|
|
|
Qilçix ----------------------------- Fitwa kurdayetiyê Fitû; qedexe, yan jî erêkirina ko ji hêla zana û alimên misulman ên mezin derdiçe, dako li gor misulmantiyê jiyana merovan bê rêxistin û pirsgirêk çareser bibin. Di dema dawî de gelek fitû derçûn, ji misulmanan bi giştî û ji ereban bi taybetî, hema kî rabû fitwek derxist, gelek tiştan qedexe û gelekan jî erê dikin, gelek caran jî yên ko fitwan derdixînin bi hev dikevin û hevdû dikin deyûz û derewçîn. Hema çi di berjewendiya wan de be fitwê jêre dibînin. Hin nimûne ji fitwên wan ên îsal;
-kujtina Mîkî Maws
erkek misulmantiye.
-vexwarina mîza
deveyan hilal e.
-nabe jin xiyar û
mozan bikirin, eger hat û kirîn cezayê wan guh û pozjêkirine.
-zewaca bi keça 9
salî re û di dûv re bi ya yeksalî re çê dibe, çimkî ev yek dê mêran
bextewar bike.
-dako jin bikaribe
di eynî odeyê de bi mêran re kar bike, divê jin di roja pêşî de çiçkên
xwe bixe devên wan û ew ji şîrê wê vexwin. Jina ko wisa neke qehpe û
cezayê jina qehp di misulmantiyê de naskirîye.
-pereyên sosyalê li
misulmanan hilal in, çimkî malê gawiran hemû yê misulmanaye.
Ev çend nimûne bûn
ji fitwên îsal. Her Şêxek, alimek, rêberek ereb û misulman rabûye û ji
bo berjewendiya civak û dewleta xwe fitwan derdixîne, hema çi di
berjewendiya serdest û rêjîman debe fitwê jêre dibînin. Li dawî her tişt
ji bo wan rewaye, lê ji kurdan re qedexeye, eger pêxemberekî kurd rabe û
fitwekê derxîne dê baweriyê pê neynin û wî bikin deyûz û nokerê Israîl û
Emerîka, îca min ev bar avêt ser milê xwe û fitwa gelek pirsgirêkan
derxist, çi dibe bila bibe, bila min bikin deyûz û tiştin din. Bi hêviya
ko hemû kurd bi fitwên min bikin:
-merovê kurdekî/ê bi
maf an bê maf bikuje bihuştê bi çavên serê xwe nabîne.
-kurdên bi tirkî û
erebî û farisî biaxivin û bi taybetî bi zarokên xwe re, ne kurd in, her
wisa bê şeref û bênamûs in.
-kurdên xwe ji
kurdîtiyê bêrî bikin bêtuxm in. Cihê wan ne li erd ne jî li asman tune.
-kurdên ji
firoşgehên tirk û ereb û eceman bikirin kurdîtiya wan qels e û aboriya
serdestan xurt û bilind dikin. Cezayê wan poşmanî û jahra silêmanîye.
-kurdê bi zimanê
serdestan binivîse alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de
dike.
-kurdê bi kurdekî
din re bi zimanê serdestan biaxive xiniz û bêtuxm e.
-jina kurd divê bi
dujminan re nezewice, çimkî kurda ji dujminan mêr bike, dikare mîna
laşfirosan jî kar bike.
-kurdê wêneyê
Etaturk dalqîne, bi tirkî biaxive, bi zarokên xwe re bi tirkî biaxive û
navên tirkî li zarokan bike, dibe hevparê dîroka tirkan a reş û tarî.
-kurdê li dujî
berjewendiya gelê xwe derkeve û di partiyên dujminan de kar bike,
kurdekî xayîn û xwefiroş e.
-kurdê xêr û xweşiyê
ji birayê xwe yê kurd re nexwaze, bihuştê bi çavên serê xwe nabîne.
-kurdê li jina xwe
xîne, wê bikuje, zulmê lê bike, cihê wî dojeh e û dilê wî tim çelqo
melqo ye.
-kurdê karibe xwe
fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bike û neke, û bi zimanê serdestan re
bijî, xwefiroş û nebûna wî baştire.
-kurdê bi qestî yan
bê qestî gotinên zimanên serdestan bixe nav axaftina xwe û bi kurdiya
petî neaxive, zimanê miletekî têk dibe û tune dike, helwesta wan nekêmî
ya tirkan e. Cezayê wan qewitandina ji dinyayê ye.
-kurdê koletiyê ji
serokê partî û ne partiya xwe re bike, ji diktatoran hez dike û ne
azadîxwaz û ne jî demuqrat e. Her wisa serokê ko kurdan parçe bike,
kurdan fêrî hezkirina xwe û dujminan bike, tim bêje wek min raste;
kurdistanê di kesayetiya xwe de qambostî dike, dictator e û cezayê wî
gelek giran e.
-kurdê aştî û
biratiya kurd û ereb, kurd û tirk, kurd û firsan bixwaze, dujminan dike
xwedî û hevparê kurdistanê, cezayê wan laneta dîrok û berebabên bên li
xwe dibarîne.
-………………….
Dako barê we giran
nekim, ta sala bê nema fitwan didim, tenê ko li we teng hat ez birayê we
me, xwe bavêjin derya fitwên min û îşê we jê nebe…û hûn sax. |
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|