|
|
|
Qilçix -----------------------------
E. Huseynî; Kurdistanê dike bi qurbana pêlavan
”Bila gotin û helbest bi qurbana pêlava te bin Ocalanos” ji gotin
û helwestên
Ehmedê Huseynî(bitikîn).
Gelo çima Ehmedê Huseynî wisa got; hêrs bû?, ji eşqa nava xwe bû?,
lîstik û tiyatro bû?, helbest firotin û xwe xapandin bû?, dilxweşkirina
derdoran bû?, yan ji bo parastina berjewendiyên kesane û çend Euroyan bû?.
Mebest ji nivîsandina vê Qilçixê qet ne birêz Ocelan e, eger kîjan serok
û rêberê kurdan ba min ê dîsa ev Qilçix binivîsanda, mebest helwesta
rewşenbîran e ye, mebest Ehmed Huseyniyê helbestvan e. Dako em diyar
bikin bê çima ji berê de helbestvan û rewşenbîrên desthilatdaran
helwestên mîna ya Ehmed didan dako berjewendiyên xwe yên kesane
biparêzin. Emê hewl bidin bersiva wan pirsan bidin.
Serokan kurd kirine du beş, mirîd û dujber, di vê mijarê de jî kurd bûn
du beş, beşekî destê xwe li pişta Ehmed xistin û gotin eferim bê ko
bipirsin çima Ehmed wisa got an nexwestin eşkere bikin, tenê ew hevok ji
helbestvanekî mîna Ehmed li dilê wan xweş hat. Beşê din di nava xwe de
nerazîbûna xwe derbirî û dengê xwe yê rewşenbîrane bilind nekir û ne got
ev ne helwestek rewşenbîraneye û dilmaniya xwe li ser pepûka helbestê
diyar nekir. Jixwe binavkirina Ehmed ji Ocelan bi Ocelanos helwest bû,
bi vê binavkirinê Ehmed li nav nifşekî ji kurdan li dujî nifşê din
rawestiya.
Ji bo me ew yekemîn car bû ko Ehmed helwestek wisa dide. Gelo Ehmed bi
wê helwestdayînê nizanîbû ko zimanê kurdî û di dûv re helbesta bi kurdî
ji bo Pkk nebûbû zimanê rabûn û rûniştinan, civîn û daxwiyaniyan, kar û
xebata rojane(standard), dêmek ew helwest û tiyatroya Ehmed di ROJtv de
ji bo berdewamiya kar di Roj tv de û qezenckirina pereyan bû, ji bo
razîkirina hevalbendên Rojtv bû, û ne ji hêrs û eşqa nava wî bû, ne jî
ji bo hezkirina birêz Ocelan bû.
Hezkirina serokan bi diruşmeyan nabe, bi gorîkirina helbestan nabe, û ne
jî bi darê zorê dibe, û ne jî li paş berjewendiyên kesane dibe. Di dema
berê de rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên serok û padîşahan hebûn. Ji
bo ko pere bi ser wan de bibarin, wan bi koranî piştgiriya şahê diktator
dikirin, eger wî şahî zarokên pêçek û dergûşan bikuştana, wan
rewşenbîran maf didanê.
Ehmed bi wê hevokê yek ji diduwan pêkaniye, û nabe sisê, dilxweşkirina
bîner û piştgirên Rojtv, û yan din, dako berjewendiyên xwe yên kesane li
gel Pkk biparêze, wek em dizanin Ehmed di ROJtv de kar dike û tim konê
wî li ba wan bi gumgum û qehweye. Eger ne wisa be Ehmed dikarîbû
helbesta xwe diyarî birêz Ocelan bike û ew besbû ko helbestê bi giştî
daxîne radeya bin pêlavan, belê peyv û helbesta kurdî bi giştî bi
qurbana pêlavan kir, ji ber wî negot bila gotin û helbestên min bi
qurbana pêlava te bin Ocelanos.
Bi gumana min E. Huseynî ne ji bo kesê Ocelan ew helwest da, ne ji
hezkirina wî ji kesayetiya Ocelan re bû, belê ji yên derdora wî re bû,
ji birêvebirên Rojtv re bû, ji yên li Amedê re bû, ji deverên ko ji bo
berjewendiyên kesane mîna kaniyan e re bû. Eger ne wisa be,
çima di hevpeyivîna ko
Kovara Çirûskê pêre kiriye û Netkurdê jî weşandiye(bitikîn)
ew helwesta bi şek û guman neda, di hevpeyvînê de tenê ji bo helbestê
dijî, û qet behsa birêz Ocelan nabe, Ehmed di wê hevpeyvînê de dibêje:
’’Bêguman, helbest jiyana min e, henase û kêlîka min a herî şînîgir
e, dikarim bêyî hertiştî bijîm lê bêyî helbestê mirî me. Min ji bo çavên
vê helbestê gellek derd kişandin. Derdên pirr mezin, lê nayên gotin.
Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe
kuştibûya. Ji bo helbestê, mirov ne bi tenê çavên xwe dirijîne, mirov
xwe weke petrolê bi ser êgir de dirijîne’’.
Ev çi durûtiye, ev çi helwestfirotine, ev çi têkçûn û erzaniya bi gotin
û helbestê lîstine. Ehmed dibêje: ‘’Bêguman, helbest jiyana min e...,
Heger ne ji vê mîrata helbestê bûya, reng e berî demekê min xwe
kuştibûya’’. Wisa dibêje û li dawiya dawî wan gotin û helbestan dike
bi qurbana pêlavan. Eger tirsa Ehmed ji rexnevanên mêr û bi wijdan
hebûya, eger rêzgirtin ji helbesta wî(jiyana wî ye) bi taybetî û ji ya
kurdî bi giştî re hebûya ew helwest nedida, mane helbest ziman, dîrok,
çand, kesayetî, welat, can û giyanê me kurdan di paxila xwe de hembêz
kiriye, mane qaşo helbest bîr û boçûnên miletan e, qaşo tûrikê zimanê
gelan û hişmendiya wan e.
Li cihekî din ji hevpeyvînê dibêje: ‘’Helbest Kurdistana min e’’.
Êdî ji Ehmed dipirsim; ma Kurdistan dibe bi qurbana pêlavan?. Lê dema
Kurdistan di kesê mirovekî de qambostî bibe, her tişt dikare bê gotin.
Em ne azad in, merovên azad helwestên wisa nadin. Bêguman Ehmed jî ne
azad e, eger di helwestdayînê de azad bûya dê gotin û helbestên(Kurdistan)
xwe bi erzanî nefirotina û nekirbana bi qurbana pêlavan. Mexabin gelek
ji me ji şerma, ji bo xatirê filan û bêvan, ji tirsa, ji bo parastina
berjewendiyên kesane, û ji bo gelek tiştên din newêrin helwestên mêrane
bidin. Dêmek em nemêrin, em newêrin bi mêranî helwesta xwe bidin, em ne
azad û ne jî rewşenbîr in.
Me li pêşî got ko berê rewşenbîrên sultan û padîşahan hebûn(ana bi
şêweyekî din hene). Wan rewşenbîran hişmendî û kesayetiya mirovan
têkdibirin, li şûna ko rexne û li duj diktatoran derkevin piştgiriya wan
di kuştina zarokên heft salî de dikirin. Cudahî di navbera wan û hêzên
ewlekariya Şahê diktator de nedima, her du aliyan, şahê diktator û
rewşenbîrê diktator dikarîbûn ta mirnê mirovan eşkence bikin.
Metelokek Engilîzî dibêje; eger tu bixwazî rastiya merovekî nas bikî
pere yan jî desthilatdariyê bidê. Bi gumana min Ehmed bi wê helwestê ne
tenê xwe da nasîn, xwe eşkere jî kir, eger tirsa Ehmed ji dest
çûna tiştekî tuneba wî xwe erzan nedikir, wî xwe û helbesta xwe erzan
nedikir.
Eger rewşenbîrên desthilatdaran li şûna xwediyê xwe rûnên dê ji wan
diktatortir bin, çimkî ew kole û rêncberên desthilatdariya serok û
diktatoran in, û mirovê ko hişê wî yê koleyan be dikare xwe bixe hezar
rengî.
Desthilat rewşenbîrên xwe wek ko çilo seh, hesp, qantir, kêr, kevçî,
melkes û tiştin din, bikar tîne, wan jî bikar tîne dako mafê mana xwe ya
rewayî ji wan bistîne, ew rewşenbîr dibin beşek ji desthilatdariyê.
Her civak û komela rewşenbîran ji nav xwe diafirîne, lê yên desthilatê
bêtir deyoz û lanet li wan bariyên wan civak û komeleyan e.
Hin rewşenbîrên misulman digotin mirovê li dujî hakim derkeve ew li dujî
xwedê derdikeve, ji ber hakim derbirîna xwedêye, ana li Îranê wisa dibe.
Û di hin partiyên kurdî de jî bi hesanî dikare ji mirovê dujber e bê
gotin ko ew li dujî Kurdistanê ye û cezayê wî kuştine.
Çareseriya me demuqratî û azadîye, eger em bi hev re demuqrat û azad bin
hin emê zû bi ser kevin û hin jî emê zû neşkin û têkneçin, û helwesta
rast û dirust a mêrane di berjewendiya gelê xwe de bidin.
Hema hema di gelek partiyên kurdan de qaşo rewşenbîrên helwestfiroş hene,
helwesta serok çawa be ew jêre li çepikan didin.
Di nav me kurdan de, di serdema partiyan de du celebên nivîskar û
rewşenbîran derketine ser ava jiyan û civaka gelê kurd, ta radeyekê her
du celeb di bîr û boçûn, di dîtin û helwestdayînê de ne azad in.
Nivîskar û rewşenbîrên partiyan tenê mane ko bi koranî ji serokê partiya
xwe re li çepikan bidin û helwesta serok şaş ne şaş biparêzin. Û celebê
din jî bê vîn di ava qederê de avjenînê dikin. Di wê navberê de gelek
nivîskar û rewşenbîran wek helwest dev ji partiyan berdan e û li derveyî
xirecira partiyan man e, û gelekên din li dûv berjewendî û dolaran baz
dan gihan tirkan, gihan diktatorên mîna Ebdilhelîm Xedam.
Gelo Ehmed bi wê helwestê pêl li bîr û boçûn û azadiya xwe ya ramanî
kir, gelo kole û merovê ne azad dikarin helwestên mêrane bidin, bersiva
van pirsan ji xwendevanan re dihêlim.
Li dawî, ji dema berê de du celebên rewşenbîr û helbestvanan hene,
celebek ji bo helbest û helwesta baş û mêrane tên kuştin, û celebê din
ji bo parastina berjewendiyên xwe helbest û helwestan didin bikuştin.
Û hûn her sax bin xwendevanino.
21.01.2010 |
|
|
|
Avdar 2007-2008, www.qadoserin.com |
|