|
|
|
Qilçix -----------------------------
Soranîperestekan û sunetkirina
jinan Nijadperestên hemû miletan hene û berjewendiyên welat û miletên xwe diparêzin, lê mexabin Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan tenê soranîaxêvan li dujî kurdmancaxêvan diparêzin û milet û dozamezin perçe dikin û ev xiyanetek mezine. Ji zû ve, ji dema Mîr C. Bedirxan ve arê nijadperestiya wan ilor e û yekîtiya milet û nêzîkkirina zaraveyan disoje. Mihsin Cuwamêr mîna Hedla qereçî derîyek nema û lê neda û soranîperistiya xwe diyar nekir, diyare ana çûye Bexdê û ji şûnmayên SEDAM daxwaz û hêvî dike ko mîna SEDAM zaravê soranî vegerînin dema zêrînî. Mihsin Cuwamêr ê ko nava wî li ser soranîaxêvan diqiçqiçe berî demekê xwe ji kurdîtiyê bêrî kiribû, piştî ku berpirsyarên kurdistanê û li ser serê wan kak M. Barzanî guh nedan nijadperestiya wî. Yan dê nijadperestiya wî wek piroje biserkeve yan nema kurd e, jixwe ko yên wek te ne kurd bana ana rewşa me baştir ba. Ma Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan nizanin ko pirojeya wan a Tirkan e jî, Tirk jî ji zû ve (gelo çima?)mîna Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan dixwazin kurdmancî li dunyê nemîne, dêmek Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan piroje û pilanên tirkên faşist dimeşînin, dibe ko bi mûçeyekî baş be…tiştekî belaş nîne. Her wisa pirojeya SEDAM bû jî. Eger desthilatdariya kurdistanê û em nabêjin a Bexdayê di destê soranîperestekî mîna Mihsin Cuwamêr deba, ma dê çi anîba serê me kurdmancaxêvan û çi nanîba serê me, gelo kurdmancaxêvan wê xwe di kîjan qulê de veşartana, ma wê M.C tenê wek SEDAM kiriba. SEDAM kurd hemû dan ber çekên kîmawî û negot ev soraye û yê din bahdînaye, lê diyare Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan dê wisa û bêtir kiribana. Diyare Mihsin Cuwamêr û 52 nivîskarên soranîperest ne li cîhana me dijîn û perwerdeya SEDAM ne tenê mejiyê wan kirimandiye, lê ta bi hestiyê wan xwariye, ma nabînin li welatekî mîna Belcîka û Swîsra çend zimanên fermî hene û perwerde bi wan dibe, îca li Kurdistanê du zarav in, û zarav zimanan dewlemend dikin, lê nijadperestên me soran wê jî napejirînin û nahêlin her du zarav bi hev re bijîn û nêzîkî hev bibin. Ev dujminên gelê xwe ne. Şikestin û têkçûnên dîrokê hemû bi destên kesên wisa bûne, û gerek em xwe ji wan biparêzin. Eger Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan xwe ji bo rawestandina kujtin û sunetkirina jinan li Silêmaniyê terxan bikin, gelo wê ne baştirbe?, dibe ko gelek jin bi destên wan jî hatibin kujtin û sunetkirin, guman xurt e ko destên wan di kujtin û sunetkirina jinan de heye, ji ber ko dema jinên soran an jî jinên malbata Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan dixwazin bi kurdekî kurdmancaxêvan re bizewicin bi destê Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan an bi şîret û erêkirina wan tên kujtin. Eger ne ji van soranîperestan ba ana alfabeya kurdî yek ba û zarav nêzîkî hev bibana û hemû kurdan dê ji hev fambikirna, dê pirsgirêkên ziman çareser bibana. Ji dema nemir Mîr C. Bedirxan ve soranîperestî berdewam e û nijadperestên wê demê nehiştîn alfabeya kurdî bi yek be, ta ana jî bi Mihsin Cuwamêr û girûpa 52 soranîperestan berdewam e. Ji berê de gotine: kurmê darê ne ji darê be dar kurmî nabe. Dema têkçûn û şikestina dawî nêzîk dibe, çimkî qaşo nivîskar in, rewşenbîr û helbestvan in û li dujî berjewendî û yekkirina gelê xwe derdikevin, jixwe ji nav hemû soranîperestan Şêrgo Bêkes ez ji darkê xistim, ez lê behetî û matmayî dimînim, ev çi jahr, û çi nijadperestî di nava qaşo wî helbestvanî deye. Helbestvanên xelkê ji merovantiyê re dikin, mexabin ên me ji êla xwe re dikin. Kesên wisa nehiştine Kurdistan rêzgar bibe, tim û tim astengî derxistine û xiyanet kirne, nehiştine kurdên baş biserkevin. Eger ne ji kesên wisa ba dê kurd yek û li hev bana, wê çaxê zora kurdan nediçû û ana xwedî welat bana. 30/09/2008
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|