|
|
|
|
Qilçix
Terorîzim,
Teba çûn, terorîst hatin
Çi
cudahî di navbera lawirên hov (Teba) û terorîstan de heye?, di
dema ko her du zarok, jin, kal û merovên bêgunehan dikujin.
Di du sê salên dawî de, di dema dawî de dunya
hemû bûye bendek li dujî Terorîzmê, terorîst jî ji kaniya
welatên musulman der dibin, lê ne hemû musulman teroristin, bi
taybetî ji welatên ereb, di dema ko gerek ev hevalbendî ji zû ve
biba. Hevbendiyek cîhanî li dujî Terorîzmê ava dibe da wê ji
bingeha wê de rakin, lê helbet ev yek dê zor be çimkî terorîst û
rêxistinên Terorîzmî pir bûne û şax û paxên xwe li gelek deveran
belav û berdane, ji nexweşiya penceşêrê dijwartire û hemû welat
û miletên dunyayê dê jê binalin, dê derd û êşan bibînin û
bikşînin.
Lê ma gelo Terorîzmî çiye û ji ku derket, ji ku
derbû û li ku heye. ?
Wek ji her kesî re diyare dunya hemû ber bi
demuqratî û mafê mirovan ve diçe ji bilî welatên Ereb û
Musulmanan, tenê ew welat li şûna xwe dimînin û pêşketin di vî
warîde bi wan re çênabe. Rêjîmên dîktator tucarî milet û welatan
ber bi demuqratî û mafên mirovan de najon, çimkî ev rêjîm ne bi
awayekî rast û durust li ser serê milet û welat rûniştine, ew jî
fêrî demuqratiyetê nebûne, tu felsefe jî ji wan re nîne, çavên
wan bar nabe rewşa miletê xwe xweş û baştir bikin, hemû bi
awayên leşkerî û diktatorî dibin serok û xwe bi awayên diktatorî
diparêzin. Li welatên musulmanan û bi taybetî li welatên Ereban
çi serok û rêjîm bi awayekî demuqratî hatiye ser serê welat ?.û
ji bo xwe bi parêzin di dîroka xwe de rê nedane partî û tevgerên
pêşverû û demuqratî, belê ew tune kirine, bi hemû awayên hovitî
û ne mirovantî. Li welatên musulmanan tevgerên pêşverû qedexene
lê ku peyda bibin jî bi lez û bez di zindanan de tune û nebedî
dibin. Da van kesan ango kes û partiyên pêşverû dan ser rêyeke
dî, rêya berevajî demuqratî û pêşverûyê, dan ser rêya
musulmantiyê, di bawerya wan de rêjîmên Ereb û musulman nikarin
wan qedexe bikin, di destpêka xwe de kirin ku şerê rêjîmên xwe
bikin wek li Sûryê û Mesrê û Cezaîrê çêbû lê dîsa hatin
nebedîkirin. Di dema ku pêşverûbûn van partî û tevgeran bi
rêjîmên welatên xwe nikarîbûn, bûn tevgerên musulman jî dîsa bi
wan rêjîmên diktator nikarîbûn da bûn Terorîzim. Di baweriya wan
de ku di rêya Terorîzmê de dikarin hinek ji hêviyên xwe pêk
bînin, lê dîsa nikarîbûn li dujî rêjîmên welatê xwe şer bikirina
da şerê xwe ajotin ber bi Emerîka û Ewrupa de.
Helbet li welatên Ereban azadî û demuqratî nîne,
mafê mirovan nîne, da gelek kes dibin Terorîst, yê ko ne topek
li ber teqandinê be jî, bi nerîn, bîr û boçûnên xwe dibe
terorîst û netew û civakên din tune dikin, teroristî ne tenê bi
kuştinê dibe û birêve dire, belê bi şêweyin din jî dibe û bi
rêve dire.
Ko Emerîka û hevbendiya cîhanî bixwazin
Terorîzim tune bibe û ji kok de rabe bila hemû serokên ereban
hilînin û kesin demuqratî li şûna wan deynin da ji milet û
welatên xwe re başbin, ma gelo Terorîstê wek Sedam Husên li kû
hene, ma gelo rêjîm wek ya Sûryê viroker û zalim li ku heye, di
dema ku Israîl tawanbar dike bi zulma ku li Felestîniyan dike ew
zulmê li Kurdan dike, kesên wisa ne hêjane di vê dunyaya xweş û
şêrîn de bijîn. Ev serok û rêjîmên Ereb di çavên Emerîka û hemû
dunyayêde rêjîmin ne rast û durustin ji ber vê yekê kesek wan
xurt û mezin nabîne, tu welat û bi taybetî Emerîka qedrê wan
nagre, kesek ji wan natirse ji bilî miletên wan. Rêjîmên Ereb
wek bavê ku zulmê li kufletê xwe bike, da çawa bahweriya miletên
cîhanê dê bi wan bê û ji ber vê yekê dibin jêdera Terorîzmê.
Ereb û musulman tinazên xwe bi demqratiyetê dikin, di dema ku
kesek ne ji dûr ne ji nêzîk nikare nêzîkî serokên wan bibe,
mirovek dibêje: „Li Emerîka demuqratiyet heye çimkî her kes
dikare di xwenîşêdanan de sixêfan bike serok”, yê Ereb lê
divedgerîne û dibêje: li gel me Ereban jî demuqratî heye çimkî
herkes dikare sixêfan bike serokê Emerîka bê ku bête girtin.
Pêşektin li welatên musulman wek meşa Reqê ber
bi pêşerojê ve diçe.
Li welatên musulmanan ol û Dewlet ji hevûdu ne
cudane, wek li Europa bû, lê dîsa musulman hêvî û daxwazên xwe
di hikûmeta xwe ya musulmande nabînin da herdu alî li dujî hev
dibin Terorîst, naxwe çima dizî, zina, bertîlxur, kujtin, zulm,
bêbextî, ne mirovantî, derew, malxurî, ne dadmendî, telaqreşî,
hevûdu tunekirin…li welatên musulmanan û bi taybetî li welatên
Ereban hene li gel ko li gor ola musulmantî ewqas tişt qedexe
ne. ji ber ko merovê musulman û bi taybetî merovê ereb ji her
tuştî bê parin û jiyana wan di welatê wan de mîna ya koleyaye,
ne xweşe, jahr e, ji ber ko hikûmet jiyana miletê xwe xweş nake
da dibin dujminê ol û welatê xwe, dibin dujminê her tuştî, di
dema bi hikûmetê nikarin bi ola xwe dikarin, bi dîwaran re şer
dikin, lê nayê ji bîr kirin ku ola musulman di destpêka xwe de
bi van xerabiyan destpêkir, bi êrîş û xwînê û kujtinê hate ava û
belav kirin wek ku li Kurdistanê bû.
Ev rewşa xerab ya ku miletên musulman ji ber
serdarên welatên xwe têdene hiştiye ko bibin Terorîst.
Lê gelo çima Teroristiya xwe di gelek war û
deman de li dujî Emerîka û Europa pêktînin, helbet du sedem
hene:
1-jiyan û rewşa wan ya xerab ji ber serdarên
diktator û ne çareserkirina vê rewşa xerab.
2-di bawerya wan de ku Emerîka û Europa sedemên
vê rewşa xerabin, da dibin Terorîst li dujî Emerîka bi taybetî û
welatên rojava bi tevayî.
Ereb nikarin bi kerê dirin kurtên, nikarin bi
Emerîka û Israîl dirin bi milet û kêmneteweyên navxwe dikevin.
Ereb mîna balindeyê ko xelkê hemiya dinya wî, wî
jî dinya zarokên xwe....êdî hun zanin.
Ji aliyekî dîde miletê Ereb bi taybetî û yên
musulman bi tevayî li dujî Emerîka û welatên rojava ne ji ber ku
Emerîka wek welatekî ji hemû welatên musulman xurtir û xweştire,
hin ji bo jiyanê û hin jî ji bo dunyayê, lê di gelek war û deman
de Emerîka jî guneh û şaşîtiyan di derheqa hinek tevgerên
musulmande dike bi taybetî tevgerên azadîxwaz li dujî dagîrkerên
welatên xwe, Emerîka wan wek Terorîstan dibîne, wek nimûne partî
û rêxistinên kurdên bakur wek Terorîstan dibîne lê yên başûr wek
welatperw û hevalbend dibîne.
Ji aliyekî dîde ma kê Taleban a Afganistan
çêkir, ma ko Usama ben Ladin li welatê xwe Su’ûdyê bikarîba ango
mafê wî heba bibe şalyarek an jî mudîrê dibistaneke piçûk ma
gelo wê biba Terorîst.
Li weltên musulmanan bi tevayî û li yên Ereban
bi taybetî dar û devî nînin, da ew bi oksicîna(O2) ya
Emerîka û Europa dijîn, û li gora ola wan hirame, çimkî ne
buhayê wê didin û ne jî diyarî ji wan re tê pêşkêşkirin, di dema
ko ereban bi petrola xwe dunya xwarine û buha didin û difroşin,
gerek Europa û Emerîka jî buhayê oksicîna(O2) ji wan
bistînin, ew dar û deviyan radikin û naçînin, xerabiya dunyayê
hemû li wan welatan heye ma naxwe çima ewqas penaber ji welatên
musulman li welatên Rojava((gawiran)) hene, ta kengî dê zulm û
zordarî ji birayê musulman li birayê musulman bibe, ta kengî dê
kur û dê ji hevûdu veqetin, ma gelo kengî dê dunya bibe buhuşt
bê zulm û zordarî.?. Çi çaxa ko Ereb û musulmanan gotin ji bilî
me jî kesin din li welatên me, di nav mede hene ji mafê wan e jî
bijîn, çi çaxa ko ereban gotin; ji mafê kurdaye jî wek milet
bijîn û ne gotin ko Kurd dixwazin Israîleke duyem di herêmê de
ava û biçînin, wê çaxê bizanibin ko dawya dunyê ye, û ev dûre ji
wan.
Ji rewşa rojhilata navîn diyar e ko di salên pêş
de dê gelek şer û ceng li darkevin û teror firehtir bibe, dibe
ko musulman xwe bi xwe bi hev kevin, wek ko gelek caran bi hev
ketine, qaşo birayên hevûdu ne di musulmantiyê de.
Holland.11/11/2001, nûkirin 08/09/2006
|
|
|
|