|
Qilçix
Guhertina serokên partiyên paramisyomiyane
Miletê me van rojan û bi helkeftina salvegera
yekemîn ya serhildana 12 avdarê li rojavayê kurdistanê û her
wisa li gelek deverên din, bê sebr û aram li benda helwesteke
xurt û bilind bû ji partiyên xwe, ji bo pîrozkirina yekemîn
salvegera serhildana 12 avdarê. Mexabin çiya za û kêstekek anî.
Piştî axaftineke dûr û dirêj
û bi dehan civîn û bi sedan çixare kişandin,
helwesta herî qels û ne li gor hêvî û xwesteka milet û
dayikên şehîdan, derket.
Hevbendiya Demuqrat-Eniya kurd-Hevgirtina Gel
û P.D.kurdî Li Sûryayê di daxuyaniyeke(03/03/2005) xwe de
xwestine ko katjimêr yazde 5 deqeyan rawestin û xwepêşandaneke
aştiyane li Şama paytext li darkeve.
Partiya Yekîtî jî bi tenha xwe daxuyaniyek
belav kir, û çûna ser gorên şehîdan
li wan zêde kir.
Diyare ji bo çûna ser gorên
şehîdan du daxuyanî derketine,
çima ne yek daxuyanî, ne ez û ne kesekî din nizane çima. Ya din
ya ko ji bo min cihê pirsêye; gelo çima rawestana 5 deqeyan
katjimêr yazde ye?.
Li hin cihan tê ragihandin ko hevrika Ereb beşdariyê
di xwepêşandana Şamê de neke
berpirsên daxuyaniya 03/03/2005 jî naderkevin li gel ko ev yek
di daxuyaniya wan de ne diyar e. Her wisa Partiya Yekîtî diyar
dike ko ewê xwepêşandana aştiyane
li Şama paytext li darxînin ko hevrika Ereb beşdar be an na.
Lê ko hevrika Ereb beşdarî
di xwepêşandanê de
kir, gelo dê her du bibne yek an na?.
Ya ko ez dixwazim bibêjim û binivîsim;
1-di her du daxuyaniyan de gotina serhildanê
derbas nebûye, wek bûyer hatiye bi nav kirin.
2-serhildana 12 avdarê ji bo berjewendiya
gelê me pêknaynin.
3-her du daxuyanî ne li gor hêvî, xwesteka
gel, serdem, şehîd û serhildanê ne.
Ji ber vê yekê tevgera me hewcedarî
xweguhertinê ye, hewcedarî nûkirinêye. Ji ber û wek ku ji kar,
xebat, tevger, daxuyanî, rabûn û rûniştina
wan diyare ew ne li gor serdem û xwesteka milet in. Û
xweguhertin û nûkirin ew e ko ew serok û merok bi destên endamên
zikêş bêne qewitandin, ji
ber ko diyare ew serok û merok wek rêjîmên diktator dê li ser
serên wan partiyan bimînin ta ko sax bin û rê li pêşiya
raman û dîtinên nû dê venebin. Ew mêrantiyê di xwe de
nabînin ko helwesta rast bidin, her wisa ji dehên salan diyare
ko wan tevger bi paş de
vegerandine û li pêş nexistine.
Ez nêzîkî dîroka wan ya ji 1957an û ta bi
niha nabim, lê piştî rûxandina
rêjîma Sedamê diktator li Iraqê, û rewşa
rêjîma Sûryayê ya ko ji rewşeke
hoviyane dikeve rewşeke hoviyanetir ji ber ko rêjîmeke bi
hoviyane bi serdem û merovan re têkiliyan dike, gereke tevgera
me ya kurdî jî li gor guhertinên ko di herêmê de dibin û her
wisa li gor hêvî û xwesteka milet bin li dujî rêjîma Sûryayê.
Hin partî ko ne hemû bin dibêjin ; « niha ne dema van çalakiyane,
ji ber ko welatê me Sûrî ne di rewşeke
baş deye ». Gelo kîjan rojê rewşa
Sûryayê xweş bûye ji
dema ko partiya Ba`as hatiye ser desthilatdariya Sûryayê, her û
her di rewşeke xerab deye, bêguman
hemû rêjîmên diktator wisa ne, rojeke xweş
nabînin û ne jî dihêlin ko miletên wan bibînin.
Li dawî, ko tecrubeya başûrê
kurdistanê li Rojavayî kurdistanê dubare bû, gelo tevgera me
jêre amade ye ?, yan jî ew xwe bi xwe ji bo serokatiyê dê bi hev
kevin, û ji ber vê yekê jî gerek tevger bi guhertina wan serok û
merokan bê guhertin û bi yek be. Ji bo ko dîrok û berebabên bên
we şermezar nekin, ya baş ko hun
xwe biguherînin. Hun di ber her tiştî
de berpirsyarin.
09/03/2005 |