|
|
|
Qilçix -----------------------------
Dako Kurd1 bibe Kurdistanî
Kurd1 tv kenala hemû kurdaye, rojane hevokek wisa tê guhdarîkirin, ev
hevok kêfa gelek kurdan tîne, hevokek hesan û xweşe, her kes jî dikare
bêje, lê di bikaranînê de ne wisa ye, hema Soranî lê temaşe nakin, naxwe
ne ya hemû kuraye. Lê li gel gelek şaşiyên ziman, teknîkî, saromaro,
xwaromaro, tamsarkî, bê wate, bê sûd, dem windakirin û tiştin din, hîna
jî ji bo min di rêza yekê deye, hema nûçe û koletiya serok û partiyan
têde nabe.
Nivîskarê kurd Arşevê Oskan di 20ê tebaxa 2009an de, di bin navê
Kurd1 ji bo rojavayê Kurdistanê kurd (x)
e{bitikîn} nivîsandibû, wî bernameyên Kurd1 hemû anîbûn ziman
û diyar kiribû ko yek bername jî li ser Kurdên rojava tune. Dêmek Kurd1
ne ji bo hemû kurdaye. Di bersiva pirseke ko ji bo rojhilat jî tiştek
tune, wî wisa nivîsandibû; Dema me qala rojava tenê kir û me qala
rojhilat nekir ji ber ku bi kêmanî 3 Tv yên rojhilat hene û ew karin
qala xwe bikin.
ji bo ko gotina wan rast û dirust, ne derew û ne jî xwe xapandin be, û
ji bo ko bi rastî Kurd1 gavek din ber bi ya hemû kurdan ve biçe,
kurdistanî be, gerek bernameyên wê rengînî bin, ango rengên gul û
kulîlkên her çar beşên kurdistanê pêşkêş bike, û ji ber ko ez gulkokek
ji aliyê din î dil im, dixwazim Kurd1 bixemilînim û bi rastî bikim a
hemû kurdan û kurdistanî, ne ji bo xwe, lê belê ji bo wan.
Eger pereyên wan ji bo min wek ko ji bo hêja Kawa Şêxê tune bûn jî
nexeme, pere ne her tiştin. Kawa Şêxê projeyek pêşkêşî wan kiribû, jêre
gotin; mexabin pereyên me tune ne, li gel ko birêz Kendal Nezan ji
projeya wî razî û kêfxweşbû jî, lê xuyaye pere kiribûn bihane. Wê çaxê
nizanim Kawa di nava xwe de gotibû; ‘’ma çima ji bo we hene lê hema ji
bo me tune ne’’, ne na. Ma çima hûn çar hezar Euro didin firensiyan lê
hûn ji bo pirojeyek wisa nadin.
Eger kurdên rojava mîna hinkokan, têkiliyên şaşomaşo bi serdestên aliyê
din re danîbana, ana tv yeke wan jî heba, îca pêwistî bi min û Kurd1
nedima.
Ez dixwazim bernameyekê li ser kurdên rojava di Kurd1 de pêşkêş bikim,
dako jiyana wan ji tevaya cîhanê re bidim diyar kirin, dako ragihînim bê
kurdên rojava di çi rewş, zulm û zordariyê de dijîn, û bi çavên serê xwe
bibînin bê rêjîma Sûriyê çi bi serê kurdên bê xwedî û xwedan tîne, bê
çilo wan ji gepa devê wan bêpar dihêle, çilo zarokan tazî û birçî dike û
çilo kurdan mecbûr dike ji ser xaka xwe barkin û li dora bajarên mezin
di bin konan de bi cih bibin, bê çilo erd ji ber zuhabûnê qelişye û
deshilatdar hîna jî diqelişîne û hîna bêhtir kurdan tî û tar û mar dike,
bê biryara 49an çi bi serê kurdan anî û çi nanî, her wisa zinara erebî û
serjimara awarte, sedema şewitandina 283ê zarokên ko hîna çavên wan
venebibûn, bê çilo û çima jin û mêrên kurd xwe dikujin, û gelek gelek
rûdan û mijarên din ragihînim. Dako kurdên wî alî bi êşa kurdên vî alî
hest bibin û bizanin ko braderin wan li wê hêla han jî dijîn.
Eger ev kar tune be, ezê karekî din bikim, ezê nêr û mê bi wan bidim
zanîn, ezê wan fêr bikim ko nêrî nêre û bizin mêye, êdî cînavê wî ji
nêrî û wê ji bizinê re tê gotin. wê darek di destê min de be, hema kê mê
kir nêr û nêr kir mê ezê darekî li zimanê wî xînim.
Eger ew kar jî tunebe, ezê wan soro moro bikim(mekyaj lo), dibe ez
bikêrî vî karî neyêm, lê ko spîker û mêvan ji karê min nerazî bin bila
yazde hezar kevirî bidû min de bavêjin.
Eger ew kar jî tunebe, ezê çayê û qehweyê ji mêvanan re çêkim, tenê ji
mêvanan re, ma bila mêvan çaya girikî vexwin. Ji ber kes wek min nizane
çay û qehwê çêke, dako mêvanên me bi kêfxweşî vegerin nav zarok û
marmarokên xwe, û tako sax bin bêjin: oooooh, me xweştirîn çayê di
jiyana xwe de li Kurd1 vexwar.
Eger ew kar jî tune be, ezê solên wan boyax bikim, ma bila solên wan
gemarî bin. Ma ez çilo bikim, hema çi be divê bikim dako bi rastî kurd1
bibe kurdistanî û ya hemû kurdan.
01.01.2010
|
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|