|
|
|
Qilçix ----------------------------- Civak afata jinan tîne
- xwekujtin helwesta
jinê ya..
Pêşî û berî ko hûn bîr û boçûnên min di derbarê jinkujtinê de bixwînin, li wêneyên jêr temaşe bikin, hûn ê bibînin ko canewerên bê hiş, bê aqil, bê ol û bê xweda nema kujtinê dikin, çanda kujtin û xwekujtinê ji nav xwe rakirine. Pisîk nema Mişkan dikujin, Pisîk û Seh bûne destbirak, çanda kujtin û tirsê ji nav xwe rakirin, Pisîk çêçikan xwedî û perwerde dike. De wer in û matmayî nemînin, heywanên hov nema hevûdu dikujin, lê li ba me kujtina jinan roj bi roj pirtir dibe. De bila civaka li pişt kujerên jinan ji caneweran hiş û aqil bigrin, bila pozê wan bişewite. Jinkujtin bi bihaneya parastina şerf û namûsê derewe, ji bingeha xwe de derew û xwe xapandine, çimkî dema kujtin diqewime ji du aliyan de hetikandin dibe, dema jin(li gor bîr û boçûnên kujeran) bêrûmetiyê dike û dema tê kujtin. Jixwe di komelgeha nezan de mêr xwe bi kujtina jinan paye û serbilind dibînin û guman dikin ko bi kujtina jinê wan şeref û namûsa malbatê vegerandin. Lê ko hezkirin bêrûmetî û hetikandin be, ko dilgirtin û dana biryara jiyanxweşkirinê bêrûmetî û hetikandin be gerek jin li kurdistanê bi taybetî û li cîhanê bi giştî biqelin. Lê merovên têkçûyî, şikestî, nezan, perwerdeya Sedam, komelgeha ko mêr tim serdest e, çanda tirk, çanda ereb û eceman, çanda misulmantiyê ya ko jin bûye dako rêncberiya mêr ê serdest bike, ne dilovaniya civakê, axaftina li ser tenûran, û sor û harkirina kujeran, çanda ko rûmet û namûs tenê di jinê de ye, necezakirina kujeran û gelek sedemên din dihêlin jin an bê kujtin an xwe bikujin. Jinkujtin an xwekujtin an jî jiyankujtin, her sê yek wateyê didin. Kujtina jinan ne mêrantiye, belê perwerdekirina jinan li ser bingehekî rast û xurtkirina kesayetiya wê, alîkariya wê dako karibe biryara pêşeroja xwe bide, mêrantiye. Li Kurdistanê ne hemû jin bi destên mêran tên kujtin, belê jin ji ber zordariya mêran xwe dikujin. Dema jin wek canewer û dehbeyan lê bê nêrîn, wek kole lê bê nêrîn, û bê kesayetî be, wek çêlekan bê firotin û tunekirin, bê guman dê xwe bikuje, ji ber xwekujtin ji bo wê helwesta dawîye. Kurdistan ber bi qirkirina jinan de diçe, eger kujtina jinan an jî xwekujtina jinan wisa berdewam bike. Dema civak dibe kujera jinan, dêmek hezar û pêncsed salên din gerekin tako ji vê çanda jinkujtinê rêzgar bibin. Xwelî li serê we kujer û yên mîna we diramin be, hûn ê me û komelgeha me vegerînin dema berî hezarên salan, dema mê ji dayika erebên nezan re dibû binax dikirin, hema hûn jî wisa nekin û di dema ko merov û komelgeh bi pêş de diçin hûn bi paş de vedigerin. Civaka êlitî û nezan vê yekê gur dike, çimkî rûmet û namûsa merov û êlê bi jinê ve tê girêdan, ji hêlekê ve jin bê nirxe û ji hêla din ve şeref û namûse, ev çi durûtiye. Jixwe di wisa civak de komelgeh û welat bênirx dibin, vêga hikûmeta kurdistanê jî nikare tiştekî di wisa civak de bike, di civaka êlitiyê de hikûmet pûç dibin, nikarin bi kar û barê xwe rabin, rola serokê êlê di standin û pêkanîna biryar û fermanan de ji ya serokê dewletê nekêmtire. Di civaka êlitî û nezan de tim û tim jin dîla kirde û gerdişa ne, tim kêm û tawanbar e, ji bo biçûktirîn tawanbariyê dikare bê kujtin(mêrekî nemra telefoneke biyanî di telefona jina xwe de dît, rabû ew kujt), bi hesanî mîna çêlekan tê firotin, bê nerîn û bê bîr û boçûne. Di kujtina jinan de du alî hene, jina kujtî û kujer, jin a ji jiyanê hez dike û kujer ê jiyanê dikuje, jin a ko hez dike, jin a ko dixwaze jiyana xwe xweş bike, jin a ko dixwaze biryara xweşkirina pêşeroja xwe bide, kujer tê û pêl her tiştî dike û we jinê dikuje, jixwe jin li gor wî kole ye, mexabin ko gelek kesên wisa hene, gelek kes diramin ko xweşiya zayendî tenê li ba mêr e, û jin di têkiliya zayendî de bi tiştekî hest nabe, û jin tenê alave ji bo pişta mêr bîne, lê çi çaxa ev bîr û boçûn, bîr û boçûna ko şeref û namûs jine ji nav me rabû, dibe kujtina jinan jî nemîne yan jî kêm bibe, jin jî wek mêr bi xweşiya zayendî hest dibe, lê mêrên rojhilat ên ezît nahêlin pişta jinê bê, tenê li xwe digrîn û ji ber vê yekê pişta gelek jinên rojhilat diêşe, jixwe jin newêre bêje, û ko hat û ji merê xwe re anî ziman dikare bê kujtin. Gelo di dema Sedamê dictator de, kujerên jinan diwêrîbûn jinan bi wê jimara pir bikujin.?, êdî çareserî çi ye?. Cezayê kujerên jinan çi ye?. Li herêma başûrê Kurdistanê, hîna jî civaka êlitî xurte, li gelek cih û deveran hêza êlê ji ya hikûmetan xurtir û lezgîntire, hikûmet pûç dibe û nikare destdirêjî pirsgirêkên qaşo şeref û namûsê bike, êdî dema ko jinek li gor bîr û boçûnên kujerên jinan bêşeref û bênamûsiyê dike, gerek bê kujtin, dako qaşo şeref û namûsa xwe ya binpê bûyî vegerînin. Dîsa li gor bîr û boçûnên kujerên jinan; dema jin bêşeref û bênamûsiyê dike malbat dihetike, şeref û namûsa wê binpê dibe, çimkî xelk, merov, cîran û êl yekî nasitirînin, agir gur dikin, ziman dirêj dibin, êdî civak dibe kujerê jinan, vêga neferek ji malbata ko şeref û namûsa wan hetikîye wê jinê dikujin, jixwe ko bikuje û ne kuje dihetikin, dîsa xelk, merov, cîran û êl diştexilin û yekî dihetikînin, wê ne kujin xelk dê biştexilin, û wê bikujin dîsa dê xelk biştexilin, jixwe şitexaliyên xelkê merovan ber bi kujtinê de dajon, êdî civak dibe kujer, naxwe çima li Europa û Emrîka jin ji bo têkiliyên zayendî nayê kujtin, ta radeya ko jina di kerxanan de wek kar dinirxînin. Di civakên nezan û paşmayî de şeref û namûsa malbatê bi jinê ve girêdayî ye, û şeref û namûsa welat, xaka welat û bindestiya welat pûç dibe, dibe netiştek. Rola nezanî û olan jî xurt û bihêze di vê yekê de, vêga dema wisa civak serdest be, û hikûmet pûç, nikaribe kujeran ceza bike, bêguman dê kujtina jinan roj bi roj xurt û pir bibe, tako jin nemînin, biqelin. Hêjayî gotinê ye ko di wisa civak de jin netişteke, bê kesayetî û biryar e, kole ye, êdî gelek caran jin bi rola kujeran radibe û xwe dikuje, mînak jî gelekin. Dema jin dibîne ko birayê wê maf dide xwe hez bike, dil bigre, her tiştê cinsî bi jinan re bike û maf nede wê ko hevjînê xwe hilbijêre, bêguman xuşka wî dê xwe bikuje û di nava agir de xwe bişewitîne. Cezayê kujerê jinan di civakên wisa de xelat û serbilindayîye, hikûmet jî nikare bi bihaneya parastina rûmet û namûsa malbatê kujeran ceza bike, êdî her kes bê tirs dikare jinan bikuje, jixwe ji ber vê yekê kujtina jinan an jî xwekujtina jinan li herêma başûrê Kurdistanê roj bi roj pir dibe. Lê ya ko ez fam nakim, çima tim jin dibe qurbanî?, çima mêrê destdirêjî rûmet û namûsa merovan dike, nayê kujtin?. Li dawî; Ji bo parastina şeref û namûsa malbatê ewqase jin li Kurditanê, li derveyî welêt têne kujtin, li gor bîr û boçûnên kujerên jinan, gelo çiqase mêr ji bo şeref û namûsê gereke bên kujtin?, bi taybetî mêrên ko jinan dikujin, mêrên xiniziyê bi jin û malbata xwe re dikin?, gelo mêrên bê guneh hene?, ma tenê jin şeref û namûsa malbatê ye?, gelo çima dema jinek bi mêrekî re tiştinan dike, çima tenê jin tê kujtin?. Û hûn sax ta şeref û namûsa mezin a me hemiyan li me vegere..
11/05/2008
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|