|
|
|
Qilçix ----------------------------- Şivan
û Şehrîban
- ji bilî deng û cilên kurdî tiştekî
Şehrîban tune.. Qilçix Diyare hunermendî tiştekî xweş e, tako di du sê salên dawî de bê jimar hunermend û dengbêj û ne dengbêj derketin ser ekranên Tv ên bi kontrol û bê kontrol, serê malê hunermendek. Min jî biryar da bibim hunermend, ji bo bibim hunermend min têkilî bi du hunermendan re danî, Brader Musikî û Zubêr Salih, ez ê Vidyo kilêban amade bikim lê stran bi tevayî dê ya hunermend Brader an Z. Salih be, merovê li vidyo kilêba min temaşe bike dê guman bike ez distirêm, lê ne deng dê dengê min be, ne mûzîk mûzîka min be, ango ezê deng û mûzîka wan bavêjim ser vidyo kilêba xwe, ezê bikim ko distrêm, ez ê bi navê xwe tapo bikim, û ji hemû televizyonên kurdî re bişînim, jixwe ana wisa bûye, berî ko merovek biryar bide bibe hunermend, Vidyo kilebekê amade dike, hîna CD dernexistiye, vîdyo kilêbên wî di hemû TV an de tên weşandin. Ne her merovê dengxweş dikare bi hunermend be, an jî bi hunermendekî baş be, dengxweşî ne tê kirîn û ne jî firotin, ew bi hin merovan re dibe, lê mûzîk, awaz û helbestên stranan dikarin bên kirîn û firotin. Merovekî deng nexweş jî dikare mûzîk, awaz û helbestan bikire. Merovekî deng nexweş jî dikare mûzîk, awaz û helbestan çê ke, lê nikare bibe hunrmendekî dengxweş û baş(stranbêj). Li vir yekser dengbêja kurd Şehrîban tê bîra merov, dengê wê xweş e, balkêş e, nazik, rindik û findikîye, ew jî ji ba xwedê ye, lê ji bilî deng tiştekî wê yî din tune, stranek ji vir, yek ji wir, yek jî ji dera han, bi zor û heft belan tûrikê parsê “CD” bi nêvî dike, bi navê xwe tapo dike û difroşe.. Ko tu jê bipirsî; ev strana kê ye?, dê bêje; min di malzaroka xwe de afirandiye. Jixwe jinik difroşe û nakire. Jixwe a bi ecêb wan stranan li Turkiyê(mafê gel parastiye..!!) dirazîne, ji bo kesek wan stranan nebêje, û ko hat û merovekî got çû jê de, gilî lê dibe, jixwe hunermenda ji kîs xelkê berê ev yek kiriye. Şehrîban a ko hin kes wê wek Şehrîbana Gundî bi nav dikin, Qaşo bi heft zimanan zane(gerek bikeve pirtûka Genes, ji ber yekemîn jina kurd e ko bi heft zimanan dizane, xwezî rast be), lê wek diya min bi kurdî nizane. Hunmend berî ko bi mûzîk, stran, awaz, helbest û miletê xwe re rast be, gerek bi xwe û hunera xwe re rast û dirust be, derewan li milet neke, milet ne xapîne. Wek di misulmantiyê de hatiye; merovê li têlan bide îman di tiliyan de namîne, û merovê/a stranan bibêje, li tembûrê bixe û li mûzîkê guhadrî bike bê îmane, jixwe merovê/a li mûzîkê guhdarî bike, li wê dinyê dê resasa sincirî li şûna mûzîkê bera guhê wî/wê din. Îca Şehrîban çû ji te de lê, ma tê ji ber lepên xweda bi ku de here!!, ma kes kare xweda bixapîne, tu ji hêlekê de xwe vedişêrî û ji hêla din de xweda û melaîketên wî rihetsiz û ji xwe aciz dikî, ma wisa dibe?. vêca Şehrîban bi tiliya li tembûrê dixîne, eşheda xwe bi eynî tiliyê li ser sicada nimêjê tîne, ma wisa dibe?. Gelo dibe merov kêlîkekê misulman be û kêlîka din gawir û deyoz be?, mebesta min ava hunerê,porveşartin, bi tiliya eşhedê li tembûrê xistin, mûzîk û misulmantiyê nakevin cogekê. Hunermendê baş û rast mîna mûma geş e, dişewite dako me bi roniya xwe kêfxweş û şad bike. Nimûne; nemir Mihemed Şêxo, gelek astengî, alozî, zulm, zindan, derbiderî û sirgonî ji bo hunera xwe kişand û berdewam kir dako me kêfxweş û şad bike. Ez ne li dujim hunermend ji dû hunera xwe bijî, lê dema huner û pere bikevin yek rêzê de û bazar li ser hunerê bê kirin, hunermend û di dûv re hunera wî bê nirx dibin, dema hunermend derewan bike, miletê xwe bixapîne dako bi sed hezaran EUROyan bide hev bi mehneya vekirina televizyoneke kurdî ji bo hemû kurdan, û ew televizyon venebe û ew pere beta-weta bibin, êdî bawerî bi wî hunermendî namîne, jixwe hun dizanin mebsta min hunermendê mezin Şivan Perwer e. Di sala 2004an de Ferhad Ehmê hevpeyivînek taybet bi Şivan Perwer e kiribû, di wê salê de di malpera qamislo.com de ya ko F. Ehmê birêve dibir, belav bibû, lê ji ber ko malper di dûv re rawestiya, hûn dikarin di malpera rojname de, di bin linka li jêr bibînin û bixwînin(malpera rojname ew hevpeyivîn ji malpera qamislo.com biriye). Bixwînin bê ka hunermendê me çi di derbarê TV a ko dê ji bo me kurdan(hemû kurdan) vekirba, çi dibêje, wek nimûne, dibêje; ‘’Kurd televizyonên wan hen in ...tu zanî...sê çar televizyonên me hen in. Li derî wê jî di televizyona Îraqê, Îranê yanî çend se’etan tiştên kurdî têne weşandin. Lê vana hemû li gor cihê xwe stabîl in ne bervireh in, ne netewî ne, ne rengîn in, ne pir dengî nin. Ji ber wê bo hemû gelê kurd îfade bike, di her awayî de û têkiliyek bi tolerens (lêborînî, bexşeyî), demokratî û lîbiral çê bibe di warê siyasî, hunerî, perwerdeyî û ekonomîkî. de... da di her warî de xelkên me pêşkevin, ji hevdû fam bikin, ji hevdû hez bikin, ji ber vê yekê em televizyoneke kurdî wekû xwendegehekê ku di her malekê de be, dibînin, ku her kes dikanibe jê dersê bigre, jê tişkî fêr bibe; em dibînin ku xwendegehek netewî.. yanî temamiya miletê kurd îfade bike, me da ber çavê xwe û projeya xwe bi rê xist...’’ (( http://www.rojname.com/article.php?sid=4240 )(( 2004-03-03, 20:42, di malpera rojname.com de belav bûye)). Jixwe bi van gotinan te gelek kes xapandin û te bi sed hezaran Euro kom kirin. Li devereke din di eynî hevpeyivînê de dibêje: Ji ber ku tiştên em çêdikin ewê pêvajokekê biguhere, ev pêvajok li gorî demê, li gorî fikra me ewê rastiya xwe bibîne, ewên din mecbûr ewê xwe biguherin û bi guhertinê re eger birastî durust û rast bin, ewê cîkî baş bigrin û ku ne durust û ne rast bin ewê têk biçin ..... Ji ber wî hawî hinek jê ne rehetin. Gelî xwendevan; ez li ser van gotinan tiştekî nanivîsim, hûn gotina xwe bidin, hûn binirxînin, hûn nerîn û helwesta xwe bidin. Dema ko ev gotin dihatin kirin bi qefla pere dihatin kom kirin, ana her tişt têkçû û eşkere bû, gelo kî têkçû?, kê bi van gotinan em hemû xapandin?, ax aaaax; ta kînga em ê hevûdu bixapînin. Ka Şivanê berê û ka yê ana..!!. Şivanê berê stranên xweş ji bo me hemiyan çê dikir, ana daxuyaniyan çê dike. Gelo çi bi wan pereyan hat?. Jixwe axaftina herî girîng di hevpeyivînê de, ev e, dema dibêje: “Eger rojekê ev proje neçû serî, em wan peran li xelkê vedgerînin, yanî em naxwazin derewan li kesî bikin“. Başe, ta çend salan em ê li benda pêkanîna projeyê bin?, çar sal borîn û tiştek nebû, TV venebû, ka çima ew pere li xelkê venagerin, çend salên din em ê nas bikin ko proje çû an ne çû serî?. Nakeve serê min hûn careke din li projeya vekirina televizyoneke kurdî vegerin ji ber du sedeman, 1-vekirina televizyonekê pir zore, bi taybetî ji layê aborî ve, ji ber tu ji bêrîka xwe tiştekî nadî û partiya piştgiriya te dikir jî nikare alîkar be. 2-we têra xwe pere kom kirin û we xwarin û dan bi …….ya baş ez ji wisa bêtir nenivîsim. Lê ya ko nayê bawer kirin: çilo tê wan pereyan li xelkê vegerînî, ko proje neçe serî, mane wa neçû serî, ko tu rast dibêjî fermo pereyên xelkê li wan vegerîne, gelek-gelek kesan di şahiyên alîkariya ji bo vekirina wê televizyonê de 11€, 20€, 50€…dane û ko merov wan pereyan kom bike tonek çê dibe, ma tê wan çilo li xelkê vegerînî?, ma tê mal bi mal, welat bi welat, kolan bi kolan li wan kesan bigere û wan pereyan li xwediyên wan vegerînî. Ne tu û ne xweda nikare vê yekê bike ji ber ew kes ne diyarin. ((yanî em naxwazin derewan li kesî bikin)). De ka em bêhna xwe çar salên din jî fireh bikin bê hûn ê derewan li kesin din bikin an na, hûn ê wan pereyan li xelkê vegerînin an na. Hunermend ji bo kêfxweşiya merovan stranan dibêjin, hunermend mîna pêxemberan in, nizanin guneh û derewan bikin. Hunrmend ew merovê bi deng, awaz û muzîka xwe xebata merovayetî dike dako bikeve dilê hezker û miletê xwe. Hunermendê baş, ê ko hunera xwe bilind binirxîne, dibe bi salan ji bo çêkirina stranekê raweste. Ji berê de pêşiyan gotine: 1-giya di bin keviran de namîne. 2- serî(k...) bi paçikan mezin nabe. Gelo dibe merov(hunermnd) du rûyî be?, li hêlekê merov şerê dujminê kedxwar bike, û li hêla din merov kedxwar be. Masiyên biçûk hevûdu dixwin, gamasî(neheng) hemiyan dixwin. 22/08/2007 * * *
Têbînî:Mexabin piştî
nivîsa min di malpera Netkurd de belav bû, hevpeyivîn ji malpera Rojname
hate avêtin,
ji bo xwendevan Hevpeyivînê
bixwînin, ez wê di malpera xwe de belav dikim. linka li
jêr bi tikîn:
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|