malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


Wêjeya Partayetî

 

Di sedsala "20"ande rêxistinin siyasî mezin diyar bibûn wek:Komonîzmê, Faşîzmê,Nazîzmê û Demuqratîzmê.Van rêxistinan jibo xwe û ji xwe re wêjeyek damezirandin.Jibo vê yekê kovar û rojname û belavokên xwe bi xurtî belavkirin,di wande nerîn û bîr û bahweriyên xwe dinivîsanidin û belavdikirin.Helbet jibo ku karibin vê yekê pêk bînin,her rêxistinê jî nivîskarên xwe lidor xwe komkirin,helbet wê wêjeya partayetî tu qîmeta wêjeyî û ramanî nedida nivîskar û berhemên wî,ev wêje jî bi van rêxistinan re belavbû û bi ketin û wêrana wanre jî hate avêtin û bin axkirin.Dema Yekîtiya Sovêtê di 1991 êde wêrabû pêre wêjeya wê wêran bû,wisa jî wêjeya Nazîzmê di 1945ande û ya Faşîzmê di destpêka 1945ande.van rêxistinan {jibilî demuqratîzmê} nehiÕtin yê nivîskar bi azad û serbest bîr û bahwerî û ramanên xwe binivîsînin.FaÕîzm û Nazîzmê digotin: "Sola me diser serê hemû kesîre ye".Tenê demuqratîzmê dikarîbû berdewam bike jiber ku ew hêvî û daxwaza hemû miletan bû.

       Gelo di vî warî de mere çi liser wêjeya partayetîya kurdî kare bibêje û binivîse.Di herçar perçeyên kurdistanê de her partiyek kovar û rojname û belavokên xwe hene û belavdikin,ne tenê bi derengî belavdibin belê berhemên ku belav dike jî divê yan di xizmeta partiyê debin û navê serok dibinrebe yan belav nabe,lê ku belav bibe jî divê ew berhem qet nêzîkî siyaset û serokê wê partyê nebe,ew berhem divê wê partyê rexne neke û hemû jî dibêjin em demuqratîne,hemû jî dibêjin nivîskarên kurd di hembêz û dil û çavên me dene.Pirê berhemên belav dikin jî ne wêjeyîne bi taybetî ya ku navê serok dibin rebe.Hemû vê rojnamegeriyê jibo partîtiya xwe pêktînin,wek nimûne "Pênûs" û  "Hevgirtin" ya pêşî ji 2 meha carekê dertê yadî jî ji 3 mehan carekê dertê,lê mexabin ya 2 mehan li 4an dikeve û ya 3 li 6 mehan dikeve,ya pêşî ramanîye lê hemû rengên berheman belav dike,ya dî siyasî û rewşenbîrîye lê berhemên siyasî cih ji berhemên

rewşenbîrî re nehiştine,nemaze yên bi navê serok belav dibin.Di kovarek partiyek kurd de 29 caran navê serok dibin gotarên siyasî de hatiye nivîsandin,ma ji kû dê cih ji berhemên  rewşenbîrî û nivîskarên kurd re bimîne.Ez dixwazim bêjim û binivîsim ku her partiyek kurd  wêjeyek bi xwe ji xwe re çêkiriye ne jibo wêje û çanda kurdistan van rojname û kovaran belavdikin û bi zimanekî dirêj dibêjin:em vê kovarê belav dikin jibo nivîskarên kurd cihê xwe têde bibînin û berhem û afirandinên xwe têde belav bikin,û dibêjin:kovara me pencerek serbixwe û demuqratîye ji her nivîskarîre û wek wê di dunyayê tevî de nîne,lê xwezî wisaba,belkî kurdistanek serbixwe û azad di nav rûpelên kovara xwe de çêbikirna.

                                                      07.01.2001

                                                          Holland

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com