|
|
|
Qilçix ----------------------------- Cîhana Internet û balyoza bê helbest Hin kesan, na hin nivîskaran Internet li me teng kirne, bêhna me çikandine, ji bo merov wêneyên wan nebîne û nejmêre merov nema dixwaze bikeve cîhana internet. Tu çilo internet vedikî wêneyê yekî ji wan di rûyê te de ye, tu diçî malpera din wisa, mînak jî gelekin, lê ji wan; Siyamend Brahîm, Konê Reş, Salihê Kevirbirî, Dildar Ismaîl, Besam Mistefa, Narîn Omer û gelekên din. Ez ne li dijî wan im û nabe kesek jî li dijî wan û nivîsandinê derkeve, lê wek ez dizanim, nivîskarê baş xwendevanên xwe pir dike û ne ew bi dû xwendevanan dikeve, belê xwendevan li nivîskarê xwe digere û bi dû de baz dide, lê ji van weyê ko nivîsên xwe di hemû malperên dunyayê de belav kirin dê xelk wan bixwînin. Ez jî mîna kesekî ji kesênên vê dunyaya, ko ew bûye mîna gundekî biçûk, rojane dikevim cîhana internet, vê derfeta hêsan a ko gelek kesên ne tiştek li ser serê me kirin tiştek, an jî kirin qûçek û li ser sênga wêje û nivîsandina kurdî danîn. Bi wateyek din dibêjim gelek kesên bingeha alfabe û rêzimana kurdî nizanin bûne sernivîserên malperan û stêrka internet û rojane nivîsek wan î erzan û çewto-mewto bê binçavkirin di malperan de belav dibe, lê şaşî û gunehê mezin ne yê wan e, belê yê xwedî, birêvebir û sernivîserên malperan e, naxwe çilo wan nivîsên çewt belav dikin, wek ez dizanim birêvebirên hin malperan wek; “welateme.net” û “gemyakurda.com” bi kurdî nizanin, her wisa yên ko zanin jî şaşiyan ji qestî dikin, diyare nivîsan naxwînin û belav dikin, bi bawerî û lêkolîn vê yekê piştrast dikim û dinivîsim û dibêjim ko naxwînin, binçav û serast nakin, mînak gelek in; qaşo helbestên Xelat Ehmed di “rojava.net” de(pencera wê [qehwa sibehê] vekin, wê bixwînin lê qehwê pê re venexwin), ew rêz û şixtik-mixtikên wê hemû bi erebî nin lê bi tîpên kurdî têne nivîsandin, hevokên wê şikestî û bê wate û giyan in. Narîn Umer, a ko şaşiyan di nivîsên xwe de dicivîne û mexabin jê re tê belav kirin, ji bo vê yekê piştrast bikim; berî demekê Arşevê Oskan ji nîv rûpela nivîseke wê 75 şaşî diyar kir. Dildar Ismaîl jî bûye lehengek ji lehengên internetê û nivîsên xwe di bin navê “peyva tazî” de belav dike, û kesek nizane çi dinivîse, di xelekek ji peyvên tazî de "kûçik dizê", de werin û kirasê xwe neçirînin û porê xwe nekşînin, ji bo wî pêşniyar dikim ko carekê ji caran wêneyekî xwe şilfî tazî bi peyvên tazî re belav bike dako xwendevan jê bawer bike ko ew jî wek peyvên xw tazî ye. Hisên Ehmed; çend pirs ezber kirne û dest bi hevpeyivînan kirye, hevpeyivîn li dû hevpeyivînê, hevpeyivînan bi kesnan re dike tu nizanî ew kes kî ne û çi dikin û çi dinivîsin, ez bawer im di rojên pêş de dê hevpeyivînan bi seh û çêlekên deng û reg xweşik re jî bike, tenê ji bo wêneyê xwe belav bike. Di cîhana internet de merov ecêban dibîne, bi kêmanî ji bo min ecêbin, Urkêş Brahîm di navbera şev û rojekê de dibe hevjîna Siyamend Brahîm û di nav helbest û melbest, pel û mel, nivîsandin û mivîsandina Siyamend de winda dibe, îca radibe navê xwe diguherîne û dike Winda Şêxo, ta bi vir ne gelekî ecêb e, lê ecêba mezin ew e, çilo û çawa dibe balyoza helbesta kurdî?, bê ko daxuyaniyek, agahdariyek ji wê yan ji ebûqat û berdevkê wê derkeve û ji xwendevan û helbestvanan re diyar bike bê ka çilo û çawa bû balyoza helbesta kurdî. Wek xwendevanên min dizanin ez ne helbestvan im, lê wek min gelekan pirsiye, gelo çilo û çawa Urkêş Brahîm bû Winda Şêxo û di dûv re bû balyoza helbesta kurdî?. Berî ko li gor xwe şirove bikim çilo û çawa bûye balyoza helbesta kurdî, dixwazim binivîsim ko kî bibe hevjîna Siyamend Brahîm dê bibe helbestvan, ev jî cihê lêpirsîn û lêkolînê ye. Wek min gelek kes dizanin ko Siyamend Brahîm kovar û pirtûkfiroş e, lê tu ana kîjan malperê vekî tê wêne û nivîseke wî têde bibînî, gelo Siyamend ewqase nivîsan belaş dinivîsîne?. Berî çend rojan Siyamend Brahîm gotarekê bi erebî di derbarê mehrecana helbesta kurdî ya ko li Qamişlo li dardikeve, dinivîse. Merovê gotarê bixwîne dê yekser mebesta wî ji nivîsandina gotarê nas bike, çilo balyoza helbesta kurdî Winda Şêxo vexwendî mehrecanê nebûye, ji bo vê yekê veşêre hin navên din tîne ziman, lê xwe wek ebûqatekî ji balyozê re diyar dike, jixwe li tevaya dunyayê balyoz û balyozxane bê ebûqat nînin. Ana îca em ê vegerin balyozxanê, ne ji bo em pirsa pasport û vîza bikin, belê ji bo em pirsa helbestan bikin, gelo çend helbestên Winda Şêxo bi Kurdî hene, gelo di kîjan kongereyî û di encama çi hilbijartinan de dibe balyoza helbesta kurdî?. De ka em ê li benda Winda bin dibe ko me di nav bersiv û daxuyaniyan de winda bike. Ana îca em ê bizîvirin ser şiroveya xwe ya taybet, bê ka çilo û çawa Urkêş Brahîm bû balyoza helbesta kurdî; dibêjin, ne li ser bextê min be, dibêjin li welatê Kewstan jinek bi navê Winda Şêxo balyoza helbesta windayî bû, piştî kêferat û xirecira bi helbestan re bê ko agahdarî ji malbata wê derkevin koça dawî dike, Urkêş Brahîm radibe li ba textorekî xwe dixe kesmê wê û navê wê jî li xwe dike û dibe balyoza helbestê. Hin kesên din dibêjin; na ev serpêhatî ne rast e, ya rast ebûqatê wê ew kirye balyoza helbesta kurdî, ma kî dê jê re bêje na wisa neke, ne wek te ye, ev yek şaş e, mane her yek ji me seriyekî dajo bê ko xwe gunehkar bibîne. Dako serê we ne êşînim, ji wisa dirêjtir nakim, lê ma gelo ne şaşitiye ewqase şaşitî di derheqa ziman de dibin, bi sedên salan e ko şerê zimanê me dibe, lê bav û kalên me dikarîbûn biparêzin, ana îca di dema internet de zimanê me têkdiçe û ber bi tunekirinê de diçe. Di dema internet de gelek ziman winda bûn û hîn jî winda dibin, jixwe tirsa me ji wê tirsê ye ko zimanê me jî li ber hêza vî bayê xurt biçe. Xwezî her yek ji me cih û karînên xwe bizanibe û destdirêjî karê yê din neke. 02/11/2007
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|