|
|
|
Qilçix -----------------------------
Enistûta Broksel û êla Ferho
Dema pere, çi Euro çi jî Dolar, bibin bîr û boçûnên merov, bizanibin
exlaq bi wî merovî re nemaye.
Ferieda Brepoels, endama parlementoya yekîtiya Europa ye, ji partiya
Nieuw-Vlaamse Alliantie(N-VA) ango hevbendiya nû ya Vlamsan
a Belcîkî ye, ev xatûn bû sedema nivîsandina vê nivîsê. Wê di pêşwaziya
nûnerên kurdan de gilî û gazin ji brêz Derwêşê Ferho kirbû.
Di 05-10-2009an de, li Broksel, li ber deryê parlementoya Yekîtiya
Europa xwepêşandaneke kurdên rojava li dujî serjimara awarte ya ko di
sala 1962an de bi hezaran kurdên rojava bê nasname hiştibû, lidarket.
Mexabin kesek ji Enistûtê ne amade bû.
Dema nûnerên bi sed hezaran kurdên bê nasname û xwepêşandanan çûn ko bi
nûnerê parlemantoyê Europa re biaxivin û xwestekên xwe û wan bighînin
parlementoya Y. E. dema xanim Ferieda Brepoels ji wan re dibêje: mexabin
Derwêşê Ferho agahdariyan li ser kurdên rojava nade me, wê gotibû ko bi
berdewamî pêdiviya me bi wan agahdariyan heye. Mexabin D. Ferho wê jî
nake. Li gel ko ji erkên wî yên netewî û merovantî û karmendîye ko wan
agahdariyan bighîne ber destên parlementeran.
Dema ko nûneran rewş û zulma li ser kurdên rojava ji xanim Ferieda
Brepoels re şirove dikirin, wê gotibû ko mexabin ew nizane û agahdarî li
ba wê tunene ko ewqase zulm û zordarî li wan dibe. Eger D. Ferho rojekê
li Qamişlo mîna kurdekî rojava bijiya yan ko ciwanekî 22 salî ji malbata
wî bi şêweyekî hovane û nenas di leşkeriya Sûriyê de bihata kuştin, bê
guman dê gelek agahdarî bidana Parlementoya Europî. Ma çima dema dê û
bavê wî di 2006an de bi destên hêzên tarî li Tirkiyê(wek wî anîbû ziman,
lê li gor agahdariyên veşartî di xirecira kînkişandina êlitî de bi
destên gundiyên xwe hatibûn kuştin) hatin kuştin Belcîka bi agahdariyan
serûbinî hev kir. Bi saloxan xelat û semîner bi navê wan çêkir.
De îca kî dibe sedema ko agahdariyên wê xanimê li ser kurdên rojava tune
bin?. Çar sal in ko yekîtiya Europa ji ber binpêkirina mafê merovan
têkiliyên xwe bi rêjîma Sûriyê re rawestandibûn, ana ew têkilê dîsa germ
dibin, ji ber agahdarî bi berdewamî û ji dezgeheke fermî nagihên Europa,
ji ber agahdarî di derbarê zulm û sitema ko li kurdan dibe û mafê
merovan naçin ji wan re.
Dezgeheke fermî qaşo a me hemû kurdan li paytexta Europa Broksel e, ew
jî Enistûta kurdîye, yek ji erkên wê yên netewî ew e ko agahdariyan li
ser her çar parçeyên kurdistanê bighîne ber destên endamên parlementoya
Europa, her wisa yek ji erkên xebata Enistûtê ye. Lê mexabin diyare
serokê wê Enustût kiriye ya êla xwe, û êlan tucaran ji netewa kurd re
tiştek nekirine.
Hinan ji xwepêşandanan ji min re gotin ko D. Ferho keça birayê xwe
Bêrîvan li şûna xwe daniye û ew mûçeyê mehane jî ji Belcîkiyan digre û
ew bi bazirganiya qutîk û xirecirek din ve mijûle. Dema wisa ji min re
hat gotin, nizanim çima Hafiz Esed û Sedam hatin bîra min, du merovan di
cîhanê de wek her duwan ji malbata xwe re nekirin.
Eger kurdiya paqij wisa be, kurdên xerab tunene. Û hema kî dibe serokê
enistûtên kurdî li Europa, ta bi mirinê mîna serokên Ereban nema
berdidin û ne tên guhertin û ne jî avêtin, gelo çîrok çiye?, de bila ji
hemû kurdan re bikin, bila tircal bibin serok, me çi jê ye.
Dema hêja D. Ferho merovên xwe, û ji êla xwe di Enistûtê de bi cih dike
û kurdên din diqewitîne, gelo tê çi wateyê?, bi gumana min yek wate tenê
jêre heye, ew jî ev e: di nav kurdan de kes ji merovên êla wî baştir,
welatperwertir, paqijtir, çalaktir, bawermendtir, kurdtir û ….tirtir
tune, tako wan di komîta birêvebir a Enistûtê de datîne.
Min ji bo vê nivîsê malpera
Enistûtê(bitikîn)
pencer bi pencer şopand(bi her çar zimanan), dako hin agahdariyan bi
destxînim, di beşê zimanê
Holendî(bitikîn)
de rastî dîroka Enistûtê hatim(di beşê kurdî de tune). Her wisa di
hevpeyivîna ko Rojnameya
RUDAW(bitikîn)
di hejmara 14an de bi hêja Derwêş Ferho re kiriye, dîroka Enistûtê wisa
hatiye ziman, D. Ferho dibêje: ”Enstîtûya
Kurdî ya Brukselê rêxistineke civakî û çandî ye. Ew ne girêdayî tu
partiyeke siyasî ye. Di Cotmeha sala 1978’an de, bi navê Têkoşer -
Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîka û paşê di Gulana 1989’an
de, bi navê Enstîtûya Kurdî ya Brukselê ava bûye û ji aliyê wezaretên
çandê ya Frensizî (Herêma Civaka Frensiz li Belçîka) Flamanî (Herêma
Flaman li Belçîka) di nava çarçewa "perwerdekirina gelemperî ya daîmî"
de, bi awayekî fermî hatiye pejirandin û alîkariya maddî destine”.
Di malpera Enistûtê de jî wisa hatiye nivîsandin; “Di
salên 1978 -1982an de kurdên ko ji herêmên curbecur ên Kurdistanê
ko tenê li Belcîka bi cih bibûn ji xwe re dezgehek bi navê
Têkoşer damezirandin, Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd . Di sala
1989an de navê wê tê guhertin û dibe Enistûta kurdî li Broksel”.
Di dûvre di malperê de tê nivîsandin bê çilo bi riya wezîrê Belcîkî dibe
dezgehek fermî kulturî ji bo kurdan..hwd. lê ya ko bala min di dîroka
damezirandina Enistûtê de kişand du xaleyên girîng bûn, yek jê çima navê
Perwîn keça Qedrî Cemîl Paşa tune bû. Beşek ji pirsa RUDAW wisa bû;
kî ava kiriye?,
dîsa navê Perwîn
ya ko seroka her tiştî bû nayne ziman, tako di sala 1994an(di
hevpeyivînê de di 1996an de) D. Ferho hat û bi
şêweyekî ne demuqrat Perwîn diqewitîne dako cihê wê bigre, xaleya din
çilo û bi çi şêweyî D. Ferho dibe serokê Enistûtê û gelek ji meriv û ji
êla xwe di Enistûtê de bi cih dike, mîna: keça birayê xwe Bêrîvan (keça
Medenî), û Mêhdî Aldur. Ji bo nivîsandina vê nivîsê, min çend caran
malpera Enistûtê vekir û pencer bi pencer vekir û şopand, mexabin
tuştekî balkêş min nedît(mîna hemû malperên kurdan e), ji bilî pencera
Nivîskar, eger tu bitikînî tê jînenîgariya Medenî Ferho bibînî. Ew jî
birayê D. Ferho ye. Çima navên kesên ko Enistûtê birêve dibin tunene?
Bi gumana min gelek agahdariyên şaş di hevpeyivînê de hene, gelek caran
mîna ko ji pirsan bireve û bersivan bi giştî dide. Pirsek wisa tê kirin;
Têkiliyên we bi partî û saziyên Kurd re çawa ye?,
“Têkiliyên
me bi hemû partî û saziyên Kurd re li ser esasê wekheviyê hene. Wek ku
min berê jî gotibû, em rêxistineke Kurdî ne û Kurdistanî ne.
Peywendiyên me li ser van esasan bi hemûyan re hene. Em bi gişan re
danasîna pirsa Kurd bi hemû aliyên xwe ve hatiye birêvebirin. Wek siyasî,
çandî, nivîsa Kurdî, muzîk û folklor”.
Eger merov du rojan biçe Belcîka û di nav kurdan de lêkolîn bike, merov
dê berevajî bersiva serokê Enistûtê bibîne. Bersiveke din wisa hatiye
dan;
Hêdî hêdî Kurd jî dest bi
bazirganiyê dikin. Heta niha vê yekê jî baş didomînin. Ji ber vê
yekê manşêta hevpeyivîna RUDAWê wisa hatiye nivîsandin
”Kurdên li Belçîkayê dest bi
bazirganiyê dikin”. Bi
gumana min manşêta hevpeyivînê agahdariya herî raste di hevpeyivînê de û
dibe ko Teblîs beşek jê be.
Eger ez li şûna birêz Derwêşê Ferho bûma min ê ji her çar perçeyên
Kurdistanê merovên baş hilbijartina û bikirna karmendên Enistûtê, dako
kesekî negota Derwêşê Ferho ne ji bo kurdayetiyê dike, belê ji malbat û
êla xwe re dike. Çimkî merov dikare wê dezgehê bi xurtî ji bo
berjewendiyên tevaya gelê kurd re bikar bîne, û ne tenê ji bo bazirganî
û partiyekê.
Min ta kêlîka nivîsandina vê nivîsê, carekê nûçeyên li ser çalakiyên
Enistûta Broksel xwendine, ew jî sala par bû(2008), li gel ko rojane
malper û rojnameyên kurdan dişopînim, û ji bo li Broksel, li ber deryê
parlementoya Europî xwepêşandaneke kurdên rojava li dujî serjimara
awarte ya ko di sala 1962an de bi hezaran kurdên rojava bê nasname
hiştibû, lidarket. Mexabin endamek ji Enistûtê amade nebibû, îca çilo
Enistût dezgeheke Kurdistanîye wek ko di hevpeyivîna RUDAWê de hatiye,
nizanim.
Hin pirs:
1-Di xwepêşandana pêncê mehê de, hinan ji min re gotin: eger te nivîsek
wisa nivîsand, xaleyek girîng heye gerek tu bînî ziman, ew jî alîkariya
ko ji firotina cilan hate danhev û gerek ji bo kurdên başûr ên penaberên
sala 1991ê re bihatana şandin, li kur man, gelo gihan an na?.
2- Çima hin nişteciyên Brokselê newêrîbûn tiştekî li ser Enistûtê bêjin?.
3- Eger paşnavê hemiyan ne Ferho be, çima navê serok û navên komîta
birêvebir û endamên Enistûtê di malpera Enistûtê de tunene, ?.
Li dawî, gelo hemû Enistûtên kurdan li Europa bi erkên xwe radibin?,
bila ev pirs vekirî ji xwendevanên vê Qilçixê re bimîne. Û hûn sax. 04/11/2009
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|