malperaQado Şêrîn.Tako zindî me mirî me, lê ko mirim zindî me..                                           

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de dike.

 
    Gelek bi xêr hatin, ser sera û tishtin din...  

 

Qilçix

-----------------------------

Medya azad û ya serokan

 

 

- li gor guman û texmînên min KURD1 nikare azad û serbixwe be.

-kurd ji medya serok û partiyan gihane serê bêvlê.

- Medya azad rastiyê ji qula dûpişk, mişk û maran derdixîne û li ber miletan radixîne.

- Televizyonekê jî nikarîbû bibe ya hemû kurdan.

- Guman nakim hemû TV yên kurdan ji vekirina KURD1 razîbin.

Medya azad civakan pêş ve dibe, welatan serûbinî hev dike, rastiyê ji qula dûpişk, mişk û maran derdixîne û li ber miletan radixîne, miletan li rêjîmên diktator û ne demuqrat sor dike, şaşî û çewtiyan napejirîne. Bi giştî medya azad zar û ziman, hêvî û ramanên miletan e. Lê gelo medya azad ta ko belavokek be jî li nav me kurdan heye an na. Eger hebe çima bê bandor e, û eger tunebe sedem çi ne.

Berî ana û dema me nû çavên xwe li ser siyasetê vekirin, me guman dikir ko medya bi partî û rêxistinan ve ne girêdayî be naxwe azad û serbixwe ye, lê piştî demekê ji me ve diyar bû ko ew nerîn ne tim rastin, ji ber ew medya jî dikare ji bo berjewendiyên xwe ne azad û ne jî serbixwe be û eynî rola medya rêxistin û partiyan bilîze. Jixwe medya girêdayî bi rêxistin û rêjîman ve bêtir metirsiyê tîne û civakê li ser riya dikatatorî û şikestinan dideyne. Partiyên me kurdan jî medya xwe mîna rêjîmên ne demuqrat ji bo berjewendî û serokên xwe bikar tînin. Her yek bi şêweyê xwe û li ser bîr û boçûnên xwe milet perwerde dike û berê wî didin sistema yek partî û yek reng, yek serok û asmanekî bi yek stêrikê.

Eger medya azad tunebe civak bi pêş ve naçe, îca li ba me kurdan jî ji ber ko ta ana medya azad peyda nebûye, em ber bi pêşerojek nediyar ve diçin, pêşerojek tije têkçûn û şikestin. Rewşa ana jî ji ya par ne baştire. Eger medya azad tunebe welat rêzgar nabin. Û eger çend malper di bin sîwana medya azad de xwe geş dibînin, lê ew jî li ber bayê berjewendiyên xwe diçin. Jixwe televizyonên ko hene jî yên partiyan e, bi berjewendiyên xwe û bi serokên xwe ve mijûlin û nexema wan e kurd li ber hêza medya û çanda dujminan çûn û winda bûn an na. Min çiqase kurd dîne ji Tv yên kurdan ne razîne û rojê saetekê li wan temaşe nakin. Pirsgirêk gelekin, wek nimûne: zar û zarav, bername bi zimanên serdestan, siyaset ta bi hestî, nûçeyên serokan, bernameyên ne balkêş, ne nûkirin û guhertina bernameyan, dekorên kirêt û gelek tiştên din. Mixabin wek ko kurd li televizyonên serdestan temaşe dikin li yên kurdan temaşe nakin, ji ber kurdan hewl nedane bernameyên balkêş çêkin, hewl nedane zaraveyan nêzîkî hev bikin. De bila serê serokan sax be, her tiştên din hêçe. Dujmin jî bi zanebûn kurdan dikşîne ber Tv yên xwe. Dema kurd ji TV yên kurdan ditengirin diçin ber ên dujminan

Dema civak li ser yek nerîn û yek sistemê perwerde dibe, ber bi şikestin û têkçûnan ve diçe, bêhtirê caran ber bi diktatoriyê ve diçe, ber bi çanda ne guhdarkirinê, ne pejirandin û ne hezkirinê ve diçe. Nimûne jî gelek in, eger em welatan wek nimûne bi nav bikin; Iraq di dema Sedam de, Sûriye û Libya, lê eger merov partiyan bi nav bike, di nav me kurdan de jî ev piroje dimeşe û di medya partiyan de tê meşandin. Serokên partiyan wek serokên ereban ta û ta dimînin û koletî ji wan re tê kirin, gotina wan nabe didu, û her tişt li ser navê wan tapo dibe, ta bi zarokên endaman bi navê serokan bi nav dibin. Medya wan jî ne demuqrat e, eger ne wisa be kî dikare di belavokek wan de rexneyê li wan bike, di TV yên wan de jî wan rexne bike, Kî dikare bêje; siya serok xwar e.

Bi giştî medya partiyan; berjewendî û serokan diparêzin, û li ser çanda tim wek min e, tim ez rastim, tenê em ê Kurdistanê rêzgar bikin têne perwerdekirin û ji ber vê yekê ta ana medya azad di nav me kurdan de peyda nebûye û Tv yekê nikarîbû bibe ya hemû kurdan.

Li derveyî medya partî û serokan, hin caran malper, rojname û kovar in serbixwe  derdikevin holê, ew jî cihê kêfxweşiyê ne, lê du roj naçin qaşo medya serbixwe û azad in em dibînin ko li ser aliyekî tên jimartin û ji medya partiyan bêhtir berjewendiyên xwe û hin aliyan diparêzin. Eger merov rojane vî celebê medya bişopîne merov dê bibîne ko hemû ketine bezîn û pêşbirka pesindarî û weşana nûçeyên kelivajî di derbarê serok û berpirsyarên cihê biryar û cîgiran, jixwe mebest li vir başûrê welêt e. Hin malper nûçeyên kelivajî di derbarê serok û berpirsyarên başûr de belav dikin, dako xwe nêzikî wan bikin, yaho serê me ji wan nûçeyan naêşe û sûd jî jê nayê girtin, ji wan weyê ko bi wan nûçeyan bêhtir dê xwe nêzîkî wan bikin, di dema ko ew xwe bi wan şayîk dikin bi mebesta qezenckirina çend dolaran e. Ana jî bûne du beş, beşê li duj bakur û yê biser başûr ve, wey li wî yê ko bêtir li ser aliyê din nûçeyên reş binivisîne. Bi giştî hemû roleke têkçûyî diber berjewendiyên kesane de dilîzin. Hin nimûne ji nûçeyên malperên di pêşbirka şayîkkirinê de ;

-sê roj in ji ber êşa diranan serok diyar nebûye.

-vê sibehê saet 11 serok li gel mêvanên xwe çû nav rezan û şebeş xwarin.

-serok pêşwaziya axayê êla dêwa kir. Û rojbûyîna kurê muxtarê Nehroz pîroz kir.

-ji ber nebûna demê, vê sibehê serok qehwe venexwar.

-serok çavên xwe kil kirin, li herêma Dasayan gelekan wek wî kirin.

Hin xwedî û berpirsên malperinan ji yên qaşo xwe azad û serbixwe didîtin, çûn başûr û demekê ji dewla wan av vexwarin, û ji tenûra wan nan xwarin, lê piştî şerît qetiya û dewla avê ma di binê bîrê de û av li ser wan qut bû û nan jî şewitî vegeriyan koxa xwe û helwesta xwe wek çermê gumgumokê guhertin. Û ana jî xwe xwediyên medya azad dibînin. jinên wan jî zanin ko mîna gumgumokê durûyî û helwestfiroş in.

Ka ew medya azad ko merov bikaribe bîr û boçûnên azad têde belav bike. Gelek nivîs û hevpeyivînên min î radyo û tv yan ketine ber kurkirinê. Gelo kî ji me dikare xwedî û berpirsên malperekê, tv, kovar û belavokekê rexne bike û di eynî wê de biweşîne, jixwe em Tv yan bi nav nakin. Hemû Tv yên partiyan e, helbet dê ne weke dezgehek serbixwe demuqrat bin û dê derfetan nedin nerîn û rexneyên cuda. Roja televizyona KURD1 di testê de vebû, em ji kêfan bê bask firiyan, û me dilê xwe pê xweş kir, me got vaye TV ya ko me dixwest vebû. TV yek azad û serbixwe û ne ya serokan, û nûçeya pêşî dê ne kelivajî û ne li ser serokan be, lê kurdan ji berê de gotine; giya di bin keviran de namîne. Ev bêtirî 10 mehan e di têstê de ye, li gor guman û texmînên min dê KURD1 jî ne serbixwe û azad be, ji ber sê sedeman; 1-çimkî xwedî û berpirsên wê kurd in, û kurd nikarin azad û bê alî bin. 2-Kendal Nezanê ko her ji du rojan li başûrê kurdistanê ye, dê derfetê nede kesekî ko serok û berpirsên başûr rexne bikin, dibe ko başûrî wê finanse jî dikin. 3-Şivan ê li duj PKK û ji darê ketî, û dostaniya teqlomeqlo bi başûr e dê derfetan nede wan ko bîr û boçûnên xwe bibêjin. Kurd1 dê derfetê nede rexne û eşkerekirina rastiyan dako vî alî û wî alî bera hev nedin, dako herdu alî bihev nekevin, jixwe KURD1 hîna nebûye dîk bang dide, hîna di têstê deye ew û ROJtv bihev ketin( http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=1868 ). Heçê KURD1 fînanse bike ew dê bilind û xwedî biryar û gotin be.

Di vê nûçeyê de( http://www.netkurd.org/nuce_bixwine.asp?id=13442 )nerîna min piştrast dibe, hin ROJtv diyar dike ko ew naxwaze televizyonek serbixwe û azad vebe û hin jî ji nûçeyê diyare ko KURD1 alîkariya aborî ji başûr girtiye û ev yek dê bibe sedema ne azadbûna KURD1. Her wisa hemû TV yên partiyan naxwazin TV yên azad û serbixwe vebin.

Baweriya medya rêxistin û partiyan, her wisa ya endam û piştgirên rêxistin û partiyan bi medya azad û serbixwe tune. Li gor bîr û boçûnên wan ew medya kîn û dujîtiyê dike, tim tawanbar û xwefiroş e. Eger agahdariyek û rexneyek li ser wan belavkir tê dadgehkirin. Nimûne; ( http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=2260 ), divê nûçeyê de Azadiya Welat piştgiriya ROJtv li dujî KURD1 dike û wê bi diziyê tawanbar dike. Azadiya Welat diser ROJtv re tê, ma xwîn dibe av. Guman nakim hemû TV yên kurdan ji vekirina KURD1 razîbin.

Bi saloxan deh meh in KURD1 di têstê de ye û kes tune wê finanse bike, eger raste Şivan berî çend salan dixwest Tv yekê ji kurdan re bi pereyên kurdan veke, bila wan pereyên ko dan hev bide KURD1. Gumanek din jî heye ko ew e; PDK dê KURD1 finanse bike, eger ev guman rastbe, kes nema dikare bi rexneyan nêzîkî başûr bi giştî bibe, ma dê PDK bihêle rexne li YNK bibin, guman nakim. Eger gumana ko Firansa yan jî Yekîtiya Europa finanse bike rast be, em dê bikevin qonaxeke nû, qonaxa xwenûkirinê, xweguhertinê, û eşkerekirin û ronîkirina bûyer û helwesta di bin keviran de. Kurd dê bibin du beş, beşek li duj(mîna TV yên partiyan) û beşê piştgir ji xelkên serbixwe û partiyên bê Tv.

Ji bo miletekî wek miletê kurd, ko hîn bê welat e û dujminê wî bi riya medya dikin pişta wî bişkînin, komîtek hevbeş ji nûnerên hemû Tv yên kurdî bê damezirandin, dako li gel hev hest û berjewendiyên netewî biparêzin, û milet ber bi hezkirin û biratiyê ve bibin, û yekîtiya biratî û netewî piştî perçebûnên partiyan biparêzin. Bernameyên balkêş çêkin, komîtên lêkolîn û nirxandinan damezirînin û her tiştê di berjewendiya kurdayetiyê de biweşînin. Ji bo medya nivîskî jî dikare ev yek bibe. Malperek, kovarek, rojnameyek û tenê televizyonek boyî kurdan nebesin, li hemberî medya serdestan kurd hewcedarî ragihandinek fireh û xurt û azad in. Eger raste hemû ne ji bo serok û berjewendiyên partiyan dikin, bila ji bo parastina berjewendiyên kurdîniyê bixebitin û hemû alîkarên hev bin, li duj hev dernekevin.

22- 09-2008

 

   

 

 

     
 

 

Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com
qadoserin@hotmail.com
qadoserin@qadoserin.com