malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                           

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Qilçix

-----------------------------

Helwestfirotin

 

Helwestfirotin, laşfirotin, welatfirotin û gelek tiştên din bi firotin tên yek wateyê, lê ya em ê li ser rawestin helwestfirotin e.

Helwestfirotin, di nav pelên dîrokê de bi gelek şêweyan bûye, merovekî helwesta xwe ji bo zêrekî firotiye, yekî din jî bi pênc qirûşan firotiye, yekî jî ji tirsa serjêkirinê re firotiye, û ya herî bivnak û erzan ko hinan helwesta xwe bi vîna xwe didan firotin. Jixwe ev yek mala miletan dibe mîratê, û ana gelek helwestfiroşên me yên nû derketine meydana gilobalîzmê û me û xwe û dayika xwe difroşin û têkdibin.

Helwestfirotin tê wateya; ew merovê ji dê û bavê xwe şerm nake, bê bawer û kesayetî ye, ew merovê li dijî berjewendiyên milet û welatê xwe derdikeve, ev yek jî dikare bi gelek şêweyan bibe, dikare bi şêweyê nivîsandinê bibe û ev ya herî têkçûyî ye, çimkî, ko nivîskar li dijî berjewendiyên milet û welatê xwe derketin û helwesta xwe firotin, bizanibin ew milet şikest û têkçû..!!

Ana û berî serxwebûna Kurdistanê, rast û dirustkirina merovê kurd gerek e,

Jinên laşfiroş ji bo qezenckirina pereyan xwe ji mêrên herî gemarî re jî tazî dikin.

Jinek jî, ji bo çapkirina pirtûka xwe; ziman, helwest û laşê xwe difroşe.(mîna jina serserî).

Merovek jî helwesta xwe ji bo xirecirê difroşe, çimkî ji qelebalix û xirecirê hez dike, hez dike axaftin li ser wî bibe, bê ko bizanibe çi ziyanê dighîne milet û welatê xwe.

Hin nivîskaran helwesta xwe erzan dan û gotin: Berzanî firya û ne danî, hinan gotin çû Israîlê da ko pêl dewla zikê Ereban bike, û hinan gotin çû Jamayka seyranê. Lê dema vegeriya Kurdistanê ew helwestên erzan diyar bûn ko ji kînê tên û xwediyên wan bê nirx bûn.

Hin jî kîna di nava xwe de û têkçûna berjewendiyên kesane, dikin helwesteke erzan û xwe pê erzan difroşin.

Hin serok û rêberên kurdan jî helwestan bi erzanî didin û nafiroşin, mînak: ji ana û sê mehan em dibin yek, ji ana û neh mehan em ê rêjîmê birûxînin, em aştiya biratiyane bi Tirkan re dixwazin, em muxtariyeta demuqratîk dixwazin, em jî serxwebûn û azadiya Rojhilata navîn dixwazin, em simbêlan piçûk dikin, em mirîşkan li elokan mahr dikin û yê nepejirîne bila serê xwe li dîwarê keleha Amedê xîne.

Merovê helwesta erzan û bê nirx bide, dikare li dujî jin, malbat, gel, welat û tiştin din derkeve û wan bi erzanî bifroşe.

Hin nivîskar( qaşo ) kînên olperestiyê dikin helwest û bi birrek û kêra ko serên birayên xwe jê dike

Di dîroka me Kurdan de, gelek caran Kurd Kurd xapandiye, gelek caran Kurd Kurd firotiye, gelek caran Kurd birayê Kurd kuştiye, û kuştin ne tenê bi gule, xincer û kêra ko dibe, belê bi helwestan jî kuştin dibe, û dibe ko ev rengê kuştinê ya herî dijwar be.

Gelek serok û rêberên kurdan li ber darê daliqandinê helwesta xwe ne firotin û hatin daliqandin û gelekan jî nîvê nijada xwe firotin dijminan da ko her sê gavên dawî ber bi sêdarê de bê giyan nejimêrin. Serokek jî doza muxtariyeta taxa gundê ne demuqrat dike.

Çima helwest bi hesanî tên firotin, lê pirtûk, kovar û rojnameyên ji bo xwendinê nayêne firotin?. Merovê helwesta xwe erzan bide û bifroşe dikare dê û bavê xwe jî bifroşe, dikare welat, jin, xuşk û tiştin din jî bifroşe.

Xwedî û berpirsyarên hin malperan (bi taybetî) bê helwest in, an jî helwestfiroş in. Hin ji wan ji malperên fermî yên hikûmeta Kurdistanê fermîtir û piştgirtirin, dako hikûmeta Kurdistanê malpera wan(û ew jî pê re) bikirin, an jî perenan bidin wan.

Ji xwedî û berpirsiyarên malperan jî tê xwestin helwesta erzan belav nekin, an jî ew dibin hevpişkên wê helwesta bê nirx û erzan.

 Gelo kesek heye bi xêra dê û bavê xwe muxtariyeta demuqratîk şirove bike? gelo tê çi wateyê û çi mafî dide Kurdan?.

 11/12/2007

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com