|
|
|
Qilçix -----------------------------
Min diya xwe bê ziman dît!!
Berî mirinekê min diya xwe dît, de îca çi dibe bila bibe, bila ez bi
bapêşa berazan bimrim. Ta bi kêlîka me hevûdu têde hembêz jî kir, min
bawer nedikir wê bibînim û biçim dest û rûyên wê. Tim di nava min de
mijûliya koçkirina dawî hebû, tim min ji xwe re digot; ez an ew ê bimre
û emê hev nebînin. Mirin mêvana bê soz e, wek telefona destaye, li kur
be bê şerm dikare lê bide.
Min diya ko ji çardeh salan de nedîbû, bê ziman li rawestgeha
tirênan a Osnabrück (Elmanya) dît, û li ser baskên çavan ew ber bi
Holenda ve bir. Me Adaro yê ko nû fêrî peyvên mîna pênûs, mase û spas
bibû, bi xwe re nebirbû, diya min gelekî pirsa wî dikir û digot çima we
ew jî bi xwe re neanî. Jixwe diya min ji bo dîtina wî hatibû van welatên
sarogermo.
Rojên destpêkê diya min û Adaro ne gelekî dost bûn, lê di dûvre Adaro yê
du salî ji bo dîtina wê ji xewê şiyar dibû û ji jor mîna çûkekî qefilî
xwe diavêt odeya wê, eger diya min razayîba li ber deriyê odeya wê
dirawestiya ta ko şiyar dibû û ta êvarê bi hev şa dibûn û dilîstin. Ji
diya min fêrî gelek lîskên zarokan ên berê bû, her wisa fêrî gelek
gotinên şaş jî bû, zarok ecêbin, me bi zor û heft belan ew fêrî gotina
pênûs kir, dema diya min got ‘’qelem’’ yekser wî jî got ‘’qelem’’, min
xwe kir bi qurbana diya xwe dako bêje ‘’pênûs’’ digot: wele yabo ez wilo
elimîme. Diya min ji civak û derûdora xwe fêrî wan gotinan
bibû, çimkî ew tevli civaka ereb nebûye û ji wan hez jî nake. Berê
kurdiya diya min bi gelekî ji ana baştir bû. Berê kurdayetî jî ji ana
baştirbû, ana xerabxwaz ji başan bêtir dikin dako xwe berz bikin û her
tiştî wêran bikin.
Me bi zor û heft belan Adaro yê du salî fêrî gotina ‘’pênûs’’ û tiştin
din kiribû, diya min hat û ew gotina nazik bi ‘’qelem’’ guhert û ket
devê Adaro, ana îca em dikin û nakin ko em karibin gotina ‘’pênûs’’
vegerînin ser zimanê wî yê biçûk em nikarin.
Min tim ji diya xwe re digot û ew agahdar dikir ko, wê baştire be eger
gotinên kurdî li şûna yên erebî bikar bîne, wê digot: em wisa fêr bûne,
li gel ko berê ne wisa bû. Berê me ji şûşeyan re nedigot’’qenîne’’, me
ji masê re nedigot ‘’tawle’’, me ji çêlekê re nedigot’’beqere’’. Ana
gelek gelek gotinên erebî ketine nav ziman û axaftina bi kurdî, û bê
şerm tên bi kar anîn. Mexabin carinan ko bi kurdiya petî û paqij bi
hinan re diaxivim bi min dikenin, wek ko ne zimanê wan be, wek ko şerm
be.
Mexabin diya min gelek peyv û gotinên erebî li şûna yên kurdî bikartanî,
bê guman ne ew tenê wisa diaxive, min jî gelek caran axaftina wê dibirî
û gotina kurdî dianî bîra wê, lê her wek xwe dikir, ne ji qest û mebesta
şikestina ziman wisa diaxivî, diyarbû civaka salên dawî bandora xwe li
diya min jî kirbû. Jixwe siyasetvanên me ziman lewitandine, merov ji ber
axaftina wan a bi kurdî şerm dike, lê diyare ew şerm nakin.
Eger sedemên şêrînkirina ziman peyda bûn, mîna tv, civak, çalakî û
partiyan. Partî dikarin ziman bi merov şêrîn bikin, eger serok û rêberên
wan bi kurdiya ne wek ya diya min axivîn û şerm ji wî kesê bi kurdiya
qels biaxive re dîtin, belavokên xwe bi kurdî ne bi erebî derxînin, êdî
kes nema gotinên erebî dixe nav kurdiya şêrîn. Civaka nezan a ko şerm
neke zimanê nezanan diafirîne. Eger hestê netewî bilind be, asta ziman
jî bilind e.
Îca dema diya min gotinên erebî di nav kurdiya şêrîn de bikar dianî, bi
vê yekê wê agir bera nava min dida, min ji xwe re digot: diya min bê
zimane.
Ziman nasname û pasport, hebûn û giyanê miletan e, eger zimanê miletekî
têkçû ew milet nema milet e, ne hêjayî jiyanê ye. Ew milet sersar e, û
girîngiyê nade tiştekî û bila xwe nexîne rêza miletan. Milet bê zimanekî
taybet nînin. Ji erkên netewîye ko her nijadek zimanê xwe biparêze.
22.04.2009 |
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|