malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                           

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Qilçix

-----------------------------

Tenê wêneyê nivîskara xweşik tê xwendin

-Berhema jinê nayê xwendin, belê tenê wêne yê jina xweşik tê xwendin, …
-jin ên helbestvan hene û jin ên melbest û melkestvan hene..
-Nivîskar a ko mêr dike hemû derî û pencer li pêş tên girtin, lê ya ko tê berdan hemûyan li pêş xwe vedike.
-jin dikare bi gelek şêweyan bi xwe bilîze û xwe xweşik bike..
-Sînor û pîvan ji xweşikbûnê re tune ne,
-li beramberî jin a xweşik mêr lal dibin..
-mêr bi şêweyê mêrane jinan dixwînin…
-ma ew jî helbest e wê porkurê nivîsandiye..û xwelya xwendevanan bi ser sere xwe dakirye..
-beroş û meqilkan bişon û paqij bikin baştire ji qirêj û lewitandina zimanê miletekî..
-
merovê şerm neke dikare her tiştî bike..
-dema nezan, ne zimanzan, ne nivîsevan, ne tiştek malperan birêve bibin, dêmek El-fatiha..

Qilçix

Xweşik e, rindik e, findik e, mindik e, mûmik e, qirşik e, spehî ye, bedew e, jina mala ye, fanos e, heyv e, ji heyvê re dibêje; here bi wir de, ez ji te xweşiktir û bedewtir im. Îca dema jin xweşik û helbestvan be, xêra bi sed xêrî ye, lê ma gelo jina xweşik dikare helbestvaneke baş be, lê ko hat û roj li rojava derket û li rojhilat çû ava û wisa bû jixwe îca dibe perwan e û pêximbera xweşikbûn û helbestê, dê çav bi dû ve biwestin, biqurimin, ji haw haw bikevin, dê her kes bibêje; xwezî bûka min ba. Li vir xweşikbûna jinê rola helbestê dilîze û helbesta wê ya nivîskî bê nirx û xwendin toz û terabêlk digre.

Sînor û pîvan ji xweşikbûnê re tune ne, her merovek li gor pîvanên xwe yên taybet xweşikbûnê dinirxîne, bi wateya ko ez jinekê xwşik dibînim, tu dikarî wê nexweşik bibîne.

Ko hûn li wêneyên li jor binêrin hûnê bibînin û nas bikin ko hemû jin in û helbestvan in, îca kîjan ji nav wan gelekî helbestvan e, ew xweşikbûna wê û wêneyê wê dinirxîne, jina gelekî xweşik gelekî helbestvan e jî, helbet li gor pîvanên civakê, pîvanên xwendevan û hin nivîskaran, bi taybetî mêr ên li hember jin a xweşik lal dibin, (mêr in hene helbesta xwe bi navê jin in xweşik belav dikin, bi hêviya carekê ramûsanekê jê bistîn in), ê ma wele ne gunehê wê pepûkê ye ko nexweşik û kirêt hatiye dinyê, ma kî naxwaze xweşik be.

Helbestvana jin(qaşo) ya gelekî xweşik, gelekî tê xwendin, mebesta min wêneyê wê tê xwendin, gelekî li ser tê nivîsandin, Messengera wê vala nabe û wek ava çeman hedanî nakevê û naraweste, jixwe dema wê hemû ji bersiva nameyan re ye, li ser lingan nan dixwe. Û helbestvana nexweşik be xwedê jê stand, rû reş e, xweliya heft gundan bi ser serê wê de dibare, çiqasî xurt û bilind binivisîne jî ew nagihê toza ya xweşik, li gel ko ya xweşik ne wek wê xurt û bilind be jî. Lê jin dikare bi gelek şêweyan bi xwe bilîze û xwe xweşik bike, dikare xwe mikyac bike, dikare porê xwe mêş û xelekokî bike, dikare poz ê xwe yê şelimî biçûk û nazik bike, dikare bihêle textor jî pê bilîzin. Jixwe ko tu çentê wan ê piyan vekî ji bilî hemra û bodra, meskera, berbisk, menekîr û pênûsa çavan tu têde nabînî. Berî demekê ez û nivîskareke jin li şahiyeke kurdî li ser maseyekê beramberî hev hatin, piştî axaftineke xweş û şêrîn nemra telefona min xwest, min nedî hema ji çentê xwe yê piya pênûsa çavan derxist û li ser kilînêkseke gulgulî nivîsand û avêt binê çentê xwe yê qehweyî, piştî çû destavê û vegeriya, min jê re got; dixwazim nemra xwe binçav bikim, dibe ko min şaş dabe te, reş û şîn bû û got; na na te şaş nedaye, jixwe hîn û hîn telefona min dike. Xwezî min bizanîba nemra min a li ser wê kaxeza gulgulî di çi rewşê de ye…

Ta ko helbestvan a jin qîz be, an jî berdayî be(mîna tevzerê, li wêne biner e), xirecir û axaftin li ser heye, guhên wê tim dikin vinevin û pinepin, tê xwendin, li ser tê nivîsandin, messengera wê naraweste, posta maila wê tim tije ye, lê ko hema mêr kir dibe bîranîn, sûka wê dişke, messngera wê blok dibe, kes nema silava xwedê û pêxember û kurdayetiyê lê dike, kes nema wê bi du firingên qulkirî jî dikire. Nivîskara ko mêr dike hemû derî û penceran li pêş xwe digre, lê ya ko tê berdan hemû derî û pencerên girtî li pêş xwe vedike, ta bi messengera wê yî blok kirî vedibe, jixwe ko ziman xweş û şêrîn û şelaf be xweda dayê û dibe taca hin nivîskaran..

Ji nav jinên li jor sê jin gelekî têne xwendin, mebesta min ji hêla mêran ve gelekî têne xwendin, îca mêr jî bi şêweyê xwe yê mêrane wan dixwînin, ew jî ev in; rêza navê ji aliyê destê çepê de a sisiya û pêncan, û di rêza binî de a diduyan li ser destê rastê.

Jin a xweşik ne hewceyî helbestan binivîse tako xweşikbûna xwe hin bi riya helbestê û hin jî bi riya wêneyê xwe diyar bike, ew bê ko helbestan binivîse tê xwendin, rûyê wê, bejna wê, axaftina wê, kenê wê, memikên wê, her tiştê wê helbest in..

Jina nexweşik, dinvîse dako rihê xwe yê xweşik  bi helbestê re diyar bike, û nexweşikbûna xwe bi helbestê veşêr e.

Jin dexseyî her tiştên hevûduyî xweşik dibin, ji bilî helbestan, dibêjin ma ev jî helbest e vê porkurê nivîsandiye û xwelya heft malperan bi ser serê xwe dakirye....

Ji nav jin ên li jor helbestvan in baş hene, xweşik, rindik û findikî dinivîsin, xweda wan bike alek bilind li ser pozê gemiya helbesta kurdî û xelata Nobil bi wan de, û hin ji wan melkestvan in, tirşik, şixtik û mixtikan dinivîsin. Ko grûpa melbest û melkestvan çax û dema xwe bidin perwerde ya zarokên xwe baştir e, ko zarokên wan tune bin dikarin çax û dema xwe bidin zarokên cîranan, an jî bila beroş û meqilkan bişon û paqij bikin baştire zimanê miletekî gemarî û qirêjî bikin..

Berhema jinan nayê xwendin, belê tenê wêne yê jina xweşik tê xwendin, ango şixtik-mixtikên wan bi çavekî li ser wêneyan rawestiyayî, têne xwendin, îca çilo helbestvanên jin dikarin xwe xweşik bikin dako zikêşekî çanda kurdî mîna Tengezar li ser wan binivîse, Tengezarê ko tenê li ser jinên xweşik dikare binivîse, dêmek hemû jinên li jor nexweşikin tako Tengezar li ser wan nanivîse(li vir dibe ko helbestvan bin), mane bextê we reş e, de bila hûn wek Fatma Mixrubî bana, weyê xwe li hemû mehrecan û festîvalên kurdî li kêleka serok û merokan bidîta, jixwe ko şert û mercên nirxandin û nivîsandinê bû xweşikbûn, pêşiya pêşî nivîskara nexweşik têkdiçe û di dûv re nivîsandin û edebiyat bê nirx û têkçûyî dibe. Helbestvan Ezîz Xemcivîn di gotara xwe ya rexneyî de, ya di bin navê; Rexne: pesn, şer an rexne ye?, ko di malpera avestakurd.net de belav kirye, di derbarê Tengezar, rexne û nirxandinê de wisa nivîsandiye; Tengezarê Marînî ev bûye demek ji xwe re kiriye kar, ko hinek jinên helbestvan hene, tev ko nizanibin bi alfabêyê jî binivîsînin, pesnê wan di gotarekê dûrdirêj de dide.. Ewê jina nivîskar dike mîna helbesvanên cîhanî; belam hinek ji wan nizanin bi kurdî binivîsînin.. Lê dema xwe nade nivîsek balkêş ji aliyê helbestvanên mêr.. Dîsan ev nerîna wî ye û ew azad e..( http://www.avestakurd.net/e_xemc.htm ).

Gelek jin ji qayîşa hevûdu re xwe xweşik û şayîk dikin û helbestê dinivîsin. Jixwe jin hevûdu dixwînin dako nirxandineke têkçûyî bidin hevûdu.

Mêr helbestan li ser jinên xweşik dinivîsin, naxwe dema jin xweşik be çima kirî helbestan binivîse?, çimkî ew helbeste, dêmek jinên li jor nexweşikin an jî bi helbestan dixwazin xwe û rihê xwe xweşik û şêrîn bikin.

Ko tu li wêneyên li jor temaşe bikî, tê bibîne ko jinên li welat xwe bi zor û heft belan xweşik kirne..incex xweda zanibe bê çuqasî li ba Kuwafêran mane berî wêne bikşînin.

Bêwar, Narîn û Anahîta; dako hun bêne xwendin, û bala xwendevanan bikşînin hun dikarin li şûna şerpeyê û cilên modern cilên kurdî û folklorî li xwe bikin, wele cilên kurdî xweşikin, an jî hûn dikarin mîna diya min li xwe bikin û porê xwe veşêrin, cil û girêdana bi cilên folklorî ji şerpeya we balkêştir û xweşiktire, û ew jî dikare porê we veşêre. Lixwekirna cilên kurdî û folklorî wateyeke bilind dide, ne şerme. Li vir berhem û wêne ji hev cuda dibin û nirxandina we ji aliyê merovan ve dimîne li ser berhema we. Her û her ev tiştekî taybet e ez ne ji mafê xwe dibînim, lê bi serê we ji bo we dibêjim, hûn dixwazin bawer bikin û hûn dixwazin bawer nekin..

Mexabin malperên kurdî jî roleke xerab û têkçûyî dilîzin, ko nivîsek ji jinke kurd ji wan re tê, bê bask difirin, bê ko bixwînin, serast bikin û binirxînin belav dikin. Nimûne, dema Arşevê Oskan ji şixtik-mixtikek Narîn Omer 75 şaşiyên ziman diyar kir, em hemû agahdar kirin, dako em bêtir û bêtir li nivîsa xwe berî weşanê vegerin, binçav û serast bikin, li vir şaşî û gunehê pêşî û mezin yê Narîn Omer e û di dûv re yê malperê ye. Jixwe kî fêrî teknîka malperan bûye malperek vekirye, ne bi ziman dizanin, ne ziman ji wan re girîng e, ne zikê wan li ser ziman diêşe, û ne xwe fêrî ziman dikin. Ez têde nagihêjim çilo nivîskar xwe dadixin radeya wan nezanan û berhemên xwe ji wan re birê dikin...hêdî hêdî em têkdiçin. Nezanan cihê zana dagîr kirne û ji dê, bav û miletê xwe şerm nakin.. merovê şerm neke dikare her tiştî bike.

Di dema dawî de, bi hatin û berfirehkirina Internet re wêne yê gelek jinan diyar bûn, dêmek Internet û nezanan ew kirin nivîskar û xwedî li wan derketin(bijî Internet..bijî...bijî..bijî..). Ji ber xwedî û berpirsên malperan jî nezan in û ji jinan şerm dikin, hez dikin(an ji bo.....) û her nivîs û berhema wan belav dikin, em ewqas e wêneyê jinan di malperan de dibînin, de dîsa başe malper bi wêne yê jinan û bi taybetî jina xweşik dixemile haaaa, ma girara bê xwê, bê rûn tê xwarin..ma gund bê seh dibin..

Diyare Internet deriyê derfetan li pêş jinan vekir dako beşek ji wan derdên xwe yên rastteqîne derbibirin û binivîsin, û beşê din wêneyê xwe yê seksî belav bikin û pê şaşiyên zimanewanî veşêrin. Kesek li dujî jinan nîne, lê gerek jin serast binivîsîne.

Min ji hêla xwendevan ên mêr ve ev Qilçix nivîsandiye, ango xwendevanên mêr(nivîskarên mêr jî di nav wan de) çilo û çawa, bi çi şêweyî nivîsa jinan dixwînin û dinirxînin.

Ev Qilçix ne li dujî kesîye..

Gelo jina xweşik dikare helbestvaneke baş be?, gelo jina nexweşik dikare dengbêjeke baş be?. Her tişt li pişt perdeyan de dibe...

 

04/07/2007

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com