|
|
|
Qilçix ----------------------------- Ez û rexne Kes wek min tune, ez ne wek kesî me, gelek karakterên min ên cuda û taybet hene, tiştin hene dikim û nakim nikarim li şûn xwe bihêlim, bi taybetî rexne, hema hema her tiştî rexne dikim û şaşiyan napejirînim, nexweşiya rexneyê gihaye hestiyên min, bi çavê rexneyê li her tiştî dinerim, li gor min tiştek tune ko rexne nabe, bawer bikin ta bi siya xwe rexne dikim. Lê li aliyê din jî xêr û xweşiyê ji dost û hevalên xwe re dixwazim, û ji ber ko dixwazim ji min çêtir û baştir bin wan rexne dikim, ji bo rexneyan jî gelek ji min xeyidîne, Tenê merovên zana rexneyên min dipejirînin û pê kêfxwş dibin, gelek jî dema wan rexne dikim ne tenê ji min dixeyidin, belê li her deverê şer û nifiran dikin. Eger wisa berdewam bikim nêzîk kesî li dor xwe nebînim, ez jî nikarim rexneyan nekim, îca ka wê çilo û çawa çê bibe nizanim, lê nema dizanim ne ez rastim ne xelk nexweşin. Hin nimûne ji rexneyên min, û nirxandin li we…. Berî yazde salan li mala dostin xwe bûm, em hevûdu ji Qamişlo de nas dikin, berî yazde salan keçka wan heft salî bû û tenê bi Holendî diaxivî, xwîna min keliya û min ji dê û bavê wê re got: çima hûn bi kurdî pêre napeyivin, wele sibe mezin bibe wê dev ji we berde. Dê û bavê wê bi xeyd û hêrs bersiva min wisa dan; em baştir zanin keça xwe perwerde bikin. Ana û piştî keçik bû 11+7=18 salî nebedî bûye, kesek nizane li ku ye. Merov li Europa ne bi dilê xwe dost û hevalan hildibijêrin, tu nizanî bezê bin guhê bavê wan ji ku ye, te dît bûn dostên te, lê giya di bin keviran de namîne, ileh rojekê xwe eşkere bikin. Nimûne: Berî çar mehan li Elmanya li mala qaşo dostekî bûm, hingî dinya germ bû peyala avê ji destê min nediket, dîna min dît lawikê wan bi bazdan û bê serî hat û xwe li min xist, peyala avê ji destê min hat xwarê û bû perçe werçe. Yabo yaboooo, gayê sor te çi xwariye, min dostê xwe nedît, çavên xwe girtin û devê xwe vekir, gotin û xeberên nexweş neman û ji min re nedan. Min pişta ustê xwe xurand û xemgîn di derî re derketim, yekser çûm markêtê du taxim peyal, şeş bi şeşan ji eynî peyalê kirîn û bi dizî birin li ber deriyê wan danîn û li ser nivîsand; ez gunê lawikê we yê ko bû sedema rawestandina dostaniya me bixwim. Dostê min tim li jina xwe dixist, û çima ko min ew rexne dikir ew hiner anî serê min. Hin kes, belê gelek ji axaftina vala hez dikin, û hin jî tu karî ji bilî axaftina dipişt merov re nakin, îca xwedê tenê zane bê çend kes ji bo vê yekê ji min xeyidîne û nema silavê li min dikin, ana jî li her deverê şerê min dikin, ew kesên ko min ji wan re digot; eger hûn mêr in, rast dibêjin û derewan nakin biçin rû bi rû ji wî re bêjin, çima hûn ji min re dibêjin, serê min jê naêşe. Bi taybetî jinên nezan, ji radyo bêtir diaxivin, bêkarin diçin ba hev an jî telefona hev dikin û li ser her kesî diaxivin û gelek caran derew û bêbextiyan jî dikin. Ma bi serê we ketiye filankes xwe sunet kir an na, bêvankes simbêlê xwe kur kirin an na, yê din mîna homoyan şermok e yan na, kesî nasitirînin. Ji dû vê yekê gelek bi hev ketine û gelek nema silava xwedê li hev dikin, gelekan jinên xwe berdan û bûn laşfiroş. Mexabin derew, bêbextî û gelacî wek tavan belav dibin û gelek caran wek rastiyê tên pejirandin û encamên xerab didin. Berî sê mehan li ser daxwaza dostin xwe çûm ba wan bûm mêvan, ji min re gotin; zarokan jî bêrya te kirine, yabo ez çûm lê xwezî her du çavên min birjiyana, her du çengên min jê bibana, qatre û meqtûra di ser min re biçûna û ez neçûma ba wan. Yabo li rêzefilm di qûna rêzefilm de temaşe dikirin, mêr ji jinê bêtir û her duwan jî qûna xwe didan min û bi balkêşî li rêzefilmên ereban temaşe dikirin, eger topek biteqiya wan deng nedikirin, telefon dihat bersiv nedidan, zarokan dikirin çinvin deng nedibirin xwe. Berî ana zaroka wan a sê salî beroşa xwarina kelandî bi ser xwe de rijandibû û şewitîbû. Bi mehneya çûna destavê bê ko şîvê bixwim di derî re derketim û vegeriyam malê. Lê min li ser kaxezekê nivîsand û xist posta wan; hûn ne tenê nexweşî û aloziyên civaka ereb di xwe de kom dikin, belê hûn nezan, hov û kujerê zarokan in. Berî sê rojan min bihîst ko hevûdu berdane, ji ber jinê ji mêr xwestibû bibe wek yekî di rêzefilm de. Jixwe gelek zarok bê perwerde mezin dibin ji ber ko dema dê û bavan ji wan re tune. Zimanê wan jî çelqo melqo dibe, ji ber roj bi roj li şûna gotinên kurdî gotinên biyanî cih digrin. Di dawiya hefteya borî de mêvanên min ji Firansayê hatin, me li malê xwarin amade kir û em çûn ser avê, dostê min gelek gotinên erebî bikar tanîn, eger te bi erebî nizanîba te jê fam nedikir çi dibêje, piştî xwarinê min jê pirsî; gelo tirk, ereb û firs başin an kurd?, bê ko raweste got; kurd, min jî yekser û bê ko di encama bersiva xwe de biramim, min got; eger kurd hemû wek te bin, na wele ew ji me baştirin. Yabo yabooo min çi xwelî û pelûl bi ser serê xwe dakir min wisa got, min dostê xwe nedît biser jina xwe de qîriya û bi destên zarokên xwe girt û got; eger em ne wek te bana em nedihatin ba te, û ji wir vegeriyan firensayê. Berî demekê serokê partiyeke kurd ji welêt hat Holenda û semînerek da, min jî xwest biaxivim, dema dora axaftinê dan min, min got: berpirsyarê rêxistina partiya we li Elmanya diz, derewçîn û malxur e, eşkere ye, her kes dizane, û ji ber vê yekê kurd ji partiya we dûr dikevin û tevli çalakiyên partiyan nabin. Hîna gotina min di devê min debû du xortan êrîşî min kirin û yekî din li dujî axaftina min bi dengekî bilind bang kir; bijî kurdistan, wek ko min kurdayetî binpê kiribe. Li semînerek din min got; li şûna koletî û hestê serokê partiya xwe, hestê birayetî û netewî xurt bikin baştire, eger çêbiba wê ez daqurtandama. Ew çend nimûne bûn ji rexneyên min, lê hîna gelekên din hene, bila bimînin careke din, lê ya ko ez zanim min ji dû rexneyên wisa dost û heval neman. Kesek nema wan rexne bikim, îca ana li çare û şêweyekî din digerim ne ez berdewam bikim ne ez jî ji ava bîrê vexwim û serê xwe deynim. 08.08.08
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|