xwe re
nekin, bila hemû kurd xwe di wan de bibînin, bila hemû kurd wek
hev bin, bila bîr û boçûnên xwe di wan de bêjin. Di kîjan
televizyona kurdî de tu dikarî bi serbestî baxêve û nerîn û
baweriyên xwe bi azadî bîne ziman. Merovê kor dema tu jêre bibî
ser kenaleke kurdî dizane ya kîjan serok û partiyê ye, her wisa
merovê ker jî dizane ya kêye.
Wek ko kurd li televizyonên dujminan temaşe
dikin li yên xwe temaşe na kin, kurdên başûr û rojavayî
kurdistanê li yên Ereban temaşe dikin, kurdên bakur li yên
tirkan temaşe dikin, kurdên rojhilat li yên farisan temaşe dikin
û kurdên li derveyî welêt li yên wî welatî temaşe dikin(bi
taybetî zarok û ev nîşana pêşeroja xwe windakirinê ye), gelo
çima?.
Koletî û reklama ji serok û partiyê re dibe ji
ziman û kurdayetiyê re nabe, ji xurtkirina hestên netewî re
nabe. Di deh salên dawî de bi dehan ziman mir in li beramberî
zimanê Ingilîzî ko zimanê Emerîka, Internet û bazirganiyê ye.
Eleman û Firensawî ji ber vê yekê ketine tirseke mezin.
Îca emê kurd çilo karibin zimanê xwe biparêzin di dema ko
televizyonên me zimanê me bi me şêrîn nekin. Şêrînkirina ziman
ji bernameyên balkêş tê, ew bernameyên ko bîneran bikşînin ber
bi ekranên xwe de û ev jî di televizyonên me de nînin, jixwe mal
wêran kirin û kambaxî di vir deye, û ji ber ko bernameyên wisa
ko bala bînerên kurd bikşînin nînin, êdî kurd li televizyonên
dujminan temaşe dikin. Ko wisa berdewam bikin zimanê me dê li
ber hêza zimanên xurt di globalîzmê de here. Bîner ji çi
bernameyan hez dikin gerek ew bêne pêşkêşkirin û lêkolîn ji bo
vê yekê bên kirin, gerek xwedî û berpirsên televizyonên kurdî li
televizyonên ko bi melyonan bîneran dikşînin ber ekrana xwe
binerin dako wek wan bikin. Di televizyonên ko hene zimanekî
paqij û standard nayê pêşkêşkirin û rawestan li ser ziman nabe,
çimkî ziman ji bo wan ne pêwiste, ji bo wan ziman tenê alavê
ragihandinê ye, tenê zimanê helwest û pesindariya partî û serok
e, doza wan ragihînin bîneran partî û serok çi dikin, çi kirine,
çi dixwin, çi vedixwin, çi cil li xwe kirin, kî dîtin kî nedîtin,
çi helwest û biryar di têkçûn û pêşeroja me de dan.
Do bû, nizanim pêr bû, dibe
ko pitîpêr be jî, berpirsekî mezin di partiyeke kurdî de tehdîd
kir û bi vê wateyê got: “Eger ziyanek bigihêje serok emê
paytexta wan wêran bikin“. Ma gelo ziyan ne gihaye welat, milet,
ziman, dîrok, kultur, şûnma, jin, mal, mewdan, zarok, şeref,
namûs, dar, kevir, devî, jiyan, şebeş, lawir, sewal, seh, bajar
û gundên me?. Ma çima ji bo van paytexta
dujminan wêran nake, yan ev hemû li hember serok ne tiştekin û
ne hêjane ko merov ji bo wan paytexta dujmin tarî bike.
Mexabin televizyonên me kurdan merovên kurd û bi
taybetî zarokan perwerde na kin, hestên netewî li ba merovên
kurd xurt na kin, hestên kurdayetî, ji hevûdu hezkirin û hevûdu
pejirandin, perwerde nakin. Ji bo vê yekê jî kesin xwedî
dîrok û taybetmend û zana divên, dibe ko hebin jî lê hîn bi rola
xwe nerabûne ji ber ko van televizyonên partiyan rola wan nedane
wan, dibêjin: yan tê endam û piştgirê partiya me be yan jî cihê
te di televizyona me de nîne. Qaşo ji mafê wan e wisa bêjin ji
ber wan televizyon bi xwêdana eniya endamên xwe vekirine…û bi
xwîna şehîdên endamên xwe vekirine. Carekê ez li ber bernameya
jinekê bûm( ez ne li malê bûm, ji ber li ba min stalît nîne), bi
nazikî bernameya xwe pêşkêş dikir, merovekî telefona wê kir û
doza hunermendekî (hunermend bi nav kir)lê kir ko carekê wî bike
mêvanê bernameya xwe, xwêdan bi jinkê ket, reş û şîn bû û bi
bêhn tengî ji mêrik re got: ev televizyon bi xwîna şehîdan
vebûye û nabe ên wek wî bên ser ekranên wê. Wê demê min ji
mazûvanên xwe re got: rojekê wê ev jin bêje malbata şehîd
nedabin nabe li televizyona me temaşe bikin, mazûvanên min bi
gotina min baş keniyan û ji min re gotin: tu çêçkê mekînêye.
Pirsgirêka herî
mezin di zarokan deye, zarok pêşeroja mene. Li şûna ko
televizyonên me wan perwerde bikin dako ji hevûdu hez bikin wan
ji hevûdu dûr dixînin, bernameyên balkêş ji bo wan pêşkêş nakin,
îca ji ber ekranên wan direvin ber bi ekranên televizyonên
serdestan ve. Ji bilî vê her kenalek beşekî ji zarokan perwerde
dike ko ji wê partiyê û ji serokê wê hez bikin û bêjin bijî
serok, bixwîn bi can em bi te re ne serok, û ji serokên din
nefretê bikin. Jixwe li derveyî welêt zarokek li ekranên
televizyonên kurdan temaşe nake. Ma ev ne têkçûn û şikestin
bixwe ye.
Televizyonên me
welatekî wek kurdistanê û miletê ji 40 melyon kole di kesê serok
de qambostî kirne. Welat, hestên netewî, milet, ziman, dîrok,
dujmin, ta radeyekê piştguh bûne..ev koletî bixwe ye, hîn jî em
rexneyan li erebên nezan digrin û em dibêjin çima koletiyê ji
serokên xweyî diktator e dikin. Mexabin televizyonên me hin me
fêrî koletiyê dikin û hin jî me perwerde dikin dako em kole bin.
Encama vê yekê ew e ko dixwazin ji milet re bibêjin; binerin ko
serok mir milet hemû mir û têkçû. Ev nimêj ji bo serok, ev sedqe
ji bo serok, azadî ji bo serok, xwepêşandan ji bo serok, rabûn û
rûniştin ji bo serok, serok hat, serok çû, îro danê sibehê serok
pêşwazîya Hewaro û Elîkê Betê kir, serok T-shirtê zer danî û yê
reş li xwe kir. Nûçe hemû li ser serok in. Beşek ji miletê ko
ne endam û piştgirên partiyên van televizyonan in berxwedana
xweparastinê dike.
Li gor
globalîzmê, dibêjin dunya bûye mîna gundekî piçûk, îca di evî
gundê piçûk de çend mal(welat) dê karibin bi cih bibin, bêguman
kurd dê ne ji nişteciyên evî gundî bin.
Di 07/07/2005
teqînin teroristî li Londonê pêk hatin, hemû televizyonên
dunyayê ev bûyer zendî radigihandin ji bilî yên kurdan, di
nûçeyan de û piştî nûçeyên di derbarên serokê xwe de pêşkêş
nekirin nehatin ser vê bûyera dunyayî. Di yekê de ya duyemînbû,
di yekê de ya sisiyan bû û di ya din de kes nizane ya çendan bû.
Endamên
partiyekê û televizyona wê di kesê serok de yek in, yek helwest,
yek nerîn, yek xwarin, yek reng, lê di kurdistanê de hemû li
dujî hev in, her yek dibêje ewê kurdistanê rêzgar bike, ew in
yên rast û dev ji yên din berdin, hemû derew û vira dikin, xêr
di wan de nîne. Ji mafê me kurdan e ko serokên me hebin, Tv me
hebin, partî û rêxistinên me hebin, lê bila em demuqrat bin, ji
hevûdu hez bikin, li hevûdu guhdarî bikin, hevûdu bipejirînin,
hestên netewî bilind bikin, televizyonên xwe li pêş bixin. Ji
hinan weyê ko serok mir kes nikare şûna wî bigre, yan çil melyon
kurd nikarin yekî din wek wî bînin, jixwe em di bin nasnavan de
xeniqandine, hindik maye serokê xwe wek pêximberekî li ser serê
me deynin û di dûv re tiştin din hene.
Merovên kole û
kêm hestên netewî nikarin ji bo azadiya milet û serxwebûna
welatekî kar û xebatê bikin.
Li dawî; ji
televizyonên kurdan tê xwestin ko zarokan li ser bingehekî
rasteqîne perwerde bikin, xwedî li zimanê kurdî derkevin û
biparêzin, bi zimanekî standard bernameyan pêşkêş bikin dako
hemû kurd ji hev nêzîk bibin û hevûdu fam bikin. Gelek kurd li
televizyonên kurdan temaşe nakin ji ber ji kurdan fam nakin.
Gelek caran jî kurd bi hev ketine ji ber ji zimanê hev fam
nekirine. Îro tenê Tv dikarin me bi yek in, yek ziman, yek netew,
yek milet û yek welat.
28/07/05
Holenda
|
|
|
|