malperaQado Şêrîn

Bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...Qilçix bi we ve nezeliqin haaa..

Qilçix
çîrok
Gotar
Lêkolîn
Helwest
Pexşan
Folklor
Werger
TiŞtin din
Hevpeyivîn
Pirtûk
Nivîsin bijartî
Têkilî
Link
 
 
   

Qilçix


Ziman dirêjî ya nivîskaran  

 

Gelo nivîsandin çiye? Yan jî nivîskar kîye? Nivîsanidin ew berhemên wêjeyîne ku ji nava nivîskar têne der û afirandin. Yan ew axaftinên li ser pesindariya kesê xwe ye. Nivîskar ew kesê ku wêjeyê dinivîsîne, yan di civat û kolanan de li ser rûmet û namûsa xelkê diaxive. Mirovê nivîskar pêximberekî bê pirtûkên pîroze di her warî de. Du nivîskarên Kurd dost û heval nînin. Lê ya ku ez dixazim bêjim û binivîsim li ser nivîskarekî bi nav û denge, ew bi zimanekî biyanî dinivîsîne, û sernivîserê kovarekê ye, na belê sernivîserê rojnameyekê ye axavtinên wî hemû bi vî rengîne:

-         jina filan kes çi ne xweşike, û nizane xwe derman bike……

-         Çîko dike jina xwe berde, çimkî jina wî nizane masîyan bibrêje….

-         Ji xwe Mîko her roj li jina xwe dide, jiber ku nizane gerafêtan girêde……

-         Mesen bûye dewlemend ji dû firotina şûşên vala, kart, û nanê hişk, û solên qetyayî û li ser jina ……..

-         Dost û hevalên wî ew kesên pesnê wî didin û alîkarî ya wî di warê aborî de dikin. Dujminên wî  ew kesên pesnê wî nedin û nikarin alîkarî ya wî di warê aborî de bikin…..

Ma ev nivîskarin? Ka pêximberîya nivîskarên me yên ku gerek serê xwe bi van gotinên vala û boş neêşînin. Ev ne karê nivîskara ye. Li dawî xweda wan vegerîne ser riya rast û durist û wan ji me re bike nivîskarin mezin. 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 


Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com

qadoserin@hotmail.com