|
|
|
|
Qilçix
Her kes dibêje ez
Gelî xwendevanan nizanim ez çi ji were bêjim
û binvîsim, lê tuştê ku ezê
bêjim û binivîsim ez bihêvîme hunê jê bê parbin. Di vê heyamêde
we gelek mirov dîne û di ser were derbas bûne dibêjin :
-kes wek min nîne ..
Ev gotin bûye wek nan û avê ji wan kesan re,
bêyî wê ew nema dikarin bijîn, bûye nexweşiya
heyamê, mirovê ku bi zimanê xwe nabêje di dilê xwede
dibêje û pir-pir ji xwe razîye, teqez hûn gelek kesan bi vî
rengî nas dikin û dibe ku hûn bi xwe jî wisa bin, çimkî ev bûye
kurm û ketiye laşê me tevan,
helbet bav û kalên me wisa bûn da em jî li wan hatine, yan jî
jiberku em nexweşin divê em
vê nexweşiya di nava xwede derxênin.
-her kes dibêje ez ...em hemû xwe di her
tuştî de zane dibînin, kesek xwe kêmî
kesî nabîne, yê nezan qet zimanê wî nagere û li xwe danaîne bêje
ez nezanim (kesek nabêje dewê min tirşe
). Lê yê ku dewê wî tirşbe
jî zimanê wî nagere bêje, xuya dikî ne gunehê meye em
wisa hatine dunyayê ango siwarê kera kurmî jêre ne geleke bibe
siwarê hespa kumêt jî .
Ez ji wisa bêhtir serên we naêşînim
û gotinê dirêj tir nakim lê tenê ezê çar serpêhatiyan ji
were bêjim çar serpêhahatiyên ku bi minre bûne û li pêş
çavên min bûne ji were bêjim û binivîsînim.
Mirovek helbesta kilasîk dinivîsîne, wekû
nivîskar û rewşenbîrekî kurd hate mêvandariya
min û wî wisa xwe bi min da nasîn, me gift û goya rewşa
çand û rewşenbîriya kurdî
kir, yê rewşenbîr û
mêvan gotin girt û got: -Ji her çar perçên kurdistanê –kurdên
Rojava rewşenbîr û zanane û
ji nav kurdên Rojava kurdên êla me rewşenbîr
û zanane û ji kurdên êla me kurdên li bajarê Qamişlo
dijîn rewşenbîr û zanane û ji kurdên êla me ji yên ku li
Qamişlo dijîn kurdên taxa me
rewşenbîr û zanane û ji
kurdên taxa me kurdên celda me rewşenbîr
û zanane, ji kurdên celda me kurdên mala me rewşenbîr
û zanane, ji xwe di mala me de kes ji min pêve nîne.
Hûn û miletên cîhanê tev jî dizanin ku di nav
miletên rojhiatde serok wek beranane û milet wek keriyên
peze bi dû wande hin ji tirsare û hin jiberku nexweşiya
serokatiyê bi me ketiye ,pir xweş
tête bîra min dema temenê min yazdeh sal bûn ez li gund
dijîm, di heyva rojiyê de gundiyan bi
şêwra Axê gund Melak anîn
gund, da li pêşiya wan nimêjke,
di roja şaşan de mele bi dizî
û di nîvê şevêde ji
gund reviya jiber du kurên Axa hebûn matmayî diman û bahwer jî
nedikirin dema Mele li pêşya
bavê wan nimêj dikir da ji Melere gotin : -Mele çênabe tu li
pêşya bavê me nimêjke, çimkî
tu Melaye û bavê me Axeye..Mele li wan meyzand kûr ramiya û
bi bêhneke fireh ji wanre got: -ez benî ...ev ne
şerme û ne jî gunehe ji bavê
were çimkî ola me wisaye, yê Mele li pêşe
û yezdan û pêxember wisa gotine çimkî Mele nûnerê yezdane
di wisa nimêjde û pêxember jî wisa dikir, lê gotinên mele qet bi
serên herdû kurande neçûn û Mele bi kujtinê tirsandin da ku
careke din li pêşya bavê wan
nimêj neke, mele yek nekir dudu çû ba AxA û gilihê herdû kurên
wî kir, Axa jî bi madekî tal ji Mele re got: -seyda...bi rastî
ne wek teye, tu şaş diçe , min roja
yekê û duduyan bi tere deng nekir ji ber ku hêjî tu
mêvanbû lê tu pêde çû û te gunehê xwe pirtir kir, lê bi yezdanê
dilovan ku tu careke di li pêşiya
min nimêjke ezê bihêlim ev milet hemû li te kom bibe û laşê
te bike qet-qetî, di eynî rojêde Axa digot kes wek min nîne
û mele ji gund reviya .
Temenê min bû 22 sal ez bi malbata xwere çûm
bajêr, çi bajarekî wêran, rojê hinek têne kûştin,
dizya ku di bajêrde dibû di yek bajarîde nedibû, bêbextî
jî pir bû, kê li talanê kê dixist jêre dima, çimkî dadwerê bajêr
bertîlxur û bê bext û hevalbendê dewlemenda bû, da milet tevî
xwe kir yek û ev dadwerê bê bext û ne dadmend qewitand û
dadwerekî nû danî, bi rastî mirov wek vî dadwerê nû dadmend û bi
rastyêre tunebû û jiber vê yekê milet ew wek dadwerekî danî,
mixabin piştî demeke kurt milet
dijî wî dadwerî jî rabû û ew ji dadweriyê qewitand çimkî
îş û karê yek mirovî ne dimeşand
çimkî îşê wan ne rast û durust bû.
Piştî sala 28 an
min xwest vêca ez bijîm û bi mal bibim, lê ya min jê hes
kir bi min û heskirina xwere xinizî kir çimkî dev ji min berda û
yekî xweyî dewlemend kir, yê ku kir jî destgirtiyê wêyî
şeşan bû, her carê yekî ji
van ew dixwest, demekê destgirtiya wî dima, lê ku hema yekî
dewlemendtir ew dixwest dev ji yê berê diberda û bi yê nû digirt
û wê her dem digot: -kes wek min nîne....ez mestera
qîza me bi xweşikbûn û
zanînê.
Qamişlo
28.12.1994 |
|
|
|