malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                           

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Qilçix

-----------------------------

Rojîn xwe erzan firot

 

Rojînê xweda miradê te neke, ta tu sax bî bi hisret û bext reş bijî, Rojînê ya te anî serê min xwedê neyne serê kesî. Tama devê te tim tahl be, qirka te bi qul be, rojek xweş di jiyana xwe de nebînî, roviyên te li hev bigerin û gepa xweş di qirka te de asê bibe, ta tu sax bî rojek xweş nebînî.

Mar gelekî xweşike, lê tije jahr e, diyare Rojîna dengbêj jî wisa ye..

Rojînê ji ber ana wek tirkekê li te dinêrin, îca tako karibim ezê xwe bi nifiran rihet bikim, çimkî tiştekî din ji min nayê. Rojînê te ew gotin ji xwe berda wey xwedê rihê te ji laşê te berde. Wey kemyonek bîst û heşt dolab di ser laşê te re here û bi mûçingê laşê te bi hev din, û kund li ser tirba te stranên bextreşiyê û xwe erzan firot bibêjin.

Rojînê tu bi qurbana bavê xwe bî, bavê tu wî dikî faşist bavê hemû kurdên baş e. Ax aaaaaaaaax ez çiqasî poşman im min ewqase dema xwe dida guhdarkirina stranên te. Min beroşa mastê mihan meyandibû, te hat û lingê xwe lê xist. Xwedê das û şûrê xwe li zimanê te yê lewitî xe. Xwedê te bi zimanê te ve daliqîne..

Min ji bo te jina xwe, diya zarokên xwe berda û zarok bê bav hiştin. Jina min digot; wek tu jê hez dikî tu ji min hez nakî, bi rastî min ji te hez dikir lê ana û piştî te bavê xwe û me kurdan kir faşist tu li ber çavên min bû wek marê reş û gumgumokan, jixwe mar û gumgumok ji te baştirin. Kes ji bo tirko bavê xwe dike faşist, de werin li vê ecêbê. Keçê porkurê ma te hişê xwe xwaribû te wisa got, zû poşmaniya xwe diyar bike, yana ta tu sax bî wê laneta milet û dê û bavê te li te bibare, û tê ji dinyê û axretê bêpar bimîne.

Min berî du şevan tu di xweda dît, min didît tu dibûyî Gumgumokeke mezin î reş û te zarokên kurdan dadiqurtandin. Jixwe tu ana boyî mîna gumgumok û dûpişkan, û ev ne besî te ye, tê nêzîk bibe çilameyrê, kêzik, quzgesk, kêzka gû, fisteq, mişk û tiştin din.

Tirkên çil melyon kurd tune dikin ne faşistin, zarokên kurdan dikujin ne faşistin, ermenî qelandin ne faşistin, tirkên dîroka reş û kujtinê ne faşistin, lê bavek zarokên xwe fêrî zimanê dayika wan dike dibe faşist, porkurêêê; ew çi mar di nava te de bû û me nizanîbû, te em hemû xapandin û bila di bîra te de be ko Tirk te wek hemû kurdan nezan û gundî dibînin û bi hemû hinguvê dinyê re tu li ber dilê wan şêrîn nabî, û tê her bimînî kurd. Lê gerek em kurd jî marên bi jahr derbasî nav zarokên xwe nekin.

Dêmek ez jî, li gor bîr û boçûnên te yî çewt, dê û bavên min jî faşistin, weyla tu bi qurbana hemû dê û bavên kurd be ên ko zarokên xwe fêrî kurdîya şêrîn kirin û dikin, tu wek biska qurbanê bi qurbana wan be, ez xwîna te di anya wan bidim, xwezî tu û yên wek te tune bana. Heyf û mexabin ko ew navê xweş li te ye, bila ji ana û bi şûn ve navê te Jojînê (ji Jojî)be.

Te bi erzanî xwe firot û spart tirkên xwînmij, lê bila tu zanibî ko buhayê te li ba tirko ne solek qetyayî û şûşakî valaye, jixwe ji ana û bi şûn ve li ba min jî buhayê te ne derziyek paporê û xefkek mişka ye.

Eger hemû bavên kurdan wek Ehmedê Kurd(bavê te yê te ew kir faşist) bana, ana zimanê kurdî li her deverê li ser zar û zimanê perwaneyan ba.

Tirko li te pîroz be, lê bila di bîr û bala te de be ko tu hemû zarokên kurdan daqurtînî jî tê di çavên tirko de bimînî gumgumok. Mane tirko dibêje; kurdê baş kurdê mirîye, de bi nikilan jiyana xwe bixwe ta tu bibî qaqil hey xwlî li serê.

Eger hemû kurdan wek helwesta te kiribana ana kurd nema bana, ana bibana tirk, ereb û ecem û miletek bi navê kurdan tune ba û te bi wê helwesta xwe hemû kurd tune kirin, de bila kurdên bi namûs jî te ji nav xwe biqewitînin, mane ji berê de gotine: kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe. Jixwe tu û yên wek te kurm in kuuuuuuuuuuuuuuuuurm.

20.08.2008

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com